Eskerekî Kurd bi awayekî gumanbar li Xûzistanê hat kuştin

13:45 - 23 Kanûna pêşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Fermandarê leşkerî ê eskergeh (padigan)a Sipaha Pasdaran a“Mescid Sulêman” li parêzgeha Xuzistan a Îranê, nehîşt nûçeya kuştina serbazê Kurd ê bajarê Urmiyê bê weşandin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, malbata eskerê Kurd ê hatî kuştin, dilgiraniya xwe hember wê bûyera ku sedemên wê nehatine zelal kirin, nîşan dan û ew kuştina biguman bandoreke pir xirab li ser jiyna wan çêkir.

Sîrûs Xoşpence kurê Îsmaîl ku li eskegeha Sipaha Pasdaran a bajarê“Mescid Sulêman”de serbaz bû, li destpêka hefteya borî jiyana xwe winda kir.

Malbata wî ciwanî, mirina kurê xwe gumanbar dizanin û dixwazin ku dose li ser wê bûyera hatî qewimandî de bê vekirin.

Yek ji xizmên malbata Xoşpence, peyamnêrê Kurdpa re ragihand: Fermandarên eskergehê piştî du rojan nûçeya mirina wî eskerî, malbata wî re îlan kirin û ew ji wê bûyera diltezîn matmayî hiştin.

Bi gotina hemen kesî, yek ji hevalên serbazî yên “Sîrûs” ji bavî wî daxwaza efû yê kiribû lê wî ew yek nepejirandiye.

Li gorî raporta peyamnêrê Kurdpa, bûyera han di dema guhertina cihê nobedariyê (posta nigehbanî) bi gulle reşandineke nêz de qewimiye û ew esker hatiye kuştin.

Berpirsên leşkerî ên”Mescid Sulêman” li ser wê pirsê, xemsarî û bêxemiya xwe nîşan dan lê malbata kesê kûştî dixwazin sedemên wê bûyerê bên eşkere kirin.

Mirina wî ciwanê Kurd ê xelkê Urmiye ya Rojhelatê Kurdistanê di demekê de ye ku kuştina wî ya bi gulleyan piştî du rojan tê ragihandin. Ji aliyekî din ve bajarê “Mescid Sulêman”nêzî sînoran bi cih nebûye; ji ber vê yekê jî kuştina han her kes di şik û gumanan di hiştiye.

Termê welatiyê Kurd ê gumanbar hatî kuştin, hefteya bihorî li gundê ew jê dayîkbûyî ê Balancê de hat veşartin.