Giranî, diyariya dewletê bo xelkê di meha Remezanê de

22:02 - 27 Gulan 2017
Ajansa Kurdpa: Bi hatina meha Remezanê bazara bajarên curbicur ên Îranê, digel giraniya duhember ya xwarinê berbirû bûye.

Li gora nûçeyên belavkirî, serbarê giraniya berçav û berfireh di bajarên curbicur ên Îranê de, hatina meha Remezanê jî, bû sebeba bilindbûna çend qatî ya nirxa tiştên xwarinê.

Li gora amaran û nirxên belavkirî ji aliyê nûçegihaniyên rejîma Îranê ve, nirxa her kîlo mirîşkekê bayê 7700 Tûmenî ye, û goştê sor jî 35 heta 60 hezar Tûmenî ye. Nirxa goştê sor di heyama çar salên borî de, %64 bilind bûye.

Hemû salekê li berebrê cejn û boneyên ayînî û xeyrîayînî de, berpirsyarên hikûmetî qewlê pêşîgirtina ji bilindbûna nirxa tiştên xwarinê didin xelkê, lê li gora amarên hikûmetê, binke û navendên pêwendîdar di vî warî de serkevtî nebûn.

Piraniya şirovekaran sedema vê piroseyê vedigerînin bo destêwerdanên band û aliyên siyasî-aborî ên nava hikûmetê. Wisa dixûye ku bi sedema giraniya derencama bêçaremana rejîmê di kontrola bazaar de, sivka pirr bereket ya Remezana Îsal bo texa hejar û desteng a Îranê bi sadeyî û betalî bimîne.