Gel tê naskirin…

14:49 - 28 Şibat 2013
Unknown Author
Bêwar Barî Teyfûrî

Gel tên naskirin bi navdarên xweva,
Gel tên heskirin bi kesayetên xweva,
Gel dijîn bi ewladên xwe va
Ên qehreman,têgêhiştî bi şeref va,
Gel bi rûmetin bi pêşengên xwe va,
Gel bi sîyanetin bi nirxên xwe va,
Gel dewlemende bi çand û zimanê xwe va,
Gel tewrebilind û serbilinde bi welat û dîroka xwe va,
Gel evraye bi şeîdên xwe va.
Gel azaye bi hêza xwe va,
Gel bi rêze yekbûna xwe va…

Gelê ku nikare bi ewledên xwe ên hêja û navdar xwe îfade bike û welatê xwe temsîl bike ji pêşerojê a hemdemî qut dibe. Gelê ku nikare ewledên xwe giranbaha, têgêhîştî binirxîne kevneşop û xaîne. Pêşeroja xwe ra îxanetê dike, pêşekarê îxanetêye.

Welat nasnama gelane. Gelê ku nikare welatê xwe ra xwedî derkeve heqê wî jîyanê tuneye.

Welat ji bo mirovan şansa jîna serbilind û azade.
Ji bo gelê bê welat, mirovên bê welat edalet, keramet, sexavet, rehetî, serfîrazî û serbilindayî tune. Qismetê wan tirs keder, heyecan û perîşanîye, ji bo wan jîyanêda, cîhanêda ne par ne jî rastî namîne. Gelê bê welat, kesên bê welat nuxsên demê û belengazê cîvakane, ne nirxên xwe ê netewî ra ne jî çand û zimanê xwe ra nikarin eşkere zelal xwedî derkevin, nikarin xwe îfade û temsîl bikin, bin bandoranda nefesê distînin (dimînin) zindîyên bê rumetin, saxî-saxî mirîne.
Dîrok şehedê vê rastîyêye, şaîr neynika vê rastîyêye.

Gelê bê welat, kesê bê welat hertim jîyana xweda gunehkare û bê deng, bê pişt, bê şanse. Serfîrazî, kubarî, rizgarî, serbestî xwe jê vedişêre. Tiştê veşartî zû-zû peyda nabe û nayê baxişandin (dîyar kirin). Şaîr vê rastîyê îzhar dike. Ew dengê demê,dîrok û salnama millet, hewara jîyana bi rûmet, awaza azayê, wekhevîyêye… Bi hestên û nirxên netewî va xwe îfade dike, temsîlvanê nirxên mirovahîyêye… Her gel, her kes layîqî azayêye. Azadî bo mirovan jîyana bi rûmete, pîroz û evraye, heqê wê gellekî buhaye: xwîna sor yek jî yekbûn a milyonannn …….