Etlesa 701 girtiyên Kurd hate belavkirin

20:48 - 26 Adar 2016
Ajansa Kurdpa: Girtiyên siyasî û medenî ên Îranê di dabeşkariyeke neteweyî de hatine nasandin.

Li gora nûçeyên ku hatine belavkirin, zanyarî li ser 852 girtiyên siyasî ên Îranê ku di 150 girtîgehan de hatine ragirtin, bi hewla rêkxiraweke ne hikûmetî li etleseke dîcîtalî de belav kir.

Di vê etlesê de girûpa yekgirtin bo Îranê, girtiyên siyasî bi heft neteweyên akinciyên Îranê parve kirine, ku ji 852 girtiyan pêk tê.

Derheq bi girtiyên siyasî ên Kurd navê 339 kesan hatiye ku ji bilî wêneyên wan girtiyan, zanyarî li ser çalakiyên van kesan û kurte jiyanname, û cihên ragirtina wan û tometên wan hatiye belavkirin.

Herwisa di beşa girtiyên Kurd de, navê 184 çalakên mesebî, 43 çalakên medenî, 78 çalakên mafên mirovan û zêdetir ji 30 rojnamevan û çalakên kedkarî hatiye.

Malpera vê rêkxirawê ku di Amerîkayê de ye, nivîsandiye ku: “zanyarî li ser 2 hezar kes ji van girtiyan ku di vê etlesê de hatiye, wekî projektorekê li ser kar û kiryarên dezgeha Dadweriya Îranê hatiye amadekirin. Dema ku dadgehek, azadiya hevwelatiyekî bi tawana mifahwergirtina ji mafên wê zewt dike, ew kart ê tomarkirin û hemû cîhanî jî vê yekê dibîne.

Her div ê etlesê de zanyarî li ser 150 girtîgehên Îranê û 216 dadwerên rejîma Îranê hatiye beêavkirin.

Pêştir jî nawenda belgeyên mafên mirovan a Îranê, serjimêriya 820 çalakên siyasî û medenî û bawermenidyê (eqîdetî), di girtîgehên bajarên Îranê de belav kiribû.

Di vê raporê de navê 290 hevwelatiyên Kurd ku di girtîgehên Îranê de bi tawana çalakiya siyasî û medenî hatibûn destbiserkirin, û hukmê girtina wan hebû, hatibû cihdan.