Federalî, çareserî ye

14:04 - 8 Çirriya pêşîn 2012
Unknown Author
Kemal Burkay

Rewş li sûriyê roj bi roj aloz dibe. Ew şereki hundur e ku va ye ji salekî zêdetir e berdewam e. Şam û Heleb jî bûye warê şer û her roj bi dehan, carina bi sedan kes têne kuştin, ku di nav wan da gelek xelkê sîwîl, jin û zarok jî hene. Gund û bajar ser û bin dibin û tevî bi deh hezaran kuştî û birîndar, xelk êş û cefayeke mezin dikişîne, bi sedhezaran kes ji bo ku xwe ji agirê şer biparêzin xwe davêjîn welatên cîran, Tirkiye, İraq, Urdin û Libnanê.

Him Sûriye di vî şerî da bûye du beş, him jî cîranên Sûriyê û dinya. Tirkiye, Siûdî û Qatar, her usa jî Amerîka û Ewrûpa Xerbî piştgirîya mixalefetê dikin; Lê Îran, Ûris û Çîn li pişt rejima Baas in. İraq jî di vî warî da ne yek helwest e; Hukumeta bi serokatiya Malîkî piştgirîya Esed dike.

Hîzbûllayê Libnanê jî ku Şîa ye, li pişt Esed e… Lê Hukumeta Herêma Kurdistanê dixwaze Esed biçe.

Der û dora Beşar Esed jî her diçe vala dibe. Lê dîsa jî Esed ber xwe dide, dev ji hukum bernade û rê venake bo guhartinê.

Helbet berpirsê vî şerî berî herkesî hukma Baas û malbata Esed e. Wan va ye ji 40 salî zêdetir e diktatoriyek ava kirine û rê nadin ku mixalif bi rê olaxên aştiyane bi rêz bin, di warê siyasetê da cî bigrin. Wan li himber daxwaz û hewldanên gel, bi destê esker û îstîxbaratê tim zor û zulm bi kar anîn û gel bêdeng kirin. Usûl û adetên dîktatoran usa ye, ewana bi zora xwe û bi dezgeyên xwe bawer in û usa difikirin ku ew zor û ev dezge heya heyayê bikaribe gel bêdeng bike û bi xwe jî bikaribin li ser post bimînin.

Lê ne usa ye, roj tê ev zor û zulm pere nake û vedigere xudiyê xwe.Ger Partiya Baas û Esed bi xwe baqil bana guh didan daxwazên gel, bi destê xwe reform çêdikirin, bê şer û pevçûn derbazî demokrasîyê dibûn. Hingê ne ewqas xwîn dirijîya ne jî Sûriye dikete rewşeke usa xirab ku nuha zehmet e jê derkeve.

Nuha agirekî usa bi Sûriyê ketiye ku Baas û Esed ne dikarin vemirînin, ne jî dikarin bihêlin birevin. Lê xuya ye, agır vemire jî Partiya Baas û malbata Esed êdî nikare li Sûriyê hukum bike. Wek gelek diktatorên herêmê dawiya wan jî êdi hatiye. Bibê nebê Sûriye ji wan xılas be.

Lê pişti Baasê û piştî Esed çi be, ki bê ser hukim û li Sûriyê rejimeke çawa ava be, ew ne xuyayî ye.

Ger sazî û hêzên mezin ên dinyayê, Rêxistina Milletên Yekbûyî û dewletên mezin li hev nekin û jê ra çareyeki nebînin, rewşa Sûrîyê hîn xirabtir be û zirara xwe bide der û cîranan jî. Va ye ji nuha va çîkên vî şerî derbazî welatên ciran dibe û tiştên ku van rojên dawî li Libnanê û li Tirkiyê dibin nimûne ye.

Cîranên Sûrîyê û dewletên mezin jî, derdê wan ne avabûna demokratiyê ye li Sûriyê. Her yek gor mafê xwe helwestekî digre. Derdê Melikê Siûdî ev e ku Baas û Esed biçe, tesira Îranê li herêmê kêm be û li Sûriyê Sunnî bêne ser hukim. Tirkiye jî dixwaze rejima heyî biruxe, lê Kurd nebin xudî statuyeke wek Kurdistana Iraqê, çi xwemuxtari, çi federali… Îsrail ditirse piştî Esed İxwanî Mislîmîn bên û ji bo wan ji berê xiraptir be… Ewrûpa û Emêrîka jî ji vê yekê ditirse.

Meleyên Îranê ditirsin piştî Sûriyê dor wera wan. Derdê Ûris ev e, ku Esed biçe hevalbendê xwe yê esasî li rojhilata Navîn û bingeheke xwe ya wek Lazqîyê li dora Behra Sipî winda bike. Tirsa Çînê jî wek Rûsiya ev e ku piştî Esed rejîmeke dostê Amêrîka bê ser hukim.

Bona vê yekê dewletên mezin li hev nakin û Rêxistina Milletên Yekbûyî heya îro nekarî helwesteke xurt bigre, da ku bi yekdengî têkilî karê Sûriyê bibe, şer bide rawestandin û jê ra çareseriyekê bibîne.

Hingê piştî nuha wê çi be? Gelo dinya li himber vê trajedîyê usa parçebûyê bimîne û lê sêyr bike?

Xuya ye usa nameşe. Divê bi taybetî dewletên mezin li ser pirsa sûriyê li hev bikin û helwestekî miştêrek bigrin û bi destê Rêxistina Milletên Yekbûyî bi cî bînin.

Bi raya min çare ev e ku him şer bê sekinandin û him jî Sûriye di aliyê sîyasî û îdarî da bê guhartin, sazîyeke demokrat ava be. Sazîyeke usa ku him hilbijartinên serbest çêbin û xelk hukma teze bi dengên xwe hilbijêre, him jî bandûra piraniyê li ser yên dinê çê nebe, ango vêcar jî Nusayrî, Durzî, Xirîstiyan nekevin bin zor û zulma İxwanan yan jî Îslamiyên radikal. Kurd jî heqê xwe yên çandî û sîyasî bistînin.

Şiklê sazîyeke usa federalî ye. Ango Kurd, Erebên Sunnî, Nusayrî û Durzî li ciyê ku piranî ne divê herêmên federalî, meclis û hukumeta xwe ya herêmî ava bikin. Xirîstîyan jî divê xwedî mafên xwe yên olî bin û li wan tu zulim nebe.

Hingê her usa jî him ji bo Îsraîl xeter çê nabe, him jî Sûriyeya demokrat û federal nabe peyayê tu dewleteke mezin.

Bi raya min, çareseri ev e. Helbet li Sûriyê demokratîyeke rêk û pêk di dirojekî da, di salekî da ava nabe û jê ra waxt lazim e. Li hemû welatan usa bûye. Sûriye jî Iraq jî, hemû welatên Ereb ku dîktatorî hildiweşin ew jî, di zeman da wê tecrube bistînin û biguhurin.

Kurdê me jî, bo ku ji vê guhartinê û ji vê dema dîrokî îstifade bikin û bikaribin herêmeke federal ava bikin, divê yekitîya xwe pêk bînin û ji pirdengî û pirrengiya civatê ra hurmetkar bin. Ev yekitîya ku bi alikariya birêz Mesûd Parzanî pêk hat, gor esasên wê bikin û bi hev nekevin. Hingê dikarin li herêma xwe saziyeke federe ava bikin û piştî hilbijartineke serbest, meclis û hukumeta herêmî saz be û karê herêmê bi riya van sazîyên netewî bi rêva biçe.

Jêder: Xendan