Ferhadê duyem çû ser dilovaniya xwe

22:21 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2016
Ajansa Kurdpa: “Xalo Husên Koken” naskirî bi Ferhadê duyem, bi sedema navsalî û pîriyê, xatirê xwe ji me xwest.

Li gora nûçeya ku gihaye Ajansa Kurdpa, sibezûya îro Sêşemiyê 26’ê Tîrmehê Xalo Husên ku wekî Ferhadê Koken hatiye naskirin, li cihê jidayîkbûna xwe li şaristana Pawe dilê wî ji lêdanê ket.

Husên Osmanî di dawiya Payîza sala borî de, bi sedema ketina ji cihekî bilind re (di çiya de) derbe dîtibû, û ketibû nav ciyan de.

Yek ji kesên nêzîk bi malbata navbirî tevî piştrastkirina mirina navbirî, bi nûçegihaniya Kurdpa ragehand ku: Demjimêr 7:30 deqeyên îro Sêşemiyê, Xalo Husên çû ber rehmetê, û rêûresma sersaxiya wî jî, îro li bajarokê Banewrê bi rê ve diçe.

Navbirî di heyama 21 salên borî de, bi kuling (paç)ê şikefteke kevirîn li gund û seyrangeha “meygorê” li nêzî Banewrê çê kiribû, û bi vê sedemê jî, ew wekî Ferhadê duyem (Ferhadê Kûhken) dihate naskirin.

Wî di sala 1964’an de piyeke xwe ji dets dabû, û di sala 1982-1994’an, yazdeh odeyên kevirîn di nava çiyayê Qawgîre de çê kiribûn.

Xalo Husên hemû dahata xwe ya serdankirina xelkê ji vê şikeftê, kire xercê avakirina xwendingeh, mizgewt û alîkariya hejar û destengan.