Ev şêla Erdogan pir tahlûkeye

16:29 - 27 Îlon 2012
Unknown Author
ZINARÊ XAMO

Sirri Sakik, du roj berê ji serokwîzîr Erdogan ra got, ”Hûn dikanin xwîna dirije bisekinînin. Heger hûn viya bikin, hûnê bibin ezîzê vî welatî. Vî şerî biqedînin, bira kes êşa ewladan nekşîne.”

HLi hemberî van gotinên Sakik yên pir maqûl û bi heq, Erdogan bi pozbilindiyeke mezin got, ”Tiştê ji destê min hat min kir, lê min bersîva wê nedît.”

Yanî Erdogan dibêje, ji nuha û pê da ji bo ku zarokên kurd û tirk neyên kuştin tiştekî ku ew bike tuneye.
Heger bersîva Erdogan ne ev bûya, îro ewê 10 leşkerên din nehatana kuştin û zêdetirî 50 leşkerî jî birîndar nebûna.
Heger li derekê herbek hebe, her roj xwîn were rijandin, dibê serokwezrê wî welatî ji bo qedandina şer bixebite, nebêje ” Tiştê ji detêmin hat min kir”…
Û heta ku Erdogan wiha bibêje, mixabin her roj zarokên kurd û tirkan ewê werin kuştin…

XXX
Bîst sal berê di 17-ê Îlona 1992-a da serokê Partiya Demokrat ya Kurdistana rojava, welatperwerê bi nav û deng Dr. Sadiqê Şerefkendî û du hevalên wî, Fettehê Abdalaî û Humayînî Erdelanî ji alî qatilên rejîma meleyên Îranê ve bi qeleşiyeke mezin hatin qetilkirin.
Di 20-mîn salvegera şehadeta van hersê welatperwerên kurd da, ez wan bi hurmeteke mezin bibîr tînim û rejîma terorîst ya meleyên Îranê rûreş û şermezar dikim.
Gelê kurd, heval û neviyên Qadî Mihemed, Dr. Qasemlo û Sadiqê Şerefkendî, ala ku van rêber û egîdên miletê kurd li pey xwe hîştin tu carî dananîne erdê û tim û tim ew li asîmânên her çar perçeyên Kurdistanê bilind hildane.
Kurdistana ku Qadî Mihemed, Dr. Qasemlo, Sadiqê
Şerefkendî û bi hezaran kurdan ji bo wê canê xwe feda kirine li ber avabûnê ye, kurd gav bi gav nêzî armanca xwe dibin. Di demeke nêz da weke her miletî miletê kurd jî ewê rizgar bibe û bigihîje azadiya xwe.
Bira bimrin hemû qatilên kurdan û bijî kurd û Kurdistan

XXX
Ji min ra bi zimanê xwe bistirê

Ji min ra bi zimanê xwe stranekê bibêje
Li ser navê kê dibe bila bibe
Tenê bira qîrîn ya te be
Bira îsyana te birije dengê te
Bira dengê te bibe aşît, biqîre
Ji min ra tiştekî bibêje
Lê belê bira bi zimanê te be
Belkî fêm nekim tiştê tu dibêjî

Lê belê bira bi zimanê te be

Yilmaz Guney
Werger ji tirkî: Zinarê xamo

XXX
-Ne tu ewr î, ne jî ez baran
Ne tu mexrûr û ne jî ez mexrûr
şeveke bi kovan em bêdeng in, bêlibat in, hemû ev e…

Alî Çinar
Werger: Zinarê Xamo

Pîvana welatperweriya tirkan nefreta ji kurda ye

Pîvana welatperweriya tirkan bûye kêfxweşiya li hemberî mirin û kuştina kurdan.
Kî herî zêde bi mirin û bi kuştina kurdan kêfxweş bibe û vê kêfxwesiya xwe jî eşkere bîne zimên, ew tirkê herî baş û herî welatperwer e.
Li cîhanê nîjadperestiyeke wiha kêm e, dilşahiya bi mirina hinekên din hestekî wahş û ne însanî ye.
Gava leşker ya jî pûlisekî wan tê kuştin tirk pir xemgîn dibin, li ber qamarayên telewîzyonan porên xwe dirûçikînin û xwe radikin û li erdê dixin.
Lê eynî însan bi xebera kuştina bi sedan keç û xortên kurd pir dilşa dibin, dibêjin ”çêxweş” bû, înşelah ewê hewqasên din jî werin kuştin.
Piştî întîxara lawê parlamenterê BDP-ê yê Mûşê Sirri Sakik, dilşadiya gelek kesên tirk di medya sosyal da nîşan dan gelkî dûrî însaniyetê ye.
Bi baweriya min piraniyeke zêde ya tirkan wiha difikirin, ji dil dixwazin ku kurd li ruyê cîhanê nemînin.
Min heta nuha nedîtiye ku berpirsiyarekî dewletê û hukûmetê li hemberî van dîtinên nîjadperest yên derî însaniyetê beyanek dabe û dîtinên wiha mahkûm kiribe?
Nakin, ji ber ku ew jî wiha difikirin. Yanî xeta xwar ji gayê pîr da ye. Ji ber ku siyasetmedar, birêvebir û mezinên tirkan wiha nefikirin kesên din jî cesaretê digrin.

XXX
Parlamenterê BDP-ê yê Hekariyê Esat Canan, siyaseta hukûmeta AKP-ê ya derbarê mesela kurd da rexne kiriye û gotiye:
”Li herêma Şemzînan, Geverê, Çelê û Hekariyê herbeke mezin didome.
Di serî da AKP, MHP dibê hmû partiyên siyasî dev ji zimanê şer berdin. Dibê serokkomar van mirinan bibîne û însiyatîfê bigre. Mesela kurd bi çekan çareser nabe. Kesên ku ev 30 sal in hûn ji wan ra dibêjin terorîst, îro li vir dehhezar wan birêdike. Wê demê ev şerekî gelêrî ye. Kes nikane gelekî înkar bike. Ji bo vê, dibê serokwezîr riya Qendîlê nîşanî me nede. Em wê riyê dizanin. Ya girîng dibê riya daketina ji Qendîlê vere vekirin.”
Çi heyf ku Erdogan guh nade van şîretên rast. Erdogan hîn jî bawer dike ewê bi şer serîhildana kurdan bişkîne. Loma jî dev ji şer bernade.
XXX
Dadgeha Cezayên Giran ya Amedê, derbarê rêvebirên PKK-ê da biryara lêgerîna bi îlana rojnameyê derxistiye. Îlan di rojnameyên herêmî da hat belavkirin.
Di îlanê da li rêvebirên PKK-ê Murat Karayılan, Rıza Altun, Osman Ocalan, Selahattin Çelik, Duran Kalkan, Ali Tekbakar, Zeki Ozturk, Şeyhmus Yigit, Burhan İlik, Hasan Atmaca û berpirsiyarê eskerî yê Hîzbullahê Haşîm Alabalik jî di nav da, li gelek kesî tên gerîn.
Di îlana dadgehê da tê gotin ku dibê ev kesên gumanbar di demeke herî kin da biçin qereqola herî nêzîk û îfadeyên xwe bidin.
Ê ji xwe ev dewlet ne dewleteke cidî ye, ne dewleteke tabiî ye, pînc e û ji bal çend kesên pînc û mahcirên destbixwîn ve hat avakirin. Loma jî dikane her tiştê xeyrî cidî bike.
Li hemberî vê komîkiyê meriv nizane bikene, nizane bigrî. Lê netîce ji dewleteke wiha ancax hakimên wiha sadir bibin.
Ê madem ku ewê ev îlan bidana rojnameyan wê demê ev 30 sal in ji bo şer dikin, hema bira roja pêşî ev îlan bidana û xelas (!)

Hestên tirkan yên li ser kurdan

Piştî bihîstina întîxara lawê parlamenterê BDP-ê yê Mûşê Sirrî Sakik, tirkan weke her car dîsa di twîttirê û di medya sosyal da kêfxweşiyên xwe anîn zimên. Ez çend nimûneyan ji van twîttirê tirkan li jêr bi kurdî û tirkî pêşkêş dikim. Dibê kurd bibînin ku tirk ji bo kurdan çi difikirin...
-Lawê parlamenterê BDP-ê yê Mûşê miriye, bi hêviya ku di nêz da hemû sulaleya wî qir bibe.
-Lawê wî bû qurmê cehnimê...

-Lawê parlamenterê BDP-ê yê Mûşê întîxar kiriye, em çi bibêjin, bira serê wî sax be. Aqûbet di demeka nêz da li serê bavê wî be!

-Ez ji lawê parlamenterê BDP-ê yê Mûşê ra rahmetê û ji bavê wî ra jî xwe avêtina ji eynî balkonê dixwazim

-Lawê parlamenterê BDP-ê yê Mûşê întîxar kiriye, ji wî ra rahmetê ji yên mayî ra eynî aqîbetê dixwazim.

-Dibê lawê parlamenterê BDP-ê yê Mûşê bibe nimûne. Dibê kampanya were destpêkirin. Dibê were gotin, haydê xortên BDP-yî xwe bavêjin. Dibê em bi merasimê ji hemûyên wan xelas biibn.

-Lawê parlamenterê BDP-ê yê Mûşê miriye, destpêkirina rojê bi xebereke xweş xweş e.

-Ez bi êşa parlamenterê BDP-ê yê Mûşê Sirri Sakik ra rojeke bextewar diborînim.

-Lawê parlamenterê BDP-ê yê Mûşê întîxar kiriye, jimarek li hejmara terorîstên kuştî zêde bû.

-Lawê parlamenterê BDP-ê yê Mûşê întîxar kiriye, lawê wî hîn bi şeref bûye, em ji te jî dipên.

-Lawê parlamenterê BDP-ê yê Mûşê miriye, hahahah, ez pir keniyam..:))

-Her kes dibêje bira serê parlamenterê BDP-ê yê Mûşê Sirri Sakik sax be, bira serê wî ne sax be, bira serê wî bêşerefî jêbe, koka wî biqele.

Ev jî tirkiya wan:
-Oğlu cehennem kütüğü oldu.
* @brssnr: BDP Muş Milletvekili Sırrı Sakık’ın ölmüş, yakında tüm sülalesinin yok olması dileğiyle....

* @sezgiinaydin: BDP Muş Milletvekili Sırrı Sakık’ın oğlu intihar etmiş. Ne diyelim başı sağolsun. Darısı tez zamanda babasının başına!

* @xxx_1907: BDP Muş Milletvekili Sırrı Sakık’ın oğluna Allahtan rahmet, babasına aynı balkondan atlama cesareti diliyorum..
* @unique_question: BDP Muş Milletvekili Sırrı Sakık’ın oğlu intihar etmiş. Kendisine rahmet kalanlarına “aynı sonu” diliyoruz.

* @ErN_: BDP Muş Milletvekili Sırrı Sakık’ın oğlu örnek olmalı. Kampanya başlatılmalı. Hadi BDP’li gençler uçuruma diye. Törenle kurtulmalı alayından.

* @iloveyoumeloo: BDP Muş Milletvekili Sırrı Sakık’ın oğlu ölmüş, güne güzel bir haberle başlamak güzel

* @kirsanzade: BDP Muş Milletvekili Sırrı Sakık’ın acısıyla mutlu bir gün geçiriyorum.

* @meuyar06: BDP Muş Milletvekili Sırrı Sakık’ın oğlu intihar etmiş. Ölen terörist sayısına 1 kişi daha eklendi.

* @selimokkiran: BDP Muş Milletvekili Sırrı Sakık’ın oğlu intihar etmiş.. Oğlu daha onurluymuş senden de bekliyoruz...

* @Payitaht42: BDP Muş Milletvekili Sırrı Sakık’ın oğlu ölmüş :)) hahahah sesli güldüm :))

* @AtalayKavak: BDP Muş Milletvekili Sırrı Sakık’ın başı sağolsun diyor herkes. Başı sağolmasın, başı kopsun, soyu kurusun şerefsizin.
XXX
Kurdan belasebeb negotiye, ”Ya pişta xwe pispêre mêrekî çê ya jî çiyayekî asê”.
Kurd di dîroka xweda tu carî rastî mêrekî çê nehatine ku pişta xwe bispirinê. Di destê wan da tenê çiyayên wan mane, loma jî kurdan hertim pişta xwe siparina çiyayên xwe yên asê…

Jêder: Hawarnet