Felsefe û sîstemên hilbijartinê

13:14 - 22 Nîsan 2013
Unknown Author
Serbest Urmiye

Di pêngeha yekemîn de, felsefeya hilbijartinê têgihçştina welatian e. Welatiyên zane ku mafê vê çendê hene rê û terzê jiyana xwe bixwe hilbijêrin û hisêba qazanc û zirara xwe dikin. Di vir de ye ku hewce ye pêşmercê berendambûnê bi hizr û ramanên giştî re vere raspartin. Ne girîng e ku pispor û şareza ji aliyê gel ve werin hilbijartin û parleman jî cihê kombûna pisporan nine. Belku parleman nûnerê tevalî û dengê cur bi cur ê gel e. Ji bilî vê çendê jî hizr û rmana giştî piştî ceribandina rastî û çewtiyan dikemile û encama hilbijartina baştir jê dikeve. Di sîstemên demokratîk în serkevtî de hatiye selimandin ku her destpêkek xwediyê alozî û hewraz û nişîvan e û her serkevtin û cihgîrbûner pêdiviyê usûl û pirensîpan e.

Her çend ku hilbijartin bi bingehê demokrasiyê tê hesibndin, lê divêt eva jî were gotinê ku hemû hilbijartinek jî ne demokratîk in. Çi dema ku berendam û diyarîkirina nêneran di rewşeke azad de be yanî milmilanê û pêşbazî hebe û hilbijartin qada hevrikiya tevalî di civakê de be, wê demê hilbijartin kirasê demokrasiyê ji xwe dike. Ya ku di rejîmên totalîter û dîktator de nahê berçav. Lê serbarê van hemû rastiyan, civaka me di pêvajoya eqlanî biriyar dan û hilbijrtinê de dîsan jî tevî destekirin û taqimbendî karkirina organên civakî ber bi rûye. Hêj li cem me bawrî anîn bi takekesan û hizrên takekesî ku stûnên demokrasiyê têne hejmar, weke hewce cihê xwe negirtine ku ew yek jî sedemeke nerênî ye ji bo kirîn û firotina dengên hilbijartinê.

Sîstema hilbijartinê jî di kêleka pirsa deng danê de pirsekî girîng e. Di sîstema hilbijartinê de piştî diyarîkirina mafê dengdanê, berbijarên hilbijartinê tên ber bas. Pirsên weke berendm bi çi radeyekî dengan serdikevin, serbixwe dikevin qada hilbijartinê yan nûneriya partî, rêxistin an jî girûpên diyarî kirî dikin, di sîstema hilbijartinê de tên şirove kirine. Ji aliyeke din de destnîşankirina çarçove û bazneyên hilbijartinê baseke din e ku di sîstema hilbijartinê de cih digre. Ji ber ku hilbijartin girêdayî ye bi pêkhateya sîstema siyasî û birêveberiya welat, diviya ku di yasaya bingehîn de sîstem anku sîstemên hilbijartinê di welat de hatibana ber bas û diyarî hatiban kirinê. Cihê pirsiyarê eva ye ka çima sîstema hilbijartinê bi vê hemû girîngiya xwe, di yasaya bingehîn de nahê ber bas?
Di bersiv de divêt were gotin ku divêt sîstema hilbijartinê di her qonaxekê de li gor hewcehî û pêdiviyên civakê be û ji pirsên her qonakê ku hilbijartin tê de dimeşe re, bersivek hêja hebe. Lewma hewce ye ku berdewam di guhertinê de be û ev yek ji yasaya bingehîn re kêmtir dilive. Helbet guhertin di sîstem û yasayên hilbijartinê de, ne ji ber berjevendiya takekesan û ne jî ber qazancê taqim tu girûpekê ne, belku encamên guhertina serdem û sivikkirina pêvajoya hilbijartinane.

Di vir de du pisern sereke dikevin pêşiya me. Ya yekemîn eva ye ka kîjan sîstem dê bersiva herî baş di vê qonaxa em tê de bide bo hilbijartinê? Pirsa din jî eva ye ka dê li tevî taybetmendî û biyavên siyasî, çandî, civakî û .. . ên civaka me de kîjan sîstem hevdigire û dê şiyana cî bi cî kirinê tê de dixuye? Di rastî de sîstemên aloz û zêde şirove hilgir di civakên ne pêşkevtî û kêm xwendewar de bersiva erênî nadin. Di vir de ye ku divêt sîstem herî zêde li gor asta têgihîştin civkê were rohnvekirin. Helbet eva jî heta demekê ye ku gel û civak di çend qonaxan de hilbijrtinê diceribînin û hêdî hêdî divêt sîstemên berfirehtir û aloztir werin meşandin.

Di vir de û ji bo ku em bikarin sîstemekî hêja y hilbijartinê bo civka xwe peyda bikin, hewce dike ku em bi kurtî jî be sîstemên hilbijartinê şirove bikin.

Qala sîstemên hilbijartinê hat û divêt ku em hweil bidin di aliyên siyasî û yayasî ve mêzeyî hilbijartinê bikin û Sîstemên hilbijartinê, çarçove û sînorên hilbijartinê, mafê deng danê, peyvendiyên di navbera sîstemên siyasî û sîstemên hilbijartinî de û bandora sîstemên hilbijartina di welatên xwdî çend alî û partiyên siyasî de şirove bikin. Bi giştî hilbijartin yan rastwexwe ne yan jî ne rstewxwe û piştre bi der sîstemên piraî û rêjeyî de tên parvekirin. Sîstema piranî ji bi xwe dibe sîstema piranî ya reha û piraniya sivik anku sade. Di kêlekê de jî sîstema hilbijartina rêjeyî dibe du beş. Sîstema rêjeyî ya lîste girêdayî û sîstema rêjeyî ya lîste vekirî.

Sîstemên hilbijartinê yên raswtexwe û ne rastewxwe:

Di pênaseya hilbijartina rastewxwe de viha tê gotin ku di vê sîstemê de dengde bi dengên xwe rastewxwe nêner yan berbijarê hezkiriyê xwe hildibijêrin. Weke hilbijartina serok komar û nûnerên parlemanê. Ji cîhana demokratîk de hilbijartina rastewxwe zêdetir tevî piensîpên demokratîk dilive. Di wan cihan de jî ku serok wezîr ji aliyê parlemanê ve tê hilbijartin, sîstema hilbijartinê ne rastewxwe ye. Ji ber ku nûnerên parlemanê pêştir di hilbijartineke rastewxwe de ji aliyê gel ve tên hilbiartin û piştre serok wezîr di parlemanê de ji aliyê nûnerên xelkê ve tê hilbijartin û hilbijartiyê ne rastewxwe yê dengderan e.

Sîstema piranî

Di hilbijartinê de sîstema herî baş, sîstemek e ku wêneyekî rast û rohn ji bîr û ra û xwestek û hêviyên welatiyên welatekê bibê xuyakirin. Lê pirsiyar eva ye ka dê ev wêne çawan were xuyakirinê? Di vir de divêt were gotin ku sîstema hilbijartinê bi tenê bê bandor e, belku rewşa civakî, siyasî û çandî jî her yekê bandora xwe hene. Sîstema piranî ku li hember sîstema rêjeyî disekine, bi ser Sîstema piranî ya yek car(qonax) û du jarî(qonaxî) de tê parvekirin. Dibe ku ev parvekirine bi nav û nîşanên weke sîstema piranî ya reha û piraniya sivik yan sade, yan jî sîstema piranî ya reha û rêjeyî jî were şirovekirinê. Lê hemû şiroveyên han basa sîstema piranî ya hilbijartinê dikin.

Sîstema piranî ya reha û rêjeyî

Wateya reha û rêjeyî eva ye ku piranî bûna dengên hevrikên hilbijartinê carekê tevî koma dengên navendeke hilbijartinê de tê hilsengandin û bo cara duyemîn koma dengen berendamekê beranber bi hevrikên din de tê hilsengandin. Di sîstema piraniya reha de kesê serkevtî bi piraniya dengên navendekê tê diyarkirin. Anku pêncî zêde yek deng(50% +1).

Lê piraniya rêjeyî bi vê wateyê ye ku radeya dengên berendaman di navendeke hilbijartinê de li hember hev tên hilsengandin û her kesê ku zaf deng anî bin serdikeve. Di vê rewşê de ne girîng e ku her berendamekê çi qas deng anî bin. Renge yek ji wan bi sedî dehê dengan serkevtibe. Di vir de hejmara dengên kesê serkevtî berevajiyê hijmara berendman e. Ev ji bi vê wateyê tê ku heta berendam zêdetir bin, berendamê serkrvtî hewcehî bi dengên kêmtir heye bo birina pêşbirkeya hilbijartinê.

Helbet hebûna sîstemên piraniya reha û rêjeyî ne bi vê wateyê ne ku di welatekê de bi tenê yek ji wan bimeşe û ya din pişguh were xistin. Di piraniya welatan de sîstema piraniya reha ji bo hilbijartina serok komar û sîstema hilbijartina piraniya rêjeyî ji bo hilbijartina nûnerên parlemanê tên diyarkirin. Ew jê ji ber vê yekê ye ku di sîstema piraniya reha de yek kes tê hilbijartin, lê berevajî di sîstema piraniya rêjeyî de hejmara nûneran zêdetir e.

Di sîstema piranî de hilbijartin bi 3 şêweyan dimeşe:

1_ hilbijartina takekesî:
Di navendên biçûk de ku tenê para kursiyeke parlemanê hene, hilbijartin bi awayê takekesî birêve diçe. Di vir de hemû taybetmendî û kêrhatîbûna berendaman ji aliyê dengderan ve tên hilsengandin û di encam de namzedê ku piraniya dengan yê wî bin serdikeve.

2_ hilbijartina giştî:
Di wan herêman de tê meşandin ku hijmara kursiyên wan di parlemanê de zêdetir in. Di vê rewşê de jî namzed bi awayê takekesî dikevine qada milmilanêya hilbijartinê. Di vê hilbijartinê de bê ku tu hevalbendiyek were holê, gel nûnerên xwe hildibijêrin. Encama vê hilbijartinê jî bi qazancê wan berendaman e ku dengên zêde anîbin.

3_ hilbijartin bi awayê lîste yan girûpî:
Di vê hilbijartinê de hevalbendî di nava berbijaran de çêdibin û navê berendamên ku di girûp yan hevlbendiyekê de ne di lîsteyekê de dikeve ber dengdanê. Helbet ev hilbijartine di wan welatan de ye ku milmilanîya hilbijartinê di navbera partiyên siyasî de hebe û derfeta beşdarbûnê di hilbijartinê de jêre hatine dayîn. Di vê rewşê de li gor hijmara kursiyên parlemanê ku ji her partiyêkê re hatibe diyrîkirin, her partiyek namzedên xwe di lîsteyekê de dide nasandin, îca ev lîsteye dikare lîsteyekî eşkere be yan veşrtî. Bi vî rengî heke partiyek lîsteya veşartî bide, dengder êdî navê berendamên vê partiyê nanivîsin, belku navê partiya xwediyê lîste tînin. Lê heke lîsteya partiyeke eşkere hatibe dan, di vir de dengder navê berendmên lîsteyê tînin.

Wateya yek qonax û 2 qonaxbûna sîstema piranî di hilbijartinê de

Wateya yek qonax û 2 qonaxbûna sîstema piranî jî heman wateya piraniya reha û piraiya rêjeyî ye, lê aliyeke din a sîstema piranî dide kifşê. Bandora vê parvekirnê li ser encama sîstema piranî ye ka dê di qonaxekê de hilbijartin bi dawî were yan jî encam dê bikişe qonaxeke din. Di sîstema piraniya rêjeyî de bi giştî hilbijartin di qonaxekê de dawî dibe. Navê namzedan li gor dengê ku ji wan re hatiye dan li serî de bo xwarê tê eşkere kirin û yên ku rêjeya dengên wan zêde bin serdikevin. Ya ku di vir de ne girînge eva ye ka kesên serkevtî çend ji sedî ji dengan aniye. Di sîstema piraniya rêjeyî de ji ber ku hejmarekî diyarî kirî ji bo serkevtinê tunine û her kesê zêde deng anîbin serdikeve, encama hilbijartinê jî di qonaxa yekemîn de eşkere dibe.

Lê di sîstema piraniya reha de ji ber ku astekî diyarî kirî ji bo serkevtinê heye(50 zêde yek) derketina encama hilhijartinê hindekê zehmettir e. Renge di qonaxa yekemîn de tu namzedek dengên hewce bo serkevtinê wernegire. Helbet eva jî di rewşekê de ye ku hejmara namzedan zêde be. Di vir de ye ku piranî encama hilbijartinê dikeve qonaxekî din.

Sîstema rêjeyî

Di hemberî sîstema piranî de, sîstema rêjeyî tê nasandin û di rastî de ji civakên pir alî re ji bo temsîlkirina girûpên civakî di organên hilbijartinê de hatiye danîn. Felsefeya sîstema rêjeyî, felsefeya taqim û girûpî ye. Di vê sîstemê de nûneriya welatiyên tu welatekê weke takekes nahê hisêb kirinê, belku her welatiyek weke endmekî alî yan rêxistinekî siyasî yan civakî tê hejmar. Ji ber ku her aliyeke siyasî û civakî xwedî xwestek û taybetmendiyên xwe ne, di vir de parleman dibe komelgeha hemû xwestek û taybetmendiyên siyasî û civakî yên welatiyan. Helbet ya ku dibêjin di sîstema rêjeyî ya hilbijartinê de welatî weke endamên alî û rêxistinan tên hesêbê û weke takekes hesêb ji wan re nahê kirinê, nahê watey vê çendê ku sînorên kesayetiya welatiyan weke takekes nahê parastin. Di rastî de nûnerê hilbijartî, nûnerayetiya xwestek û berjewendiyên welatiyan dike û ev xwestek û berjewendî jî di çarçoveya taqim û girûpên siyasî û civakî de hatine parvekirin.

Sîstema rêjeyî ya hilbijartinê him di armanc û him jî di rê û terzên xwe de tevî sîstema piraniya hilbijartinê cuda ye. Di vê sîstemê de bingeh wiha hatiye darêtin ku her partî û rêxistinek ku tevlî hilbijartinê dibe, li gor rêjeya dengên ku jê re hatine dayîn kursiyên parlemanê wergire. Helbet bi mercekê ku karîbe rêjeya hewce ya dengan bo serkevtin di hilbijartinê de bi dest bixe. Armanca rastîn a vê sîstema hilbijartinê cîbicîkirina wekheviyê ye di hilbijartina nûneran de bi awayekê ku hemû hizr û ramanên welêt nûnerên xwe di parlemanê de hebin. Her partiyeke siyasî heta heke nûneriya kêmaniyekê jî di welat de dikin, divêt ku li gor rêjeya dengên xwe nûnerên xwe hebin. Di sîstemekî wiha de hilbijartin divêt ku bi awayê pêşkêşkirina lîsteyên hilbijartinê û li gor sîstema yek qonaxîkirina dengdanê, were meşndin. Ew jî ji ber vê yekê ye ku derfeta parvekirina kursiyên parlemanê di navbera nûnerên aliyên kêmanî û pianiyan de çêbe. Bi giştî pêvajoya hilbijartinê di sînorekî berfireh de dimeşe ku hemû axa welat digire.

Li gor sîstema hilbijartinê ya rêjeyî, di her navendekî hilbijartinê de divêt ku gel çend nûneran hilbijêrin. Bi vî awayî her rêxistinek bi radeya kursiyên vala di her navendekê de, lîsteya namzedên xwe pêşkêş dike. berevajî sîstem hilbijartinê ya piranî lîsteya ku hejmara dengên wê zêde bin, nabe xwediyê hemû kursiyên parlemanê. Belku lîsteyên din jî di dema ku rêjeya dengên hewce bo serkevtinê anî bin, dikarin bibin xwedî kursiyên parlemanê. Di vir de partiya ku pitir deng anî be parea pitir a kursiyan werdigire.

Di vê sîstemê de hijmartina dengan hindekê zehmet dikeve û divêt ku du caran deng werin hijmartin. Di gerra ewil de divêt eşkere be ku parvekirina kursiyan di her navendekî hilbijartinê de ji bo her lîsteyekê dibe çawan be da ku mafê tu lîsteyekî nehî binpêkirinê. Di gerra duyem de jî divêt ku çarenivîsa dengên zêde yên lîsteyan û kursiyê vala were diyarîkirin.

Di hizra sîstema rêjeyî de, rêxistinên siyasî di welêt de wênekirina xwestek û berjewendiyên welatiyan in. Sîstema rêjeyî ku tekezê li ser mafê hebûna nûneran ji hemû alî û rexistina re dike, di rastî de bi vî awayî temsîla xwestek û berjewendiyên welatiyan dike. Di sîstema rêjeyî de her partî yan girûpek li gor dengên ku bi dest xistine di hilbijartinê de, dibin xwediyê kursiyên parlemanê. Di vê sîstemê de dorandin yan serkevtina reha bê wate ye. Dikare were gotin ku sîstema rêjeyî rêya çareseriya pirsgirêka hevalbendiya welatiyan di sîstema piranî ya hilbijartinê de ye. Gellek caran di sîstema piranî(çi piraniya reha be çi piraniya sade) pirsgirêka xwesarbûna dengan carna bi qasê 50 kêm yek ji sedî çêdibe, lê di sîstema rêjeyî de dengên bê encam tuninin yan jî bi qasekî herî kêm hene. Di vê sîstemê de gel deng didin partî û listeyên pêşkeî kirî û deng nadin takên civakê.

Sîstema rêjeyî bi du terzan birêve diçe

1_ sîstema rêjeyî ya teva:
Di vê rewşê de partî û rêxistinên siyasî li gor dengen xwe dibin xwediyê kursiyên parlemanê. Bo nimûne heke di navendeke hilbijartinê de 5 kursî bo rikeberiya hilbijartinê hebin û 1000 kes beşdarî vê hilbijartinê bin, divêt ku 1000 bi ser 5ê de were parvekirin ku encam dibe 200. Bo her kursiyekê hewce ye 200 deng hebin, di vir de her partiyek ku 600 dengan bidest bixe dê bibe xwediyê 3 kursiyan di parlemanê de. Lê ji ber ku hejmara dengan hemêşe di parvekirinê de encama ser rast nade, her tim hin deng weke dengên zêde dimînin. Weke em bêjin di hilbijartina han de aliyekî beşdar 650 deng anî bin, di vir de çarenivîsa 50 dengên zêde çiye? Bo bersiva vê pirsiyarê divêt ku sîstema rêjeyî ya seranserû anku teva were meşandin. Bi vî terzî encam di asta welat de tê diyarî kirin, ne di çarcoveya navendên hilbijartinê de. Bi vî terzî radeya hemû kursiyên parlemanê bi ser hemû dengan de tê parvekirin ku di encam de dengên zêde hatî yên her partiyekê di navendên cur bi cur de bi ser hev de tê kom kirin û li gor rêjeya dengan ji partiyên xwedî dengên zêde re kursiyên din tên dayîn. Eva jî rêyekî hêsan e bo hilbijartinê di sîstema rêjeyî de.

2 _ sîstema rêjeyî ya kêm û zêde kirinê(bi hev re nêzîk kirin)
Di vê sîstemê de dengên zêde hatî yên partî û rêxistinan di navendên dengdanê de bi awayê ji hev nêzîk kirinê tê hesêb kirin. Xala girîng ku hewce ye di vê rewşê de were ber çav girtin, eva ye ku partiyek ku bikare di parvekirina kursiyan de para xwe bibe, divêt ku hejmarekî diyar ji dengan hebe. Heke partiyek bi kêmî dengan bi dest bixe di qada hilbijartinê de dorandiye. Di vê sîstemê de esla rêjeyî di hilbijartinê de bi temamî nahê berçav girtin.