Ezmûneke kurdî ya din

12:26 - 16 Çirriya pêşîn 2012
Unknown Author
18 Tîrmeh 2012, 13:10
Sazan Mendelawî


Xwarina neteweyekê, gelek zanyariyan derbarê xelkê wê û kultûra wê neteweyê eşkere dike. Ji wextê li Kurdistanê dijîm, li gel hinek jinan peyvîme, nerînên min derbarê hinek xwarinan guherînê, nemaze dolme ku wek (yaprax) jî tê binavkirin.

Di vê demê de min hevkariya çend jinan kir di nava xwaringehên wan de ji bo amadekirina çend xwarineke ku xwarinçêkerên navdar ên cîhanî jî nikarin wan dirust bikin. Fêr bûm ku dolme ne tenê ew e birincê bixî nava pelên mêweyan û tevlî hev bikî li gel pîvan û bacanê reş û goşt û hemû kelûmelên din, ew tevlîhevkirin ne nehêniya xweşiya dolmeyan e, lê nehênî tevlîhevkirina çend derman û hinek beharatan e ku nayên bala xwarinçêkerên herî baş ên dinyayê.

Xwênerê birêz, dolme hunereke li gel pêkenîn û axaftin û hûrdekariyên zêde tê dirustkirin û hinek dermanên sihrbazî jî tê de tê werkirin ku tahmeke buhişt dide wan.
Tiştê ku bala min kişand di proseya dirustkirina dolmeyan de ew e ku jin zêde dipeyvin. Pelên mêweyan bi hûr tên pêçandin û birincê dixin hundirê wan û li gel hinek dermanên tûj û çendîn şînkatî û di wê proseyê de jî behsa gelek pirsan tê kirin wek kê mêr dike? Zêrê zêde yê kê heye? Kê mêvandariya wan dike? Kê serdana wan nake? Ji ber çi keça wan doktorê levhatî red kir? Ji ber çi xesûyê şer li gel bûka xwe ya nû kiribû?
Her dema diçî xwaringeheke kurdî li gel çend jinan, herdem mijarên axaftinê heman mijar in. Di destpêkê de jin li ser saxlemiya xwe dipeyvin, dû re qala êşa pişta xwe dikin, dû re kabok û lingên xwe, dû re mijar diguhere ser siyasetê, belê heta jinên kurd jî dizanin derbarê siaysetê bipeyvin.
Pişt re diçin ser meseleya aborî û nirxê zêr, belê li cem jina kurd zêr ji zîv pir girîngtir e.

Ger di nav wan jinan de keçeke biçûk hebe, ku hê jî nizane yapraxan bipêçe, rola berdest dilîze û daxwazên wek “here kerekî bîne, firaxan bişo û pîvazekê bîne” tîne cî.

Dirustkirina dolmeyan bi rastî huner e, ji ber ku demeke li gel jinên kurd tevdigerim û ew jin xwarineke zêde çêdikin ji bo seyranan, ji min re eşkere bûye ku xweşiya tahma dolme ne di kelûmelên wê de ye, lê di atmosfêra wê de ye ku çend jin di xwaringeheke biçûk de kom dibin û zarok cirt û firtan dikin û jin li ser erdê rûdinin û çarikên wan li ser serê wan e da ku porên xwe yên dirêj veşêrin û nikarim wê yekê jî ji bîr bikin ku di dema dirustkirina dolmeyan de herdem guhê te li ziringîna nîv kîlo bazinên destên wan dibe.
Ew jina ku birinc û tiştên din dixe nav pelan de, gazî mêrê xwe dike da ku masûlkeyên xwe bikar bîne û beroşeke mezin a yapraxên germ ro bike sêniyekê û gava bi navê xwedê, mêrik serê dolmeyan vedike, xweştirîn bêhna dolmeyên çiyayan bi ser de tê.

Ger dolme hebin, seyran xweştir dibe, ger Newroz be yan jî ahenga jidayîkbûnê yan jî her merasimek, tenê beroşek dolme dikare ahengê tekûz bike. Di çanda kurdî de, xwarin atmosfêra merasimê dirust dike.

Jêder: Avestakurd