Gireva girtiyê Kurd bona hevxemiya tevî girtiyên Medenî ên Tehranê

20:48 - 30 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Girtiyekî Kurd bi merema nîşandana hevxemiya xwe tevî girtiyên çend rojên derbazbûyî ên Tehranê, des avên girevê.

Ligorî nûçeya gehiştî destê Kurdpa yê, roja derbazbûyî çalakê siyasî ê Kurd “Aso Rostemî”, di girtîgeha “Êvîn”ê de dest avêt mangirtinekî bê sînor bi merema nîşandana hevxemiya tevî girtiyên çend rojên derbazbûyî ên Tehranê.

\"28827.jpg\"
Aso Rostemî
Aso Rostemî ku heya niha 15 heyv ji cezaya xwe ya 7 salî derbaz kiriye, daxwaza vê yekê kiriye ku di dema herî zû de girtiyên Tehranê serbest bên berdan. Navbirî di demekê de dest avêtiye girevê ku di heyva xermanana îsal de tûşî celdeya mejiyê bû.

Di du heftiyên derbazbûyî de, nêzîk bi 20 kes ji kesûkarên girtiyên siyasî û giertiyên bê serûşûn, meşek nerazîbûnê li ber deriyê girtîgeha “Êvîn” û avahiya “Lastîka Dana” rêk xisti û daxwaza bersivdana perpirsyarên ewlehî û dadwerî ya hikûmeta Îslamî kirin.

Piştre ew 20 kes ku piraniya wan çalakên medenî bûn, liser biryara hikûmetê hatin binçavkirin û bo girtîgeha “Qereçeq” a bajarê Weramîn û girtîgeha Êvînê hatine4 şandin û, li wîr jî bi nîşaneya nerazîbûna vê kiryara ne yasayî, dest avêtine girevê.

Êvariya roja Pênc Şemî 8’ê Sermawezê, 7 kes ji wan girtiyan ku Pênc ji wan jin in, bi kefalet serbest hatin berdan.