Fermandarîya Dumbulîyan li der û dora Tebrîzê

14:06 - 3 Adar 2013
Unknown Author
Mehemed Cemil Rojbeyani

Kurdewarî dibêje: Hemû rê ber bi Banê diçin. Niha jî em dibêjin: ‘Pênivîsa nivîsevanê kurd her ber bi basa kurdewarîyê diçe’. Belê, di vê cihana Rojhelata Navîn de ev netewa me ango Kurd yekem netewaye bê ku xudanê Împarantorîyek dagirker be, karibe bi sedema jiyana eşîrtî û koçertîyê ve li ser ax û erdekî gellek fireh û pan di heremên jêrî û jorîya çiyayên Zagrosê de desthilata xwe belav bike û di axa cîranên xwe de serhilde ûcaran jî dikin nava tengasîyan û şûnda dizivirînin..

Bi rastî jî dîrok li vê netewayê şaş dimîne û car-car jî çêdibe ji bo rabirdîya wê bigire û car-car jî serpêhatîya wê bike şerîta sînemayê û wekî morekê enîya xelkê bide ji bo pendê dîrokî û wê bike komedîya serdemê…
Eva jî neheq nîne, ew kurrên aza ku bi şayetîya Ksenefon baştirîn şervanên sererdê û çalaktirîn kurrên nevîyê Ademîzad bûn. Hinek ji wan hertim beramber bi silavên bigane, serbilindî û rengê xwe winda kirine û netewa xwe avêtine pişt guhê xwe û ji ber xatirê desthilatê biyanî waz ji zmanê xwe anîne û bi awayekî xizmeta bigane xistine li ser milên xwe û têda pêşketine ku kurrên wî gelî bi xwe ew xizmet nekirine . Ne tenê her ev belku xwe li derheqa netewa xwe ewqas dijwar û dujmin bûn ku hezaran ‘Ebu Rîxal’-ya Muşîr- pê wan nikarin bimeşin.

Yekek ji wan civatên kurdewarî eşîreta Dunbulî, kurdên Azerbeycana Îranin.Ev Dunbulîyan han di bingeh de zmanê wan ‘Goranî’ û koka olê wan jî ‘Êzîdî’ bûye. Ji Quçanîya Xorasan ve heta DERSİM û ÇİYAYÊ AGİRÎ û her ji Çiyayê DASÎN û Deşta ŞAM û ŞENGAR ve heta AZERBEYCAN û TİFLÎSA GURCİSTAN û gellek herêman de belavbûne…Lê, di encam de yên ku ketine Azerbeycanê di serdema ‘Akkoyunluyan’ de ji tirsa wan piştra jî ji tirsa kurdên kevn yên Sefevî, him di Şîîtîyê de tundbûn him jî ji ber xatirê ‘Akkoyunluyên Qizilbaş’ wana bûn tirkên yekcar tirk.

Evaye ku Kurd ji tiştên seyîr re dibêjin :’Xudê seyre li kîdere’..Civatek kurdên Êzîdî yên zmanê wan goranî bû dibin bisilman. Di destpêkê de rêbaza olza (Mezheb) şafîhî werdigirin ji pişt re jî dibin Şîîyên duzerekî ‘Moxolî’ û zmanê xwe yê goranî diguherînin ji bo tırkî. Hem wekî binemala Sefewî û yên din jî ev yeka hanê kir. Lê seyire?!!..Di vê cihana me de gellek hatiye dîtin, binemalek yan jî çend binemal ketine li nav netewayeka mezin ya biyanî, piştî çend babik zman û rêbaza xwe ya olî jî ji bîra kiriye û zman û ola wê netewa mezin karanîye. Lê qet rû nedaye ku civatek gellek mezin yê xwedanê hezaran malan ji tirsa desthelata bigane yan dagirker yan jî ber xatirê rûyekî xweş û silavekê hem zmanê netewa xwe biguhere him jî waz ji rêbaza ola xwe bîne…

Vêca em bizanin Dunbulî kîne û çi regezin ?

Mesudî ku nivîsevanê ‘Miruc El- Zehab’ e û dehan pirtukên din yên wî hene, gotiye: ‘Ew eşîrên kurd ku di welatê Şamê de xwedanê cih û war bûn wekî Dunbulîyan ew li gor gotinên belav ji regeza Muzerê kurrê Nizarin’.(1)
Ev raman û pejna Mesudî her ji wan bîr bawerane ku di vê dawiyê de Ebbas Ezawî belavkiriye ku guya ‘Mizurî Muzarin û Caf û Zengene benî Esedin…..’ Bi rastî seyre!!!
Dehan êl û eşîrên xwedan hezaran mal bi regez bizivirîne li ser zilamekî. Siddik El- Demelecî di pirtûka ‘El- Yêzîdîye’ xwe de nivîsîye: ‘Ew êlên Êzîdîyan ku ji wan re tê gotin ‘Dunbulî Buxt’ yan jî ‘Dunbulîyên Botan’ heta îro li ser ola Êzîdî mane’(2). Mecîd el- din Feyruz Abadî nivîsevanê Ferhenga ‘Qamus El- Muhît’ ya erebî ku bi xwe yekek ji kurrên koçer yên kurdên İranêye û sala 816 (Koçî) ango 1413’ê zayînî mirîye û wisa dinîse: ‘Dunbulî ku hevsengê Qunfuze, navê eşîrek kurdane li dewr û dora Musilê’(3). Dixuda jî di ‘Luxatnamê’ de nivîsîye: ‘Dunbul; navê çiyayekîye ji çiyayên dewr û dora Diyarbekirê,seranên Dunbulîyên Azerbeycanê di bingeh de yên wê herêmêne û di nav kurdewarîyê de bi ‘Dummelî- Zaza’ bi nav û dengin’(4). Wisa diyare dummelek ku awayekî defa dirêje û yekek ji samanê muzîq, yê evroye di bingeh de pêkhatîya vê eşîrêye.
Ebdulrezak Begê Dunbulî(5) ku nivîsevanê pirtuka ‘Riyaz El- Cennet’ û çendîn pirtûkên dine gotîye: ‘Dunbulîyan bi esil diçin li ser ‘Bermekî’ yan jî netewa Yahya ne ku çar kurrên wî hebûn: Cafer, Mihemed, Fazil û Musa. Yê dawîyê bi xwe û nevîyên xwe nêzîkî 150 salî parêzgerên dewr û dora Şamê bûn.. Ji vê binemalê navê Îsa Begê Dunbulî derketîye ku bi nasnavê Ebu Musayê duyem hatîye naskirin’.. Vêca şecera vê binemalê ber bi jor dibe heta ‘Newşîrwan’ê Sasanî. Wisa dîyare Ebdulrezaq Beg basa Îsa ji pirtûka ‘Ensab El- Ekrad’ ya Ebu Henîfîyê Dînewerî wergirtîye ku gotîye: ‘Mîrên Dunbulî bi bingeh dizivirin li ser Îsa ku nevîyê Bermekî yên wezîrên Ebbasîya bûye’(6).
Ev nexweşîya ku xwe girêdana bi binemalek xwedanê desthelat ve di hemû Rojhelata Navîn de webayek seyir bûye. Hinekan xwe birîye li ser Keyan, Sasanî Qurêşî, Haşîmî, Ebbasî, Emewî Omerî, Elewî, Xalidî, Ensar, Rebihî, Qeyîs, Bermekî û h.t.d. Ku hemû ev kara ji bo wê yekê kirine ji vê nasnavê sûd jê wergirin û xwe ji bo xizmeta xwedanê desthelat biçin pêşîyê. Ji bo xwe dan hezkirinê li cem Şîîyan, îro mîlyonan kesên me qumaşekî kesk bi serê xwe ve girêdane û xwe wekî ‘Nevîyê Pêxember’ nîşan didin!!!! Hezar rehmet li gora Şêx Mahmudê Şorecî be ku di pirtûka ‘Behr El-Ensaf’ de nivîsîye: ‘Xelkê filan gundî secereyek bi barê tepik kiriye û xelkê filan awahîyê jî bi barê rejî’…
Emîr Şerefxanê Bitlîsê ku beşek di Şerefnamê de terxan kiriye ji bo basa Fermanrewatîya Dunbulîya û nivîsîye: ‘Mirovek bi navê Îsa koç kiribû û çûbû Azerbeycanê û êl û eşîr der û dora wî kombûbûn Fermanrewayek damêzrandîye. Seranên van êl û eşîran di despêkê de hemû Êzîdî bûn’(7). Ev ola kevn ya kurda dizivire ji bo hezaran sal berîya niha ku kurdan wekî Hînd û Ariyan ‘DÎVA û ŞÎDA’ perestbûn. Piştî hezaran sal Zerdeşt hatîye li ser vê olê destkarî kiriye ‘ Êzed û Ehreman’ anîye nav.. Êzîdîyan her çiqas navê ‘Êzîdî’ bi xwe ve girêdane lê waz ji ‘DÎVA û ŞÎDA’ neanîne. Wisa jî ‘Dîva’ bû ‘Diyawis Tawus -Tawus Melek’ û ‘Şîda’ jî bûye bi ‘Şidan-Şeytan’ û heta niha herdu jî li ba wan her pîroz û mezinin. Lê piştî hatina îslamê di serdema ‘Yezîdê Kurre Muawîye de serokên halperest yên wan eşîran her wekî serokên halperest yên hemî kêmasîyan ji bo ku xwe bibin pêşiyê û kulorê birevînin, navê ‘Êzîdî’ guherîn bi ‘Yezîdî’(8) û kurrên xwe bi navê Xelîfên Emewîyan binavkirin: ‘Muawîye, Yezîd, Welîd, Merwan, Hekem, Ebdulezîz û h.t.d…’ Dunbulîyên Êzîdî ku di destpêkê de bûn bisilman rêbaza şefîhî ya olî bikaranîn. Feyruz Abadî xwedanê ‘Qamus’ê nivîsîye: ‘Dunbulîyan di destpêkê de li ser rêbaza Şefîhî bûn û zanayên binav û deng wekî Ehmedê kurrê Nesîr, zanayê rêbaza Şefîhî û Elî kurrê Bekirê kurrê Suleymanê Fermayîştewan ‘Muhdis’ di nav wan de peyda bûye.(9) Piştî ku bûn şîî jî zanayê wekî Îbrahîm kurrê Husênê Dunbulî di nav wan de hatîye dîtin, bi ser ‘Nehc El- Belaxa’ şîroweyekî dûr û dirêj nivîsîye.(10) Lê wisa dîyare Dunbulîyên Gurcîstan yan Tiflîsê hêj waz ji olê kevn yê Êzîdî neanîne. Li sala 1959, gava ku em li Yekîtîya Sovyetê bûn, li Hotela Ukraynayê diman, ez û Şêx Letîfê Hefîdzadeyê Berzencî ji bo pîyase û gerînê di yekek xwaringehên Otelê de -Gellek mezin û fireh bû- digerîyan. Nişkeva du mêran bala xwe dan me ûji me re gotin : ‘fermoyîn mêvan bin’…Me nedikaribû bi kurdîya wan bi gel wan biaxivta. Di wê rewşê de Dr Hesenî Hîsamî gihîşte hawara me û wisa da fêmkirin ku em mêvanên dewletênin, nikarin daxwaza wan cih bi cih bikin. Vêca yekek ji wan ji min pirsî: ‘ Ez benî tu Şêx Tehsînî dinasî ? ‘ Min jê re got: ‘Belê’ got : ‘Ji wî re bibêje Rusan hemî kafirin Melekê Tawus qebul nakin. Bila me rizgar bikin’. Dîyare ku ewan bi dizî ve hem ‘Melekî Tawus’ diperest hem jî bawer bi pirtûka pîroz MEZDA ROJ- Meshefî Reş- hebû her wekî Êzîdîyên welatê kurdewarîyê.

Ez li vêrê vê yekê ruhn bikim ku Şêx Letîf wê demê şarval û miradxanî li ber bû; min jî cibe û kefî. Ji ber van kincan em naskiribûn. Eva jî li cem min seyîr nebû di kolanekî bajêrê Taşkend yê Ozbekîstanê de jî carekê em dibuhirin çend pîrejinan cibê min girtin û maç kirin.

ÎSA EBU MUSA KÎ BÛ?
Emîr Şerefxanê Bîtlîsî nivîsîye: ‘Mirovekî bi navê Îsa Ebu Musa ku di yekek wan herêman de - Hekarî yan Cizîra Botan yan jî welatê Şamê- welatê xwe bi cih hîştîye û di eşîra xwe çûye Azerbeycanê. Padîşayên wê demê herêma ‘SEGMANAWA’ dane wî ku bi xwe û êlên xwe ve tê de niştecih bin û tê da mijulî çandiniyê û xwedî kirina pez û dewaran bin.’(11)
Ebdulrezaq Begê Dunbulî nivîsîye: ‘Binemala Musa Begê Bermekî 150 salên rebeq parêzgerê Şamê bû. Emîr Îsayê kurrê wî gava ku Harun Reşîd ji vê malê hers bûye û ferman daye ku wan qirbikin, revîya û xwe gîyandiye li nav çiyayên Kurdistanê û li wê derê niştecî bûye. Piştî demekê di gel hinek malên Dunbulîyan berê xwe dan Azerbeycanê û li wê derê desthelatê peyda kiriye û Fermanrewatîyek damêzrandîye û pitir ji sî hezar kes yên eşîretan Dunbulîyan çûne li cem wî û herêmên ‘ Qutur-Awa, Cîq, Nexçewan, Weşrer û yên din xistîye li jêr desthelata xwe …’(12)
Gotinên Ebdulrezaq Beg mubalexeye û xwe girêdan bi malbata Bermekî ve ji bingeh ve derewe. Malbata Bermekî di serdemê xîlefeta Abbasîyan de tenê 17 salan xweşbext bûn û Musayê kurrê Yahyayê Bermekî jî piştî ku birayê wî Caffer hate kuştin, kete zîndanê çareserîya wî nedîyare. Ji bilî wê jî di serdema destpêka dewrana Ebbasîyan de qet şalyarek û serekşalyarek xwedanê nasnavê ‘padîşah’ nebûye heta dewrana ‘Al-buye’ ku dike nîva sedsala çaremê koçî ku ev bi rast bete zanîn ku wî Padişahîya wê herêmê daye wan. Her çawa bibe renge ev Îsayê hanê her ew Îsa be ku Emîn Zekî Beg bi nav kiribû Mîr Îsa bi ‘Selah- Eldîn bi nav û deng bû.Guya sed hezar xêzanên kurdên Êzîdî veguhastîye ji bo Azerbeycanê(13). Min basa vê nûçê di perawêzên Şerefnamê de kiriye.(14) Lê li wê derê jî serokanîyên min her pirtûkên Emîn Zekî Begê behîştîne, ku wî jî ji Asarê Şîî yê îmamîye wergirtîye.
NAVDARÊN DUNBULÎYAN
Mamoste Emîn Zekî Beg nivîsîye: Ji eşîra Dunbulî çend şax û bal cuda bûn bi wê sedêmêku di serdema ‘Mehmûn’ê Ebbasî û Teymûrleng û Sultan Sêlîmê Osmanî û Sefewîyan de hatin belavkirin ji bo xorasanê, Quçan, Şîrwan, Gence, Qerebax, Qerecedax û welatên din; bûn çendîn êl û eşîrên wekî: ‘Dunbulî Yehyahî, Dunbulî Şemsekî, Dunbulî Îsa Beghuyî, Dunbulî Eyubxanî, Dunbulî Begzadeyî û di gel wê de jî ev eşîra hanê ji sedsala çaremê koçî ve heta sedsala nehemê koçî hertim Fermanrewaya wan ya serbixwe hebû.(15)

EMÎR CAFERÊ DUNBULÎ YÊ YEKEMÎN
Armanç Caferê kurrê Yehyahî Bermekî yê şalyarê Harun Reşîde. Lê li gor min ev agahdarî pûç û valaye.Ji ber ku, Caferê Bermekî ne Dunbulî bû , eger kurdjî be wekî xwedanê Şerefnamê dîyarkiriye : ‘Ji kurdên kevn yên dewr û dora Xorasanê yên berî dewrana yên berî dewrana Î slamêye’. Li gor bawerîya min Caferê yekemîn yê Dunbulî divê Emîr Caferê kurrê mî Hesen be(16) ku di salên 226-227’ê koçî de li dijî ‘El- Muhteşem Xelîfeyê Ebbasî serhilda û gellek xelk çûn li gel wî. Muhteşem, Ebdullah Ezdî şand li Musulê û daxwaz jê kir bi gel wî şer bike. Cafer li wê demê de li ‘Manî’sî’(17) bû. Ebdullah li ser wî de serket û ‘Manî’sî’ dagirkir… Cafer hawar bir ji bo çiyayê DASİN(18) û di gelîyek asê de cih û war bû…Ebdullah li pêy wî ket, Cafer hêzek mezin kom kir û Ebdullah şikand û pişkeka mezin ya artêşa wî qirkir, gellek kes jê bidîl girt. Yekek ji wan Îshaqê kurrê Enesbû ku mamê Ebdullah û xezurê Cafer bi xwe bû, hemû kuştin… Gava ev nûçeya gêhîşt Muhteşemî, wî ferman daye Îtêx bi leşker ve biçe li ser wî. Vêc sala 225(19) bû ku çû li sser wî û dorpêç kir û kete kurdqirane. Hemû feqîr û hejarên kurd bidîlî şand ji bo Tîktît û Cafer ji heyfa vê yekê jehr xwar û serê xwe nizmnekir.

MÎR MİHEMED YA ‘MÎR EHMEDÊ ‘ DUNBULÎ
Ev Mîra çaremîn Mîrê vê binemala fermanrewaye di Şam de Fermanrewabû û hinek Qela û Koşk di herêma Hakarîyan de dagirkirîye û hinek şûn û warên giring li pêy xwe hiştine ku bi xwe damêzrandibû. Yekek ji wana Qela ‘BA’ye. Mirovekî olî û zana bûye, gellek pirtûk di derheqa zanist û hûner danaye. Li sala 387’ê koçî (997)ê zayînî mirîye û her di Qela Bayî de hatiye veşartin(20).
MÎR SULEYMANÊ DUNBULÎ
Rêberê dînî û cihanî bûye û desthelata wî li ser hinek bajêr û herêmên Kurdistanê, Şam û Azerbeycanê hebûye. Li Şengarê bi navê xwe ve ‘Seraya Silêman’ çêkirîye û gellek Qelayên giring yên din û gellek Tekke û xwendingehên dînî jî avakirîye ku kurrên kurdewarîyê zanîn û hûner têde fêr bibin. Guya ‘Şêx Recep Pirsî’ nivîsevanê pirtûka ‘Meşariq El- Enwer’ jî dostê taybetî yê wî bûye.(21) li sala 410’ê koçî(1019) mirîye.
MÎR CAFERÊ DUYEMÎN
Guya kurrê Emîr Silêmanê, serpêhatîya wî nehatîye zanîn. Guya di serdema deshilata wî de li çiyayê ‘Sincaran’ nêzîkî Qelaya Dunbul kanîya zêran hatîye dîtin. Ji van zêran re dihat gotin zêren ‘Caferî’. Ev kesa li sala 441’ê koçî mirîye.(22)
MÎR YAHYA
Mirovekî bi desthilat bûye li çiyayên Kurdistanê, Azerbeycanê û li welatê Şamê 1200 Tekke sazkiribû. Guya sî hezar xêzanên mesihî jî di bin fermana wî de bûn. Li sala 477(k)mirîye. (23) Tişta pir seyr ewe ku behîştî Emîn Zekî Beg di rûpela 385 ya dîroka xwe de wisa daye xuya kirin ku ev basa ji Şerefnamê wergirtîye. Lê gava min bi xwe Şerefname wergêrand li ser erebî, min ev basa ji devê Emîn Zekî Beg ve wergirtîye û min di rûpela 323 di perawêzê de nivîsîye. Ji ber ku ev agahdarî di Şerefnamê de tune bû.

EMÎR CAFER (ŞEMS EL-MULK)
Guya mirovekî bi desthelatbûye û gellek şûn û war li dû wî bi cih mane. Ji hemûyan bi nav û dengtir ‘Mînara Şems’e û Burcên din in ku bi serên xezal, nêrkûvî û gakûvîyan ve hatine çêkirin. Ew hevdemê ‘Menuçehrê kurrê Ferudunê Şîrwan Şahîyan’ bûye ku bi malbata ‘Benî Kesran’ bi nav û dengin ji salên 510(k) şûn ve keça Padşayê Gurcîstan xwastîye û heta salên 555(k) jiyaye. Ev mirov û Emîr Caferê Şems El- Mulk herdu dostên ‘Xayanî’ bûn ku gellek parçên helbestan li ser wan gotîye. Emîr Cafer sala 535’ê koçî mirîye. Bi rastî Xayanî di wan salan de jiyaye(520-595). Bêguman gellek pesna Menuçehr kirîye. Lê, ji gotinên di derheqa Emîr Cafer de gûmana min heye. Ji ber ku divê di temena 10 û 15 salî de helbestên xwe ji bo pesna wî nivîsîbe. Gerçî îro tiştên wisa tên dîtin. Lê di wê serdemê de dûr bûye xortekî 10 û 15 salî bikaribe biçe dîwana mîrekî. Çêdibe behîştî Emîn Zekî Beg ev ji pirtûka \'Danişmendanê Azerbeycan ya Mihemed Elî Terbîyet\' wergirtibe.

Em bên li ser basa Minaran \'Serê Ahu- Serê xezal\'an . Xwedanê \'Dîroka Xoy\' ku ji bo Şah Îsmaîlê Sefewî damara wî ya netewî dilive. Li cem wî wisa ye ku Şah Îsmaîl di rojekê de ewqas nêrkûvî kuştîye ku çend minare pêhatîye çêkirin. Belga wî jî gotina nivîsevanê \'Hebîba Lisyer\' e, ku gotîye: \'Pisporan li gor fermana Şah Îsmaîl ji serên wehşîyan çendin mînare çêkirin\'. Nivîsevanê pirtûka Xoyê ji vê gotinê tênegihîştîye. Ev agahdarî eveye: \'Şah Îsmaîl bîjîye kurd ku pişta xwe ji xelkê xwe zivirandibû û hezaran kurdên hejar şandibû sêdarê ji serên wan Mînar çêkiribû, eva jî li cem wan tore bû\'. Belga wî ya din jî ku \'Jak Dumurî Munşî Balyozê Îngîlîz yê li serdema Fettah Elî Şah\'e. Wî bi xwe nedîtîye, wî derewên nivîsevanên Îranî gewêj kiriye. Ji bilî vê jî xwedanê \'Dîroka Xoyê\' her xelkê Xoyê ye, gellek baş dizane ku sedan salin ev mînarên hanê bi navê \'Mînara Şems\' bi nav û deng in(25).
EMÎR BEGÊ DUNBULÎ
Tê gotin ku hevdemê Sultan Sencerê Selçuqî (511-525 (k)= 1117- 1131 z) bûye û dostayetî û peywendîyên wan pirr bi hêz bûye. Li bajêrê Xoyê gellek cih û war li pêy wî mane. Li sala 590\'ê koçî ango 1194\'ê zayînî mirîye.(26) Ev Emîra eger piştî Emîr Caferê Şems El- Mulk bûbe bi fermandarê Dunbulî, bêgûman negêhîştîye dewrana Seltenetê Sultan Sencer.

MÎR EHMED XANÊ DUNBULÎ
Kurre Emîr Beg e û miroveyekî bi hêz û desthilatdar bûye, gellek hez ji dostayetîya zana û edebdostan kiriye. Hestyarê mezın yê sofî \'Mewlana Celaleddînî Rumî, xwedanê Mesnewî û Dîwana Şemsa Tebrîzî (604-673) yekek ji dostên here taybetî yê wî bûye.. Li gundê \'Baba Ehmed\' yê nêzîkî çiyayên \'SİNCARAN\' ku bi navê xwe peyda bûye û mirîye û her li wê derê hatîye veşartin.(27) Di Şerefnamê de ev Mîr Ehmeda bi navê Şêx Ehmed Beg û ji nevîyên Îsa Beg tête naskirin. Guya di serdema Akkoyunluyan de(700- 908) fermanrewa damêzrandîye û Qelaya \'BAY\' û Hekkarî dagirkiriye. Piştî mirina wî kurrên wî Şêx Îbrahîm û Şêx Behlul ciyê wî tijî kirin.(28) Bi vê yekê ji bo me xuya dibe ku ew kitêbên Dunbulîyan bi xwe di derheqa malbata xwe de nivîsîye, zanistîyane û ciyê bawerîyê nîne..
EMÎR ÎBRAHÎM
Devera Fermanrewatîya wî li Tebrîzê bû, ku Cengîzxanê Moxolî ketîye welatgirtinê û bi riya aşitîyê û dostayetîyê ve di gel wî danûstandin kiriye. Bİ wî awayî welatê li bin destê xwe ji talankirin û wêrankirina Moxolan parastîye û li sala 692\'ê koçî mirîye.(29) Eve rast be jî dîsan di agahdarîyan de şaşî û nerastî heye. Ji ber ku Cenngîzxanê Moxolî di navbera 542- 624\'ê koçî de hebûye.(30)
EMÎR CÎMŞÎDXAN
Li sala 692\'ê koçî li ser textê fermanrewatîyê runiştîye û di herema Hekkarîyê de dijî artêşa Moxol şerkiriye. Li sala 725\'ê koçî Xazanxanê Moxolî arteekî pirr hêz şand li ser wî û şikandîye di herêma çiyayê \'Çilexane\' de di şerî de hatîye kuştin û li gundê \'Siyah Bay\' hatîye veeşartin(31) Li gor min dîsan şaşîtî di vê agahdarîyê de heye û ne raste ji ber ku Xazanxanê Moxolî di navbera 670- 703 de hebûye ku dike 23 sal berîya vî şerî.(32)

Emîr Behlûlê kurrê Ehmed Beg, Emîr Behlûlê kurrê Cimşîd guya li sala 760\'ê Koçî mirîye Şah Mansurê kurrê Emîr Behlûl ku li sala 795 mirîye. Ev hemû serdarên êla Dunbulî bûn û li ser wan hinek tişt hatiye nivîsîn ku ciyî bawerê nebû.

MÎR MAHMUDÊ KURRÊ ŞAH MANSUR
Ev Serdarê bi hêz û desthilatdar bûye. Di serdema padşayetîya \'Sultan Yildirim Beyazîdê Osmanî\' de (755-805= 1345-1403 z), bi xwe çûye di gel wî û bajêrê \'Mahmûdî\' avakir ku îro yekek ji bajêrên Kurdistana Tirkîyêye û li sala 820\'ê koçî li wê derê mirîye û her li wê derê hat^ıye veşartin.(33)
Emîr Welî\'yê Dunbulî ku li Xoyê bûye, Hacî Beg kurrê Emîr Welî ku di sala 822\'ê koçî de mirîye û Sultan Elî Begê kurrê Hacî Beg ku sala 835 mirîye û Emîr Nezerê kurrê Sultan Elî vana hemû ji Mîrên Dunbulî bûn.(34) Lê ez ji van agahdarîyan bigumanim.
EMÎR FERÛDÛN \'QİLİC\'
Fermanrewayê Kurdistan, Azerbeycan û Êrmenistanê bûye û paytextê bajêrê Xoyê bû. Nivîsevanê pirtûka \'Cihan Numa\' Hac Xelîfe (1017- 1067\'ê Koçî) gellekî pesna wî daye.(35) Guya li sala 860\'ê koçî mirîye.
EMÎR BEHLÛL KURRÊ EMÎR FERÛDÛN \'QİLİC\' \'HACÎ BEG\'
Ev mirova di serdema padişayetîya \'Cihan Şahê\' kurrê Qere Yusufê \'Qere Qoyunlu de (839-897) serdarê Dunbulî bûye yekek ji mûrîdên Şêx Cuneydê Sefewî bûye( ku Emîn Zekî Beg bi xeletî kiriye Şêx Heyderê kurrê Cuneyd) ku li sala 860\'ê koçî (ne 880\'ê koçî) kete şerî bi gel Sultan Xelîlê kurrê Şêx Îbrahîmê Şerwan Şahan. Behlûl piştevanî li hêza Sultan Cuneyt kir û di wî şerî de hate kuştin û di binê çiyayekî de hate veşartin ku îro ji vî çiyayî re tê gotin qorix û çêra Hacî beg û ji der û dora wê qorixê re jî tê gotin \'HACÎ BEGLU\'(36) Guya ev Emîr Behlûl ewqas bi desthilatdar bûye ku pişkek ji Teberîstan, Mazenderan û Daxistan jî di bin destê wî de bûye.(37) Bi nasnavê \'Hacî Beg\' hatîye naslirin û wî du kurr hebûn: Rustem û Elem..

EMÎR RUSTEMÊ DUNBULÎ
Guya bi nasnavê \'Şah Werdî Beg\' hatîye naskirin. Wexta bavê wî di şerî de hate kuştin temena wî yanzde sal bû, fermanrewaya Dunbulîyan da destê xwe ku Sultan Heyderê kurrê Cuneytê Sefewî kete şerî dijî Ferux Yesarê Şîrwan Şah. Emîr Rustemî alîkarîya wî kir û di vî şerî de hate kuştin.(898k) Hinek dibêjin di rubara \'KURR\' de xeniqî û termê wî ji avê hate derxistin û li gundê \'Nazik\' hate veşartin û li ser gora wî berwara mirina wî hatîye nivîsandin.(38)
EMÎR ELEM ŞAH
Mirovekî zîrek û aza bû di serdema padşayetîya \'Sultan Yaqubê Aqqoyunlu\' de(882- 892) ku di vê serdemê de li ser text bûye,gellek rûyê wî hebû. Ew eşîrên Dunbulî yên giradayî vî Emîrî bûn bi \'Elem Şah Beglu\' bi nav û deng in.(39)
EMÎR BEHRÛZÊ KURRÊ EMÎR RUSTEM
Serdarê Dunbulî û demekê jî fermanrewayê Geylan û yê Erdebîlê jî bûye. Di serdema Şah Îsmaîlê Sefewî de bi wî ve girêdayî bûye. Ji ber xweşbawerîyê û dilsafîyê nasnavê \'Selman Xelîfe\' daye wî. Piştî mirina Şah Îsmaîl vêca bû alîkarê \'Şah Tesmasb\' û dereca \'MÎRÊ MÎRAN\' jê re hate dayîn. Li sala 940(1534) ku Sultan Suleymanxanê Osmanî (Bi Qanûnî hatîye naskirin) fêm kir, \'Şah Tehmasb\' bi leşker ve berê xwe daye Xorasanê, ev yeka hanê derfet zanî, êrîş kir li ser Azerbeycanê û herêma Tebrîzê dagir kir. Şah Tehmasb, ku ev nûçe bihîst bi leşkerê westyayî û mandîbûyî ve vegerîya ji bo berevanîyê. Di vê rewşê de Emîr Beruz bi du hezar siwarîyên Dunbulî ve gehîşt hawara \'Şah Tehmasb\' û bi vî karî ve coşek da artêşê û morala wan bi hêz kir,piştî vî şerî ku bîst sal kişand. Emîr Behrûz waz ji kar û barên serdaritîyê anî ji bo nevîyê xwe û dest bi rêberayetîya olî ya Dunbulîyan kir. Bi xwe heta sala 985 jiyaye û di temena 95 salî de koça dawîyê kir.(40)
HACÎ BEGÊ KURRÊ ŞÊX BEHLÛL BEGÊ DUNBULÎ
Ev Mîra di serdema Padşayetîya Tehmasbîyê Sefewî de Fermanrewayê \'Xoy û Segmen Awa\' bûye û li hemberî dilsozîya wî ji bo dewletê nasnavê \'Sultan\' dane wî. Ew nasnava hanê ji bo sivik kirina Sultanê Osmanî bû. Osmanîyan jî li hemberî wê nasnavê \'Paşa\' dida xelkê ji bo sivik kirina navê Şah. Vêca dema ku Îskender paşa Mîrê Mîranê Wanê ji bo hawara Hesen Begî Mahmûdî û Xan Mihemed bi hêzên Kurdistanê ve êrîş kir li ser Hacî Begê Dunbulî ku paytexta wî bajêrê Xoyê bû. Hacî ji ber ku hêz û mirovên wî çûbûn ji bo şerî û ji wî dûr ketibûn, bi naçarî derîyên Qelan kîlîl kir û xwe têde qayîm kir. Lê xanima wî ku xuşka Hesen Beg û Mihemedê mahmudî bû bê agadarîya mêrê xwe bi gel birayên xwe rêkketibû û bi dizî ve nîva şevê derîyên Qelê ji bo dujmin vekiribû. Bi vî awayî Îskender Paşa bajêrê Xoyê dagirkiribû. Hacî Beg piştî şer û pehlivantîyek mezin hatibû kuştin û tenê kurrekî piçûk bi dû xwe hîştibû. Bi navê wî ango \'Hacî Beg\' lê hate kirin.(41) Êla Mahmûd ya Kurd jî her Êzîdî bûn. Lê Dunbulî bi Sefewîyan ve; Mahmûdî jî bi Osmanîyan ve girêdayîbûn. Gellek caran li ser qorix û çêrê û dagirkirina sînorê hevdu di navbera wan de bûye sedêmê şer û dujminayetîyê. Herdu dewlêtên Sefewî û Osmanî ji bo gihîştina mefên xwe yên ramyarî û aborî ew kirine pîyon û tuşa mezintirîn karesat û zîyan kirine.(42)
EHMED BEG KURRÊ BEHLÛL BEG
Ev serdara bi fermana \'Şah Tehmasbê Sefewî\' bûye fermanrewayê devêrên \'Segman Awa û Xoyê\'. Piştî ku Hacî Behlûl Beg hate kuştin ku êrîşa artêşa Osmanî li ser Xoyê zêde bû, seranên hêz, eşîr û êlên Dunbulî ketine li nav tirsê û ricîfinê û car û bar çûne li alîyê Osmanîyan. Ev bê îstîqrarîya wan \'Şah Tehmasbê Sefewî\' xistîye li ser hêrs û kînê gava ku Sultan Suleyman ji êrîşkirina li ser Nexcewan vegerîyaye ji bo paytextî û Şah Tehmasb dizanibû hêzên li ser tixûbê Osmanîyan kême ji vê derfetê mefa wergirtîye û xwe amade kiriye ji bo wergirtina herêmên ji dest çûbûn. Vêca hersê kurrên Behlûl Beg ango Ehmed Beg, Îsmîal Beg û Cafer Beg bi gel artêşa qizilbaşan şandîye ji bo Ardahan û bi dizî ve serleşkerên qizilbaşan tembîh dike: Li filan rojê hemû êla Dunbulî qirbikin. Serokên qizilbaşan ji bo pêkanîna fermana Şah 400 kes ji dilsoz û egîdên Dunbulî û hersê Emîrên navbirî dikujin. Şah Tehmasb bi xwe her di wê demê de bi şûr ew Dunbulîyên di koşka wî de efser, karbidest û notirvanên taybetî yên wî bûn, qirdike û serê wan jê dike ku hejmara wan 23 kes bû.(43)
MANSUR BEGÊ KURRÊ MİHEMED BEG
Di vê karesatê de tenê Mansur Beg serê xwe rizgar dike û direve ber bi Kurdistana Osmanî. Bi fermana Sultan Sêlîmê Osmanî deverên \'Quturdere\' û \'Bargîrî\' dane wî nokerîyê rizgarbû, Dunbulî li dewr û dora ala xwe kom kir. Bi dirêjîya jiyana xwe rêvebirina kar û barên êla xwe ve mijûl bû. Piştî mirina xwe du kurr bi pêy xwe hîşt: Welî Beg û Qilic Beg. (44)
QİLİC BEGÊ KURRÊ MANSÛR BEG
Piştî mirina bavê wî Osmanîyan Nexcewan dagirkir. Devera \'Awciq= Ocuq\'ê xiste li jêr dest, gellek azayane û serbestîyane fermanrewaya van derana girte destê xwe ku Emîr Şerefxanê Bîtlîsî li sala 1005\'ê koçî , wê dema Şerefname dinîvîsî ew hêj dijîya û Emîrê welatê xwe bû.(45)
EYUB XAN
Guya nevîyê Emîr Behrûzê kurrê Emîr Rusteme. Pêla wî ya Mîrê Mîran (Beyler Beyi) hebûye. Bi pêla Serdarî ya here bilind ya artêşê \'Riyaset Erkan ame\' ve hatîye xelatkirin û li sala 994\'ê koçî mirîye.(46) Lê xwedanê dîroka Xoyê ku bi vê nûçê qayîl nabe û dibêje: \'Eyubxan kurrê Ken\'an Xelîfeyê kurrê Selman Xelîfeyê Dunbulîye\' (47) Lê serokanîyên herdu nivîsevanan li ciyê bawerîyê nînin.

HACÎ BEGÊ KURRÊ HACÎ BEG
Me berê jî dîyarkiribû ku wê dema Hacî Beg hate kuştin, zarokekî li ber şîr jî li pêy xwe hîştîbû, navê \'Hacî Beg\' lê hatibû kirin. Şah Tehmasbê Sefewî ferman da ji wî re dadîyekê bigirin. Heta mezin bû û pêgêhîşt ew xist li rêza efserên notirvanên mezin yên koşka xwe(Qorucî).

Piştî demekê fermanrewayîya di devera \'ABAQA\' de wî û eşîr û êlên Dunbulî li dewr û dora wî kombûn. Di salên 984- 998\'ê koçî de ku şer di navbera Osmanî û Sefewî de destpêkir û dema 20 salan kişand. Tehmasb Îsmaîlê duyem û Mihemed Xwabende yek ji piştî yek mirin û Ebbasê Sefewî hate li ser text. Emîrxanê Musil yê Turkman bi serdarê Azerbeycanê hatibû danîn û di gel Osmanîyan di şerî de bû. Wî Hacî Beg bi gel hêzên Dunbulî birîbû ji bo şerî ku leşkerê wan şikest û hate tengezar kirin. Hacî Beg di rûbara \'KUR\' de xeniqî.(48)
SULTAN ELÎ KURRÊ CİMŞÎD BEG
Li wê serdema ku Şah Tehmasb fermana qirkirina Dunbulîyan dabû. Ev Elî Beg yekek ji efserên baregayê Şahî bû. Ji xweş bextî xwe di wê demê de çûbû ji bo \'Esfehan\' ji bo komkirina bac, xerac û serane, nêzîkî 200 Tuman(49) komkiribû. Ku li wê derê nûça qirkirina Dunbulîyan bihîst û revî xwe gihand Wanê û li wê derê xwe di nav eşîr û êlên Dunbulî de veşart. Piştî demekê hêrs û kîna Şah Tehmasb vemîrî û bangewazîyek da ku Dunbulî efû kiriye.

Sultan Elî ev rewş baş zanî û vegerîya alîyê Sefewîya û sed Tumanê ji wan peran ku biribû li xwe anibû û biribû ji bo Şah Teymasb ku vê carê ew bi xweşî ve wergirt li cem xwe.

Piştî demekê ku Sultan Mihemed Xwabende hate li ser text fermanrewatîta Dunbulî pê rewa dît û devera \'Silêman Sera\' û nîvê devera \'ABAQA\' xiste li ser wan deveran ku di bin destê wî de bû. Vêca Sultan Elî çar salê rebeq ev herêma rêvebir. Şerê navbera Osmanî û Sefewî hemû caran welatê li bin desthelatîya wî wêran dikir. Di dumahîkê de tenê devera \'Dereya Alakîs\' û \'Şerûr\'a Nexçewanê bi destê wî de ma. Gava wî koça dawîyê kir. Ev sê kurr li pêy wî man: Nezar Beg, Qilîc Beg û Husên Beg.(50)
NEZER BEGÊ KURRÊ ELÎ BEG
Piştî mirina bavê wî ji alîyê Sultan Mihemed Xwwabende ve fermanrewatîya Dunbulî pê hate spartin. Piştî demekê ku Osmanîyan herêma Êrîvanê (Yerîvanê) ji Sefewîyan send, Senan Paşayê Cexalezade pêla Wezîrî bû Serdarê vê herêmê.

Ev Nezer Beg di gel hinek ji serdarên eşîrên \'Rumlu Elbawit\' yên qizilbaş û \'Çemeşkezig û Sehdlu\' yê Dunbulî de ku di wê demê de li \'Çuqur Sehd\' rudiniştin- ku îro dikeve pişka Azerbeycana Sovyetî- piştgirîya dewleta Osmanî kir û bi riya \'Senan Paşa\' ve çûn ji bo dîtina \'Ferhat Paşa\' yê Salarê osmanî li Erzîrum. Vêca Ferhat Paşa ferman da ku her wekî serdaretîya Segman Awa, Silêman Sera û Çaldiran di destê bav û bapîrên wan de bûye dîsan bidin wan (Ango bi Nezer û Qilic)
Lê di wê serdemê de \'Segman Awa\' û \'devera Bargirî\' bi fermana Şah Tehmasb û piştre bi destûra Mihemed Xwabende hatibû dayîn Mansur Begê Mahmûdî. Vêca ku ev destûra nû ya Ferhat Paşa derçû, Mansur Begê Mahmûdî serê xwe beramberî wî nizm nekir û herdu dewletên Osmanî û Sefewî jî hersendek wisa digerîyan ku agirê şerî di navbera Kurdan de geşbikin û hejar û bêçareyên kurd xwe qirbikin û meydan ji wan re xweş bibe ku sînor û axa bindestên xwe firehtir bikin. Vêca êlên Mahmûdî û Dunbulî bi gel hevdu ketin şerî. Ji vî alîya Nezer beg û Hesen Begê birayê wî û heştê mêrên egîd û azayên Dunbulî hatin kuştin; ji alîyê dinê jî sedan kesên Mahmûdî bûne sutemanî û qurbanî ya dewa û hewesa dujminan.(51)
QİLİC BEGÊ KURRÊ SULTAN ELÎ BEG
Piştî kuştina herdu birayên (Nezer Beg û Hesen Beg) wî bi gel komek ji serdarên êla Dunbulîyan berê xwe da Erzîrumê û çû li cem Ferhat Paşayî û li wê derê gilîyên xwe, derdê dilê xwe jêra anîye zmên. Karesat jî ji bo Ferhat Paşa ruhn kir. Ferhat Paşa jî destûr da ku Mansur Beg û serdarên êla Mahmûdî ku di wî şerî de bûn, bînin li cem hev ji bo vekolîn li ser vê karesata nelirê. Vêca lijna lêkolînê hat çêkirin ji çend endaman: yekek ji wan endaman Emîr Şerefxanê nivîsevanê Şerefnamê bû. Gava çûn li ser bingeha sedema şeran, xuya bû ku sedem fermanên berevajî û dijî hevdu yên Ferhat Paşa ne ku daye. Her carekê ferman daye wan herêman bixe li bin desthilata yekek jiwan. Ku ji vê yekê jî armanc ew bûye kurdan dijî hevdu derxe û hevdu bide kuştin wisa jî dewletên Osmanî û Sefewî bi dilê xwe bijîn.

Vêca Ferhat Paşa bi xwe naçar bû alozîyan dûmahîk bîne wan wan aştbike û rêkbixe. Bi wî awayî ku Mansur Begê Mahmûdî herêma \'Segman Awa\' bide Emîr Hacî Begê nevîyê Hacî Begê mezin û herêma Çaldiranê jî bixe li jêr destê Qilic Begê.

Vêca herdu êlên Dunbulî û Mahmûdî naçarbûn serê xwe ji bo aşitîyê rêkketinê xwar bikin.(52)
Lê Şah Ebbas ku hate li ser text û desthelata wî zêde bû carekê din herêma Tewrîz ji destên Osmanîyan derxist.

Qilic Beg, xweji desthelata Osmanîyan rizgar kir û xwe li ser Sefewîyan qelem da.

Îskender Begê Tirkman, nivîsevanê taybetî yê Şah Ebbas dinivîse: Piştî dagirkirina Qela Êrîvanê( Yerîvan) di sala 1012\'ê koçî de ferman hate dayîn ku dîyarî û nîşan bête dayîn bi wan serdarên Kurd ku xwe bi xoşevîstîya Şah Şahsun qelem dabûn û çûbûn axa binê nigê wî maç kiribûn. Wek; Xazî Beg, Qoçî Beg, ji kurrên Şah Qulî Bilbilan, serdarê Hekarî Qilic Beg, Cemşîd Sultanê Dunbulî, Mansur Begê Mahmûdî û kurrên wî yên din. Vêca her yek ji wan deverek, ji herêmê xist bin destê xwe.(53)
CEMŞÎD SULTAN
Ev serdara bi gel çend eşîrên Dunbulî ve ji desthelata Osmanî veqetîya bû xwe avêtibû alîyê dewleta Sefewî. Di wan şeran de ku Şah Ebbas di Belx û Xorasanê de kiribû vî Cemşîdî tê de pişikdarî kiribû û egîdê û azayetîya xwe nîşan dabû. Vêca sala 1011\'ê koçî Şah Ebbas ferman dabû ku ji xelata xizmetê wî bike fermanrewayê \'Merend\'ê nêzîkî Tewrêze. Piştî ku Qelayê Yerîvan dîsan hate dagirkirin hinek deverên din wekî dîyarî ji wî re hate bexşandin. Sala 1014\'ê koçî ku leşkerên Osmanî û hêzên serdarên kurd êrîşkirin li ser \'Xoy û Merend\'. Vî Cemşîdî berevanîya temam ji welêt kir û ji alîyê xwe ve leşkerê Osmanî şikand û heta sê mîla kete li nav axa Osmanî. Lê, artêşa li ser Osmanîyan ji ber dujminayetî eşîrtîyê ji hemû alîyan ve dora wan pêça û di vî şerî de gellek kes ji egîdên Dunbulî û yên din hatin kuştin. Cemşîd xwe xelaskir ev karê wî bû sedêmê vê yekê ku li ciyê xelat û aferîna azayetîyê û egîdîyê, tûşa loman û gilîyan bû.(54)
SELMAN SULTANÊ DUNBULÎ
Li gor \'Tarixa Xoy\'ê di bingeh de navê wî Emîr Behrûzê duyem bûye(55) ku divê kurrê Şah Benderxan be ku di jêrenotên \'Şerefnamê\' de navê wî hatîye (56) û nasnavê wî Subaşî (Mudirê Polîs) bûye.Ew gêhîştîye koşka Şah Ebbas û bi temamî nokertîya xwe nîşan daye û Şah Ebbas navê \'Selman\' lê kiriye ku navê bapîrê wî jî \'Selman Xelîfe\' bûye.
Sala 1017\'ê koçî pêla \'Sultan\' daye wî û kir rêveberê \'Curs û Selmas\'. Eva seyîr ewe ku rehmetî Emîn Zekî Beg navê vî mirovî anîye zmên û usa nîşan daye ku Şerefnamê wergirtîye û dema mirina wî li sala 1014\'ê koçî tomar kiriye.(57)
Lê di serdema wî de Şerefxan zû de miribû, min ji jêrenotan eva wergirtîye. Vêca di vê serdemê de ku ew Mîr bûye, Mihemed Paşayê kurrê Zalpaşa ku yekek ji serdarên Osmanî bû di gel wî hevsînor bû û fermanrewayê \'ercîş\' û \'Adîlcawaz\'ê bûye. Car û bar wî êrîş birîye li ser devera jêr desthilatîya Selman Sultan ku hawar şandiye ji bo Pîrbudaqxanê fermanrewayê Tewrîz û daxwaza alîkariyê û hevkarîyê jê kiriye. Vêca ji bo pêşgirtina Mihemed Paşa hêzek hate hawara wî. Li sala 1035\'ê di navbera artêşa Osmanî û ya îranî de şer çêdibe. Wê gavê Pîrbudak fermanrewayê Tebrîzê bû. Serdarê Artêşa osmanî jî li wê dewr û dorê, Tekellu Paşayê Beglerbegê Wanê bûye. Hinek serdarên kurdên wê deverê jî bi gel wî bûn. Selman Sultan jî di vî şerî de pişikdarî kiriye û heta dewr û dora Wanê pêşketîye. Ji ber vê azayetîya hanê di dilê Şah Ebbas de ciyekî taybetî girtibû û nasnavê \'Xan\' jêre hate bexişandin. Her wisa dema ku kurdên Soran( Ango, navbera herdu Zapên Mezin û Piçûk = Parêzgeha Hewlêra îro) û Bradost( Armanc êlên ji Mîrê Lepzêrînê Qela Dimdimêye) êrîşkiribûn li ser Urmîyê(Rezaye). Selman Sultan bersînga wan girtibû.(58) Guya di serdema Şah Sefî de jî ku piştî mirina Şah Ebbas di sala 1038\'ê koçî de hatibû li ser text. Di wê demî de Sultan Muradê Osmanî êrîş kiribû li ser Azerbeycanê, her wisa di wê serdemê de jî Walîyê Bexda Ehmed Paşa bi gel Îranê di şerî de bû. Vî Sultan Selmanî di çiyayên Hekarîyê de berangarîya Ferhad Paşayê Serdarê Osmanî kiribû û azayetî nîşan dabû. Ev Mîra heta nefesa dawîyê ya jiyana xwe her fermanrewayê \'Curs û Selmas\' bûye û piştî mirina wî her di wê Qelayê de hatîye veşartin ku bi xwe li \'Curs\'ê avakiribû.(59)
ELÎXAN
Kurrê Behrûzxan( Selman Sultanxan)e, bi nasnavê \'Sefî Qulî\' hatiye naskirin (ji ber ku xizmetkarîya bi dilsozî û nokertîya barhilgirî ji bo \' Şah Sefî\' kiriye). Gava Sultan Muradê Osmanî êrîş biribû li ser Azerbeycanê û Ferhad Paşayê serdarê wî jî êrîş kiribû li ser Kurdistanê. Wê demê vî Elîxanî gellek egîdî nîşan dabû. Piştî ku Walîyê Bexdayê Ehmed Paşa êrîş kir wî bi aşitîyane şer bi gel wî dûmahîk anî. Heta mirinê her fermanrewayê Azerbaycanê û Ermenîstanê bûye.(60)
Çend kurr li pêy wî bi mabûn. Ji hemûyan bi nav û dengtir: Murtaza û Qiyas bûn.

MURTAZA QULÎXAN
Kurrê Sefî Qulîxan(Elîxan)e. Di dewrana Şah Ebbasê duyem de yekek ji here nêzîkên Şah bûye. Gellek hewl daye û piştevanîya wî kiriye heta anîye li ser text. Ji ber vê yekê Şah Ebbas dereca \'Xan\' dabû wî. Wî mirovî di bajêrê Îsfahan de gellek koşkên mezin avakiribû. Her wisa di bajêrê Qumê de jî salona \'Xwabigake\' ya \'Hezreta Mehsume\' nû kiriye û Qela \'Curs\' ji nû ve çêkiriye û di bin serpereştîya wî de ew herdu mizgeftên \'Beşko\' û \'Ewreng\' li bajêrê Esfahanê hatin çêkirin. Di wê demê de brayê wî Qiyas Beg Mîrê \'Kaşan\' bû. Navbera herduyan xirab bûbû. Murtaza ji Esfahanê ve berê xwe da Qumê ji bo ku serê wî biçemine. Lê,Qîyas qet morala xwe winda nekir û pêşwazîya wî kir. Wî jî ew efû kir. Lê Qîyas Beg bi nêhînî û bi dizî ve jehr da wî û ew li wê derê mir. Şahbazxanê kurrê wî ku bi gel wîbû ev tawana mamê xwe veşart ji bo ku dujmin şa nebe. Termê bavê xwe bir Qumê û liwê derê veşart. Murtezaxan yanzde keç û sê kurr hebûn: Şehbaz, Şahnewaz û Eyub.(61)
QÎYAS BEG
Kurrê Sefî Qulîxan(Elîxan)e. Yekek ji nokerên gellek nêzîk yên şah Ebbasê Sefewî yê duyem bû. Piştî ku jehr da birayê xwe Murteza Xan, bû serdarê êla Dunbulî. Li sala 1058\'ê koçî ku, Şah Ebbas êrîş kir li ser Afxanîstan ji bo dagirkirina \'Qendehar\'. Ev Qiyas Bega di gel Şah Ebbas Duyem bû wê dema ku ew di şerî de şikest, hejmarek mezin ji egîd û azayên êla Dunbulî û serokên wan bûn qurbana nokertîya bigane. Vêca Qiyas Beg ji şerm û rûreşîyê ne tenê rûyê wî tune bû Şah Ebbas bibîne belku rûyê wî tune bû êla xwe û herêma Azerbeycan jî bibîne. Ji ber van sedeman li \'Kaşan\' cihnişîn bû. Şah Ebbas ferman da çend gund bajarok xistin li bin desthelatîya wî ji bo bi xwe û zilamên wî yên ku ji devê şuran rizgar bûbûn tê de cih û war bibin bi kar û şolên xwe ve mijûl bibin. Vêca malbata Qîyas Beg û zilamên wî li \'Kaşan\' û dewr û dora wî bi navê eşîra Zerabî (bikuj-lêder) ku armanc bi berevajîya wî hatin naskirin. Ji van Dunbulîyên Kaşan helbestvan û Edîb û hunermendên gellek jêhatî peydabûne ku li dora xwe li ser wan diaxivin.(62)
EMÎR ŞAHBAZXAN
Kurrê Murtaza Qulîxane. Li sala 1122\'ê koçî (1710) piştî mirina bavê xwe bûye Mîrê Dunbulîyan. Di serdema Şah Ebbasê Duyem de yekek ji yawerên wî bû. Lê di serdema Şah Silêman û Şah Husên de waz ji yawerîyê anî û vegerîya li nav êla xwe û Fermanrewatîya XOY jê hate spartin. Vêca her wekî Mîrê dinyayî yê êla Dunbulî bû. Her wisa Mîrê dînî û rêberê wan bû. Ji bo qencîtîyê û karên baş rê nîşana wan dida. Ku Ebdullah Paşayê Koprulîzade, bû walîyê Wanê û êrîş kir li ser herêma Xoyê. Şahbazxan di Qela Xoyê de xwe qayîm kir û xwe xiste kemînê û 12 meh di dorpêçê de ma. Piştî van 12 mehan artêşa Osmanî Qela bajêrê Xoyê dagirkir û Şahbazxan û 38 kes ji serok, navdar û xizmên wî ku berevanî kiribûn di sala 1144\'ê koçî de bi şûr û tîx hatin parçe-parçe kirin.(63)

MURTEZA QULÎXANÊ DUYEM Û NECEF QULÎXANÊ BİRAYÊ WÎ
Sed mixabin nivîsevanan eve xuyanekirine ku ev herdu serdaran kurrên kîjan serdarê Dunbulîne. Lê ev herdu serdaran di Padişahîya Nadîr Şahê Efşar de ji fermandeyên bi nav û deng yên artêşa Îranî bûn.

Nadîr Şah karê komkirina bac û serana bajêrê \'Xoyê\' û êla Dunbulî bi van herdu birana spartibû. Di encam de ew bi vê yekê tawanbarkirin ku guya 100 hezar tumen dizîne û biryar dabû ku divê vî diravî şunda bidin. Ew ji bo ku vî diravî ji êl û eşîra Dunbulî kombikin wisa jî ji Nadîr Şah xwastin ku derfeta wan bide û biçin nav êla xwe. Gava her du bira rizgarbûn û guh nedan fermana şah û namek ji bo serdarê artêşa Osmanî nivîsin ku fermandeyê herêmên Qers û Erzurumê bû û daxwaza penabertîyê ji dewleta Osmanî kir.

Ev bûyer di wê serdemê de rûdabû ku Nadîr Şah di ser herêma Kurdistanê de derbas bibû û dora Qela Musilê pêçabû. Gava Nadir Şah ev nûça bîhîst ji daxê ricifî û waz ji dorpêça Musilê anî û vegerîya ji bo Îranê. Şah Nadir ferman da \'Mihemed Rezaxanê Qirxîluyê Efşarî\' bi lez bigîhîje herêma Dunbulîyan serhildana wan bişkêne û koka wan holê rake.

Di encam de şer çêbû di navbera Osmanî û Efşarî de û artêşa Osmanî şikest û Murteza Qulîxan di şerî de hate kuştin.

Vêca Nadîr Şah nama lêborînê di nav eşîra Dunbulîyan de belavkir û Qur\'anek ji destnivîsa \'Mîrza Ehmedê Tewrîzî\' bi navê \'Bawerîyê\' şand ji bo Necef Qulîxan. Vêca ev serdara bi xwe û eşîra Dunbulî ve vegerîyan Îranê û welatê xwe li Xoyê bi cih û war bûn û di gel serokên din yên Dunbulî de dereca bilind wergirt. Gava Nadîr Şah hate kuştin û Îbrahîm Paşa yê kurrê birayê wî li ciyê wî rûnişt….. Piştî wî jî di serdema malbata \'ZEND\' dewra wan gellek xuyabû.

Kerîmxanê Zend di meha hecîyan ya sala 1177\'ê koçî (1764) de ferman da ku van herêman bixe li bin desthelatîya wan: Etrab, Alan, Beraxuş, Erewneq, Mîhranrud, Serdsera, Dîhxwaregan, Ucan, Heştrud, Merend, Germrud, Serab, gerger û hinek ciyên din…

Vêca di vê serdemê de ku \'Mîrê Mîran\' yê Tebrîzê bû. Li bajêrê Tebrêz zelzele çêbû û bajar wêranbû. Kurrekî Necef Qulîxan di bin dar û berên kawilê de mir. Lê ew bi xwe jî rizgar bû. Paşê wî bajarê Tewrêzê dubare avakir. Wî sûrek fireh li dewr û dora bajêr çêkir. 12 derîyên wê sûrê hebûn. Her wisa jî serayek mezin ji bo karên dewletê çêkir. Ku îro jê re tê gotin defterxana Şahî. Ev Necef Qulîxan edîb, zana, helbestvan û bîrbir bû. Li sala 1196\'ê koçî (1782) mir.(64)
ŞEHBAZXANÊ KURRÊ MURTEZA QULÎXANÊ DUYEM
Yekek bû ji ewên ku di dewrana Îbrahîm Şahê Efşarî (Birazayê Nadîr Şahê Efşarî) de gellek bi rûmet bû. Bi gel wî çû ber bi Xorasanê û di qehremantîya Îbrahîm Şah dijî Adil Şahê Birayê wîde pişikdar bû.
Piştî ku Îbrahîm Şah hate kuştin, hawar bir ber bi \'Azadxanê Afgan\' û bi gel wî êrîş kir li ser Azerbeycan û bû yekek ji fermandeyên mezin yên artêşa Afgan dijî artêşa Kerîmxanê Zend….Herwisa di wan şeran de ku di navbera \'Fetîh Elîxanê Efşar\' û \'Kerîmxanê Zend\' de rû da bû. Ev Şahbazxana bû alîgirê Fetîh Elîxan. Împaratorê mezin yê Îranê ew efû kir û serdaretîya \'XOY\' û \'SELMAS\'daye wî. Piştî demekê wisa diyare ku Kerîmxan ji wî bi guman bû. Ji ber vê yekê hem Şahbazxan û hem hemû serdarên Azerbeycanê bangkir ji bo Şirazê û li wê derê akincî kirin. Bi gel van hemû karên wî, Kerîmxanê Zend gellek jê hez dikir. Ji ber vê yekê keça xwe Sahîb Sultan Xanim bi gel kurrê wî Ebu El- Fetîhxan zewicand. Ev serdarê Dunbulî sala 1187\'ê koçî li Şîrazê koça dawîyê kir.

(65)
EMÎR EHMEDXANÊ DUNBULÎ
Guya piştî ku Murteza Qulîxan û Necef Qulîxanê birayê wî çûn alîyê dewleta Osmanî ew li ciyê wan bi Mîrê êla Dunbulî ew li ciyê wan bi Mîrê êla Dunbulî hatiye dayîn. Herwisa di serdema Kerîmxanê Zend de jî ku Şahbazxan fermanrewayê Xoy û Selmas bû. Ev Mîr Ehmeda her Mîrê êla Dunbulî bû. Piştî ku Şehbaz li ser fermana Kerîmxan çû Şîraz ev Mîr Ehmeda li Xoy û Selmas ma desthelatekî gellek bi hêz destxistîye. Û ew bû fermanrewayê serbixwe yê wê dewr û dorê û sed hezar xezanên êla Dunbulî li ser wî bûn.

Ehmedxan mirovekî zîrek, aza, xoştevî, daner û dadperverbû. Ji xweiya lawandina wî, hezaran mirovên hunermend, pispor û hûrkar ji bo bajêrê Xoyê akincî bûbûn. Her wisa di serdema desthelata wî de herêmên Merend, Zenuz, Erewneq, heta qiraxq rubara Aras her wisa Tewrêz, Selmas û Qerecedax vejiyan û pêşketin. Ji bilî vê,li ciyê bajêrê Xoyê yê kevn bajarekî nû avakir û kolan û cadde û derîyên wê pehn, fireh û rast damêzrand û gellek bax û baxçe li dewr û dora bajêrî çêkir. Di nav bajêr de çend Hemam, Kerwansera, Xan û Mizgeft avakir û şand minarên herdu (Îmamî û eskerî) mizgeftan li Samerayê çêkir. Herwisa li bajêrê Xoy sera serayeka dewletê ya gellek mezin damêzrand. Di wan deman de bajêrê Urmîyê (Rizaye niha) ku devera Ustane (Parêzgeh) li ser bi Xoyê bû, kurrên Şehbazxan ku xwe bi xwedan heq dizanîn di fermanrewatîyê de ji Mîr Ehmed re ketin hîle û fêlan û di mêvandarîyê de biryara kuştina wî da. Lê ew jî dilreşîya wan agahdar bû, xwe ji eywana koşkê avêt xwarê û xwe veşart. Lê kurran her di wê mêvanîyê de kurrê wî kuştin. Ku navê wî \'Kelb \'Elîxan \' bû. Piştre pêy wî gerîyan ew dîtin û roja çarşemba rebîh el-ewil 1202\'ê koçî kuştin di wê mizgeftê de hate veşartin ku bi xwe sazkiribû.(66)
EMÎR HUSÊN QULÎXANÊ DUNBULÎ
Kurrê Emîr Ehmed bû. Gava ku kurrên Şehbazxan Emîr Ehmed kuştin ev kurra bidîlî birin û avêtin zîndanê. Lê kurrê wî yê din navê wî Cehfer Qulîxan bû, rizgar bûbû xwe giyandibû li nav êla Dunbulîyan. Di nav bîst rojan de hejmareka baş ji aza û e gîdên Dunbulî komkiribû û \'XOY\' girt û mêrkuj hemû kuşt.(67)

Emîr Husên, birayê xwe yê mezin jî ji zîndanê rizgar kiribû û ew anî li ser textê fermanrewatîya Dunbulîyan. Di wê demê de \'Zekî Xanê ZEND\' li ciyê Kerîmxan girtibû. Dewleta Dunbulîyan bi resmî naskir û ferman ji bo mor kir ku ev ciyana di bin destê wan de bin: \'XOY, TEWRÊZ Û MEREND\'…
Sala 1204\'ê koçî ku malbata Qaçar bi pêşengîya \'Axa Mihemmed Xanê Nêremuk\' li ser malbata Zend serketin û zal bûn. Vî Emîr Husênî di gel Axa Mihemmed peymana dostayetîyê girêda û diyarî û bac jê re şand. Axa Mihemed wê dema vê dilxweşîya wî pêhesîya herêma \'Erdebîl\' jî xist li bin desthelatdarîya wî û keye lawandina wî û daxwaz jê kir ku mal û zarokên xwe bibe li bajêrê Qezwîn. Gava ku Axa Mihemmed êrîş bir li ser \'Qerebaxê\' û bi gel \'Îbrahîm Xelîl Cewanşîrê\' Emîrê wê derê ket şerî, Husên Qulîxan tev li vî şerî bû tê da ciwanmêrî û azayetî nîşan da. Axa Mihemmed ji xelata azayetîyê dereceya MÎRÊ MÎRAN da wî û herêma Qerecedax jî xiste li ser welatê bin destê wî. Piştre ew kir Serokê Arteşê yê pişka Azerbeycanê. Paşê Husên Qulîxan di gel Îbrahîm Xelîl de peywendîya zava û xezûrtîyê damêzrand. Ji ber vê yekê Axa Mihemmed di derheqa wî de ket gumanê û ew şand û mala wî anî Tehranê û li wê derê xist li bin çavderîyê. Fermanrewaya Dunbulîyan da Caffer Qulîxanê birayê wî. Ku axa Mihemed xanê Nêrîmuk wî alîyê rubara Aras di Qela Şuşî de li sala 1211\'ê şoçî hate kuştin. Sadiq Xanê Şikak şoreşek destpêkir bi artêşa ve berê xwe da Tehranê ji bo tepeserkirina Fetîh Şahê Qaçar ku li ciyê Axa Mihemmed bûbû Şah. Beşek ji hêza xwe şand ku biçin bajêrê Xoyê dagirbikin ku paytexta fermanrewatîya Dunbulîyan bû. Lê Fetîh Elî Şah di şerî de li ser Sadiqxan serket û serdaretîya Tewrêz û Xoy da Cafer Qulîxan. Lê gellek nekişand Caferxan, Sadiqxanê Şikak û Mihemed Qulîxanê Efşar peymana dostayetîyê girêdan û dijî Fetîh Elî Şahê Qaçar şoreşek destpêkirin. Lê, Fetîh Elî Şah sîyaseta \'parçe bike û rêvebibe\' kar anî. Yekser rûyê lawandinê nişanî Emîr Husên Qulîxan da û ji bilî xebat û nişanan fermanrewatîya Tewrîz û Qerecedaxê jî pêşkêşî wî kir û xiste rê ji bo rêvebirina kar ûbar û arteşek xist di bin fermana wî da ku Cafer Qulîxan nekarî bersingê artêşa Qaçar bisekine. Li sala 1213\'ê koçî ber bi ser sînorê Osmanîyan revî û bi zor û bi razîbûn hejmarek gellek mezin ya ya egîd û serokên Dunbulîyan bi gel xwe hilda û bir. Gava ku wî Xoyê li cih hîşt Emîr Husên Qulîxan gêhîşte Xoyê û li serê bajêr peya bû.

Fetîh Elî Şah di wê serdemê de hate Azerbeycanê, Emîr Husên Qulîxan pêşwazîkir ji bo serdana wî û di baxê \'Dil Guşa\' de mêvandarîya wî kir. Ewqas baxekî xweş, geş bi gul û gulzar xemilandibû ku \'Rewzeyî Rezwanî Behîşt\' li hemberî wî histîxwar bû. Piştî xizmetê giranbihaya çend hezar tumen dîyarî û bacên gellek degmen û bi nirx ji bo wî amadekir û ji kel û pelên Rusî, Frengî û Romî li çend huştir û hêstira barkir û da Şahî. Di vê mêvanîyê de sedan Mîr û Beg û 3000 suwarî û pêya di gel de bûn.

Gava Fetîh Elî Şah Azerbeycan bi cih hîşt û nûça serbilindîya Husên Qulîxan gêhîşt Cafer Qulîxanê birayê wî pirr dilteng bû. Ji rewşê mefa wergirt hejmareka mezin ji Kurdên Êzîdî, Şikak û Dunbulî komkir û êriş bir li ser \'XOY\'ê. Husên Qulîxan ji tirsê hawar bir li ber fermande, Mîr û begên ser bi Qaçarî û daxwaza alîkarîyê ji wan kir. Her wisa şikayetnameyekî dûr û dirêj ji bo Fetîh Elî Şahê Qaçar nivîsî. Bi vî awayî alîkaryek mezin ji bo wî hat û di şerî de ew li ser birayê xwe Cafer Xulîxan serket. Ji bona du desthelatdarên mezin hezaran hejar û bêdesthelatên Kurd bûn qurbanî. Lê Husên Qulîxan ji vê serketinê sûd wernegirt, nexweş ket û peyamî dawîyê pêsîra wî girt û sala 1213\'ê koçî mir.

Emîr Husên Xanê Dulbulî mirovekî zana hişyar bû, hez ji avadanîyê dikir; pisporê karê Nujdarîyê, Stêrnasîyê û Endazyarîyê bû. Di wê serdemê de Mîrekî bi desthelat bû û li bajêrên Xoyê û Tewrêz û di bajarokên din destê xwe de çendîn Mizgeft çêkir. Yekek ji wan, \'Mizgefta Xan\' bi nav û denge. Herwisa pispor şandin ji bo Samarayê ew minarên ku bavê wî li ser gora du îmamên eskerî dest pêkiribû hêj temam ne bûbûn, miribû, wî ew temam kirin.
(68)
EMÎR CAFER QULÎXANÊ DUNBULÎ
Nasnavê vî mirovî \'Batman Qiliç\' bû. Gava kurrên Emîr Şahbazê Dunbulî, Emîr Ehmedxanê bavê wî kuştin. Wî xwe rizgarkiribû. Di nav êla Dunbulî û êlên Kurd yên din de gerîyabû û hêzek mezin pêkanîbû. Wî êrîşkiribû li ser pismamên xwe û herêma \'XOY\'ê ji destên wan derxistibû. Bi alîkarîya birayê xwe yê mezin (Husên Qulîxan) kar û barên herêmê rêvedibir.

Lê, dema Axa Mihemedxanê Qaçarê Nêremuk (Payextexan) dewleta Zendî ruxand û dewleta Qaçarî damêzrand, Emîr Husên bir ji bo Tehranê û Emîr Cafer li ciyê wî bû Emîrê Dunbulîyan. Vî kurrê aza û egîd di şerên \'QEFQAS\', \'QERS\' û \'KİRMAN\' de alîkarîya Axa Mihemed kir û bû serokê Artêşa Azerbeycanê. Dema ku Axa Mihemed hate kuştin û Fetîh Elîxan ciyê wî girt destûra fermanrewayetîyê jêra mor kir. Di wê demê de tirs ket dilê Sadiqxanê Şikak û herêmên Serdirud, Germrud û Serab çolkir û bi êl û eşîrên dewr û dora xwe ve koçkir ji bo Şirwan.

Lê Caferxan ji vî karî gellek aciz û xemgîn bû, namê jêra nivîsî û çend car bi gel hevdu name guherîn û jê daxwazkir bizivire herêmên ji bo herêmên bin desthelata xwe. Ji bo ku dijî Fetîh Elî Şah şoreş destpê bikin. Gava ku Fetîh Elî Şah ji van plan, hîle û fêlan agahdarbû, yekser Emîr Husên Qulîxan ji Tehranê ve şand ji bo Xoyê.(Wekî me di destpêkê de gotibû ku Axa Mihemedê Yexte jê tirsyabû û biribû Tehranê). Wekî me berê jî gotibû Emîr Husênxan salekê piştî Mîrîtîya xwe miribû.

Vêca Caferxan û Fetîh Elî Şah rêkketin bi wê şertê ku kurrê xwe yê mezin bişîne Tehranê û di koşka Şahî de ji bo bawerîyê bimîne. Cafer kurrê xwe bi gel mella Îbrahîmê Xoyê- ku yekek ji Muctehîdên mezin bû- şand ji bo Tehranê û bi xwe jî bajêrê Xoyê runişt. Lê Fetîh Elî Şah ji vê yekê waz neanî, kurrê xwe Ebbas Mîrza ku \'Welî Ehd Naîb El- Seltene\' bû şand ji bo Azerbeycanê û ferman daye ku li dû Caferxan biçin û ew bê li serdena wî. Eger nehat diyare fikra wî xirabe leşker bişînîn li ser Qela û bajêrê Xoyê wî derxin û li ciyê wî Mahmudxanê Dunbulî bike fermanrewayê Dunbulî û herêmê.

Ebbas Mîrza gava gêhîşt Tewrêzê gazî Cafer Qulîxan kir ku bête serdana wî. Lê Caferxan zanibû mesele çiye, nehat. Ebbas Mîrza bi Artêşekî ve êrîş kir li ser wî. Caferxan barên xwe yên giran veguhast ji bo Qela \'Hodir\' ku niha gundeke li ser bi Şahpur(Selmas) û ferman da birayê xwe Kazim Beg bi hêzekê ve berevanîyê ji \'HODİR\' ve berê xwe da BEYAZİD û QERSÊ ji bo komkirina hêzên kurdan. Devam dike