Ew xebata medenî ku Turkiye hejand

13:42 - 12 Kanûna pêşîn 2012
Unknown Author
Şehab Xalidî

Herçed ku Turkiye welatek demokratîk, laîk û xwediyê wan norm û pîvanan e ku welatên Ewropayî peyrew dikin, lê çareser nekirina pirsa Kurd ji aliyê deshilatdarên wî welatî ve hem riya endametiya wî welatî li YE de asteng kiriye û hem jî nebûna asayiş û ewlehiyê li sînorên wî welatî de bi sedema vî şerê çekdarî ku niha heye, nerizayetiyek zêde ji qas di nav akinciyên wî welatî de pêk aniye. 

Dewleta Turkiyê îdiaya vê yekê dike ku bi zora hêz û operasyonan dikare ewlehiyê di nav welat bi taybetî li sînorên xwe de cihgir bike, lê aliyê din jî bi şerê tundûtîj ê çekdarî dixwaze biselimîne ku heya dewlet pirsa Kurd çareser neke, Turkiye jî rûyê ewlehiyê bi xwe ve nabîne.

Bê guman ew yek rohn û eşkere ye ku tu yek ji wan aliyan hêz û şiyana gihîştina bi armancên xwe bi zora çekê tuninin, û riya herî baş bona vegerandina ewlehiyê bo welat, ragirtina şer û hewildan bona mifahwergirtina ji riyên aştîxwazane û dûr ji tundûtujiytê bo çareserkirina kêşe û arîşeyan e.

Yek ji wan riyên aştîxwazane û dûr ji tundûtujiyê pêkanîna meşên berfireh, daxistina dukan û bazar, birêvebirina mîtîngên berfireh ên siyasî, girevgirtin û xebata parlemanî ye ku dikare li astek berfireh de bê birêvebirin, û deshilatê neçar bi pêdeçûna bi ser siyasetên xwe de bike.

Her di vê çarçoveyê de ew xebata medenî ya ku beşek zaf ji Kurdan li Turkiyê de heya niha bi awayên curbicur birêve birine, şiya ye ku pirsa zindîtir li her demekê ragire û gellek alîgiran heya li nav gelê Turk de jî ji gelê Kurd re peyda bike û li cihê nîşandana dîmenek şerxwazane ji takê Kur, dîmenek aştîxwazane û pêşkewtî ji takê Kurd li mêjiyê her mirovekî azadîxwaz de pêk bîne.

Ew gireva ku 682 girtiyên Kurd li 67 girtîgehên Turkiyê de ( li gorî ragehandina wezareta Dozgeriya Turkiyê) bo heyamê 68 rojan birêve birin, wek yek ji riyên aştîxwazane ên eşkerekirina nerizayetiya ji siyasetên deshilatê, di rastî de karî heta sînorên Turkiyê jî bibezîne û piştevaniya Kurdan li cihên curbicur bo aliyê xwe rakêşe û dengdanek zaf di nav ragehandinên giştî ên cîhanê de hebe û heta bibe yekemîn û girîngtirîn nûçeya mîdyayên cîhanî, û bi vî awayî alîgirek zaf bo daxwazên rewa ên Kurd heta li astê derve a Turkiyê de peyda bike û dîmenek belengazane ji gelê Kurd nîşanî xelkê cîhanê û raya giştî bide.

Di hemen dem de girevgirtiyan bi vê xebata medenî û bi vê berxwedana şoreşvaniya xwe, li derveyî girtîgehan de jî xortên gelê Kurd bi girev û meşên berfireh ên berdewam bona piştevaniya ji wan girtiyên girevgirtî, deshilat neçar kirin ku bîr ji rêçareyekê bilez bike bona dawîanîna bi vê gireva ku renge li dema mirina her yek ji girtiyan de, Turkiye li gel rewşek gellek bi tehlûke a çavnihêrnekirî berbirû be.

Lewra jî ji aliyekê alîkarê serokwezîrê Turkiyê Bolent Arînç ragehand ku emê hewil bidin, ku rê ji bo bendiyên Kurd xweş bikin, bona vê ku bikarin li dadgehên Turkiyê de bi zimanê dayîkê bergiriyê ji xwe bikin, û ji aliyek din ve hewara xwe birne ber îmraliyê û bi vî awayî roja 18\'ê Novambrêgirtiyan dawî bi gireva xwe anîn.

Bêguman her wek dîroka xebata medenî û dûr ji tundûtîjiyê li gellek welatan de selimandiyte, ew şêwe xebata baştir dikare xelkekî zaf li dewra tex û qatên curbicur li dewra armancek rewa û hewbeş kom bike û piştîwaniya derve – bitaybetî di vê serdemê de ku her şêwe xebateke çekdarî dikeve çarçoveya girupên terorîstî de – bo aliyê xwe rakêşe. 

Li Turkiyê de jî Kurd bi berdewambûna li ser vê xebata medenî û cemawerî a xwe û bi taybetî ji riya nûnerên xwe li parlementoya Turkiyê de dikarin bi moraleke bihêz a netewî, bergiriyê ji daxwazên xwe ên rewa bikin, û bona gihîştina bi mafên xwe tekoşînê bikin.