Sine; Talib Hicratîpûr li girtîgeha Navendî ya Sine hat îdamkirin
18:18 - 7 Çirriya pêşîn 2025

Sibeha Duşemî, 14ê Rezbera 1404an a Rojî, cezayê îdamkirinê yê girtiyekî Kurd ê bi navê "Talib Hicretîpûr" ji bajarê Merîwanê li girtîgeha Navendî ya Sine hat bicîhanîn.
Li gorî çavkaniyek agahdar, ev girtî nêzîkî 12 salan beriya niha bi tohmeta "kuştina bi zanebûn" hatibû binçavkirin û dû re ji aliyê dezgeha dadweriyê ya hikûmeta Îranê ve cezayê îdamkirinê lê hatibû birîn.
Heta niha, nûçeya îdamkirina vî girtî ji aliyê rayedarên fermî an medyaya li hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.