Girtiyê olî yê Kurd di benda tezrîqî û tûşbûyên Îdzê de hatiye destbiserkirin

20:55 - 12 Çirriya pêşîn 2015
Ajansa nûçegehaniya Kurdpa yê ragehand ku çarenivîsa mamostayê olî yê Kurd “Mihemed Bera’î “ ku di girtîgeha newendî ya bajarê Urmiyê de hatiye destbiserkirin, nediyar e.

Mihemed Bera’î yê Sune meseb, di heyva Gelawêj ya îsal û di dema ku daxwaza Vîze ya welatê Îtaliyayê kiribû, hate destbiserkirin û heyamê 38 rojan di odeya takekesî ya bajarê Urmiyê hate binçavkirin û niha jî di benda “B” ya girtîgeha Derya ya wî bajarî de hatiye destbiserkirin.

Eva di demekê de ye ku di benda “B” de, 900 kesê Mêtadolî û tezrîqî û herweha 53 kesên tûşbûyî bi Îdzê hene.

Mihemed Beray’î yek ji mamostayên olî ên Kurdistanê ye ku di heyva Cozerdan a sala 1388’an rojî, tevî 7 kes ji qutabiyên xwe, ji aliyê hêzên ewlehî ên ser bi Komara Îslamî ya Îranê ve hatin destbiserkirin û heyamê 2 salan di odeyên takekesî ên Îdareya Îtila’at a bajarê Bokan, Ûrmiye û Êvîna Tehranê de ketin bin lêkolîn û îşkenceyên curbicur ,û piştre ji aliyê taya 28 a dadgeha Şoreş a Tehranê û bi serokatiya dadwer “Meqîse” ve, cezaya 11 sal girtîgehê biser de hate sepandin.

Her di vê peywendiyê de pêştir hatibû eşkerekirin ku, 7 girtiyên Sune meseb bi navên Saman Tehmasêbî, Çiya Soltanî, Selîm Pîrotî, Cemşîd Pîrotî, Şoreş Ayîne Bokan, Şoreş Qehremandost û Rehmet Xoş Xahêş, bê ku tawanên wan bên cudakirin, ji girtîgeha Êvîn a bajarê Tehranê ve, bo benda 7 û salona 21 a girtîgeha Recayî Şehr a kerecê, hatin veguhaztin.