Fîdakariya hemwelatiyekî makîneya darvekirina Îranê bêhêvî kir

19:02 - 2 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Di demekê de ku hikûmeta Îslamiya Îranê rehmê bi tu kesî nake (dilkeviriya xwe hember darvekirin û tune kirinan de didomîne), bo carek din fîdakariya hemwelatiyekî, kesek din ji darê îdamê filitand.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, kesê ku di pevçûneke fîzîkî de, ciwanekî 20 salî qetil kirbû, ji aliyê xwediyê kesê hatî kuşti li Selmas (Dîleman) a ser bi Urmiyeya rojhilatê Kurdistanê ve, hat efû kirin.

Kujerê 38 salî ku beriya niha bi 3 salan ciwanekî gundê Dîrşk ê ser bi Selmas (Dîleman) ê bi derba gulle kuştibû, ji qisas û tulhidanê (ji aliyê malbata wî xortê jiyana xwe ji desta dayî ve) hat rizgar kirin.

Nasnameya tu ji wan kesane bo ajansa nûçegihaniya Kurdpa nehatiye eşkere kirin.

Qisas li qanûna hikûmeta Îslamiya Îranê de bo cezaya qetil kirna bi emd hatiye pesed kirin, lê xwediyê xwînê dikane ji kujer (bibore) yan jî biryara kuştina wî bide.

Hêjayî gotinê ye her di wê yasayê de bav bi kuştina kurê xwe nayê qisas kirin (tule standin) û divê Diyê (behaya xwînê) bide.
Îran yek ji wan welatan e ku zêdetirîn hejmara îdaman gor nifûsa xwe li cîhanê, bi xwe digre û ew her tim ji aliyê civakên navneteweyî û mafên mironvan ve(li ser vê pirsê) hatiye şermizar kirin.