Geştiyarên 40 welatên cîhanê êdî nikrin herin Îranê

23:08 - 12 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Ligorî gelaleyekî nû a Kongireya Amerîkayê derheq bi sînordarkirina wan kesan ku serdana Amerîkayê dikin, wusa dixûye ku geştyarên 40 welatêm cîhanê ku tevî Amerîkayê girêbesta Vîzayê hene, hekî ji sala 2011’an şûnde, wate piştî serhldana kirîza Sûriyê, serdana welatên Îran, Sûriye û Sûdanê kiribin, bê vê ku Vîzayê bigirin, nikarin serdana Amerîkayê bikin.

Ligorî yasaya nû ya Amerîkayê ku derbege giran û xisareke mezin li pîşeya geştiyarî ya Îranê dixe, her kesekê ku ji sala 2011’an şûnde serdana welatên Îran û Sûriye û Sûdanê kiribe û hevdem hemwelatiyê wan welatan be ku rêkevtinnameya hiloşandina Vîzayê di navbera wan de heye û dikarin bê Vîza serdana Amerîkayê bikin, êdî ji niha şûnde nikarin ji vê taybetmendiyê mifahê bigirib.

Ev welat pêk tên ji :

1- Andora
2- Ostoraliya
3- Otrîş
4- Beljîk
5- Birontî
6- Okrayn
7- Şîlî
8- Çêk
9- Danmark
10- Êstonî
11- Fînlend
12- Fransa
13- Alman
14- Yonan
15- Mecaristan
16- Îslend
17- Îrlend
18- Îtaliya
19- Japon
20- Lêtonî
21- Lîxtin Îştayn
22- Lîtwanî
23- Logzamborg
24- Malt
25- Monako
26- Holend
27- Niyûzîlend
28- Norwêj
29- Portoxal
30- Senmarîno
31- Sengapûr
32- Zêslovakî
33- Koriya Başûr
34- Îspaniya
35- Sû’êd
36- Sû’îs
37- Berîtaniya
38- Taywan
39- Kanada
40- Bêrmoda