Bane; Mehdî Şerîfî, kolber û bavê zarokekî, piştî teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê hat kuştin

18:19 - 7 Çirriya pêşîn 2025

Roja Yekşemî, 13ê Rezbea 1404an a Rojî, kolberekî Kurd ê bi navê "Mehdî Şerîfî", kurê Salih, xelkê Bane, li sînorê "Sardav" a vî bajarî bi sebeba teqekirina rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê jiyana xwe ji dest da.
 
Li gorî çavkaniyek agahdar, hêzên leşkerî yên hikûmetê bêyî hişyariyek berê rasterast gule li vî kolberî reşandine.
 
Çavkaniya agahdar zêde kir: Termê vî kolberî birine Nexweşxaneya Bane û hîn radestî malbata wî nehatiye kirin.
 
Mehdî Şerîfî, zewicî ye, zarokekî wî bi navê "Servîn" heye û xelkê gundê "Kanî Sib" a ser bi bajarê Banê ye.
 
Di vê derbarê de, nîvê şevê ya 9ê Rezbera 1404an a Rojî, kolberê temen 38 salî, bavê du zarokan, Ribvar Mihemedzade, xelkê gundê Spîder ya ser bi bajarê Bane, li devera sînorî ya Surkiyû ya vî bajarî, bi sebeba teqeya rasterat a hêzên leşkerî gulebarana rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê jiyana xwe ji dest da.