Şino; Binçavkirina bereday ya "Diyar Gergol" û "Alan Tabnak", du ciwanên 16 salî, û veguhestina wan bo cihekî nediyar
17:36 - 19 Îlon 2025

Sibeha roja Çarşemê, 26ê Xermanana 1404an a Rojî, du ciwanên 16 salî bi navên "Diyar Gergol" û "Alan Tabnak" ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û bo cihekî nediyar hatin veguhestin.
Li gorî çavkaniyek agahdar ji Kurdpa re ragihandiye; Hêzên ewlehiyê yên îdareya îtla`atê di nîvê şevê de bêyî ku belgeya dadwerî bidin, êrîşî li ser mala van her du ciwanan girtin, ew binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.
Heta dema weşandina vê nûçeyê, tu agahî li ser sedemên binçavkirin, cihê ragirtinê û çarenivîsa van her du ciwanan tune ye.
Divê bê zanîn ku ev her du ciwan bi salan e ji dibistanê bêpar in.