Gireva birçîbûna girtiyekî siyasî yê Kurd 15 roj bi ser de derbaz dibe

21:41 - 12 Çirriya pêşîn 2015
Nûçegihaniya Kurdpa: Girtiyekî siyasî yê Kurd xelkê bajarê Bokanê, bi armanca nîşandana nerazîbûnê derheq rewşa girtîgehê, û veguhastina wî bo zindana Tebesê ya Bîrcendê, dest bi gireva birçîbûnê kir.

Li gorî nûçeya ku gihay nûçegihaniya Kurdpa, çalakvanekî siyasî yê Kurd bi navê Mihemed Emîn Ebdullahî, 15 roj e ku li girtîgeha bajarê Bîrcendê, di gireva birçîbûnê de ye.
Çavkaniyên Mafên Mirovan bas ji vê yekê dikin, wî girtiyê siyasî 7 roj e ku dest bi gireva hişik kiriye.

\"28793.jpg\"
Mihemed Emîn Ebdullahî
Ebdullahî ku di vê heyamê de, ji bo girtîgeha bajarê Bîrcendê hatiye şandin, dawxaza îzindan (mohletdan) û mifahwergirtin ji azadiya mercdar kiriye.

Mihemed Emîn xelkê bajarê Bokanê di sala 2004’an de hatiye destbiserkirin, û piştî 15 mehan nediyarbûna rewşa dosiya wî, ji aliyê dadgeha “Înqilab” a Mehabadê ve, bi tometa “ alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd” û dijayetiya digel xwedê 18 sal cezaya hepsê bi ser de hate sepandin.

Wî hevwelatiyê Kurd berê jî, li girtîgeha navendî ya Tebes a girêdayî bajarê Xurasana Başûr de, dest bi gireva birçîbûnê kiribû.

Mihemed Emîn Ebdulahî carekî din jî digel hevalê xwe Fexredîn Ferecî, bo piştevanîkirin ji Kobanê û şermezarkirina terorîzmê û êrîşên dewleta Îslamî, ji riya girevê ve dengê xwe derxistbû.