Fîlma Kurdî ya “vegere” çû ser perdeya sînemayên Tehranê

21:13 - 13 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Fîlmeke Kurdî bi navê “vegere” ji derhînan keçeke Kurd ya bajarê Şinoyê, di sînemayên Tehranê de tê nîşandan.

Li gora nûeyan fîlmeke dekomentarî ya Kurdî ku li jêr navê “vegere” ji derhînan Marya Mawetî xelkê bajarê Şinoyê di festival navneteweyî ya Sînema Heqîqet de beşdarî kiribû, di sînemayên Tehranê de belav dibe.

Naweroka vê fîlmê bas ji dayîkekê dike ku çavnihêrê du keçên xwe yên 14 û 15 salî dike ku ji aliyê girûpa terorîstî ya DAÎŞ ve hatine revandin û piştî çar mehan êxsîriyê ji detsê DAÎŞ filitîne.

Ew film di kempa Kurdên aware ên Êzidî li nêzî Duhokê hatiye çêkirin, ku îro li sînema “Filistîn” û roja pêncşemiyê jî li sînema “Pedîde” wê here ser ekranê.