Ferhengoka sê zimanî ya “Kurdistanîka” hate çapkirin

16:16 - 25 Tebax 2015
Ajansa Kurdpa: Ferhengoka Kurdistanîka ku ji aliyê çalakvanekî çandî yê xelkê Bokanê ve hatiye amadekirin, çap bû.

Li gor nûçeya ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Elî Cewşenî ê ferhengnivîsê kurd, ferhengokek li jêr navê “Kurdistanîka” bi sê zimanên Kurdî, Farsî û Îngilîsî amade kiriye.

Wê ferhengokê, peyv û zaravên zanistî û teknîkî ji li xwe de cih dane û ji aliyê dezgeha çap û weşana “Mang” ve hatiye çapkirin.

Elî Cewşenî midehê 15 salan kar li ser vê ferhengokê kiriye û berhem li du bergên 3500 rûpelî û 9500 peyvî hatiye amadekirin.

Hemû karûbarên tayp, rêxistin û dîzayna vê ferhengoka sê zimanî, Elî Cewşenî bi xwe kirine.