Ferhenga navên riwqekên kurdî

14:27 - 4 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpsa:Her ku rojek dibihure, berhemeke kurdî ya pêdivî jî derdikeve qada zanistiyê û pêşkêşê cîhana medenî dibe.

Yek ji wan ferhengan jî, ya Mihemed Firat e ku bi xebata wî ya 14 salan derketiye holê. 

Li ser bergê ferhengê bi kurdî weha nivîsiye: ”Ferhenga Navên Riwekên bi Kurdî” Bi Latînî weha nivîsiye: ”Dictionary of Plant in Kurdish” 

Bi tirkî jî wehas nivîsiye: ”Kurtçe Bitki Adlari Sozlugu.” 

Ev Ferhenga Riwekên Kurdî, 652 rûpel e. Di dawiya wê de ji rûpela 557 hetanî 650, wêneyên kulîlk û riwekên cuda cuda hene. 

Sererastkirina peyvên Ferhengê weha ye:
LATÊNÊ:    ”Abortiporus biennis: (bi tîpên reş e)
KURDÎ:    ”Kokevil, Kokowark” (Bi tîpên normal e)
TIRKÎ:    ”Bir çeşit mantar.” (Bi tîpên xwar e)

Di Ferhenga Riwekên Kurdî de 7.300 peyvên Latênî, 42.000 peyvên kurdî û 18.000 peyvên tirkî hene. 

Mihemed Firatê Semsûrî ku niha li zanîngeha Wanê mamostetî dike, di 1998an de li Miksa Feqiyê Teyran dest bi nivîsandina ferhenga xwe kiriye.

Dema ew ji bo doktoraya xwe lêkolîn dikir, rojekê çûye Miksê û navê kulîlkekê ji kalemêrekî pirs kiriye. Kalemêr gotiye ku zimanê wan qedexekirî ye û ew nizane, Mihemed Firat jî heman dem biryara xwe daye ku ew dê ferhengeke kurdî çêbike. 

Xebata Mihemed Firatê bê jin û zarûk, di her salekê de li dora 180 rojî li van parêzgehên Bakûrê Kurdistanê domandiye û navên riwekan ji xelkê pirsiye û nivîsiye: Wan, Colemêrg, Şirnex, Bedlîs, Mûş, Agirî, Dêrsim, Sêrt, Mêrdîn û Êlih.

Di vî warî de xebata Mihemed Firat berdewam e û ew amadetî dike ku yeke din jî di vî warî de çêbike.

MIhemed Firat ji bo çapkirina vê fergehga xwe, pere ji bankayekê deyn kiriye û daye çapkirin. 

Ferheng bi bergekî pir ciwan û mezinatiya 17 x 24 cm ye. Kaxezê navê 70/g. ye,  spî û hevrîşimî ye, li ser du stûnan jî hatiye mizanpajkirin. 

Ferheng bi navê Weşanxaneya Sitavê ku li Wanê ye hatiye weşandin û li çapxaneya “Kalkan Ofset”a li Enqerê jî di sibata 2013an de bi nimreya ISBN: 978-605-63744-0-1ê çap bûye. 

Rojeva Kurd