Gefxwarin ji malbata çalakvanên siyasî li Îranê

14:32 - 17 Kanûna pêşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îslamiya Îranê li Sine a Rojhelatê Kurdistanê, bavê çalakvanekî siyasî, xisin bin zext û givaşan daku kurê xwe ji derveyê welat bo Îranê veguheze.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, di heyamê çend rojên borî de bavê çalakvanekî siyasî ê Kurd li bajarê Sine, bo çendîn car ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îranê ve hat vexwendin.

Di demekê de ku bavê çalakvanê siysaî li nexweşxaneyê û di bin çavdêriya bijîşkî de bûye, hêzên hikûmeta Îranê daxwaza wergerandina kurê wî li derveyî welat jê kirine.

Jêderekî agah li Sine peyamnêrê Kurdpa re got: Kurê wê malbatê bi navê Fuad Bîgî (Şoriş) beriya niha bi mehekî, (bi sedema pirsa siyasî), bi neçarî warê xwe bi cî hişt û bera xwe da welatekî cîranê Îranê û niha li wir jiyan dike.

\"23655.jpg\"
Fuad Beygî ji aliyê dozgeriya Îranê ve 3 sal ceza lê hat birîn
Ew çavkaniya nûçeyan ku xizmek ji malbata Beygî ye ragihand: Bavê Şoriş li nexweşxaneya Sine, di bin çavdêriya bijîşkî de bû ku di vê rewşa nexweş de jî disan hêzên ewlekarî yên Îranê du caran gefa lê xwrin.

Peyamnêrê Kurdpa li bajarê Sine qala vê yekê jî kir ku Fuad Beygî naskirşî bi Şoriş, beriya ku li nexweşxaneya Sine bireve, 6 mehan di girtîgeha wî bajarî de bûye u piştî 4 roj ku li nexweşxaneyê dmîne, biryara dawîn dide û bo derveyî welat koçber dibe.

Memûrên îdare Asayêş (Îtilaat)a Sine, li dema êrîş kirnê, bi kêra ser lûleya tifingê (sernîzê) sikê wî çalakvanê siyasî didirînin û bo heyamê 4 rojan li nexweşxaneya Tewhîd a Sine de binçavdiryê de dibe.

Çalakvanê siyasî navbirî pêştir, ji aliyê dozgeriya Înqilab a Sine ve,( bêy eve ku xwe li wir be), 3 sal ceza lê hat birîn.

Foad BîGî, li peywendiyeke telefonî li gel ajansa nûçegihaniya Kurdpa, ew nûçeye piştrast kir û daxwaz li ajansa Kurdpa kir daku bûyera han ji riya medyayî ve, bê belav kirin.