Mehabad; Yûnis Tenhayî 20 meh û rojek cezayê girtîgehê lê hat birîn

18:22 - 7 Çirriya pêşîn 2025

15ê Rezbera 1404an a Rojî, Yûnis Tenhayî, welatiyekî Kurd ê xelkê gundê "Hemze ava" a ser bi bajarê Mehabadê, ji aliyê taya yekem a Dadgeha Şoreşê ya vî bajarî ve, ku ji aliyê Dadwer "Yasir Guzelî" ve tê birêvebirin, bi 20 meh û rojekê cezayê girtîgehê lê hat cezakirin.
 
Li gorî çavkaniyekî agahdar, biryara ku li dijî vî welatiyê Kurd hatiye dayîn, di girtîgehê de dawî ye û dikare were bicîhanîn û biryara wî qaîdeyên kêmkirina cezayê, berdan û veguherandina bo biryareke vekirî nagire nav xwe.
 
Vê çavkaniya agahdar zêde kir: Dadgehê Tenhayî bi "hevkariya bi yek ji partiyên opozîsyona Kurd ên hikûmeta Îranê re" tohmetbar kiriye û di dema binçavkirina wî de ji mafê berdana demkî bêpar maye.
 
Di dawiya Cozerdana 1404an a Rojî de, Yûnis Tenhayî bêyî belgeya dadwerî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û piştî bidawîbûna pêvajoya lêpirsînê ji navendeke binçavkirin ya ewlehiyê bo girtîgeha Mehabadê hat veguhastin.
 
Divê bê zanîn jî ku Yûnis Tinhayî di 23ê Gelawêja 1402an a Rojî de bêyî belgeya dadwerî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û bo cihekî nediyar hatibû veguhastin.
 
Yûnis Tenhayî zewicî ye û bavê du zarokan e.