Êşa Nivîsandinê -Hesenê derwêş

21:52 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2012
Unknown Author
Zilamek û zimanek1: Celadet Elî Bedirxan û “Kurdî”. Êşa ku Celadet li serê Kurda kir bela, bi hemû rengê xwe di Epîlog’a Hesenê Metê di çîroka Darînê Daryo de bi vegotin û pevxistenek ku meriv ji tema wê têr nabe cî girtibû. Çîroka Darîn, doza nivîsandina “pirtûkek qelew” ku ji bal eşîrê ve lê tê kirin bû şano. Roja 27.03.2011 li cî yê koma şanoyê, li Seyr-î Meselê2 galaya lîstikê hat kirin û lîstik wê heftê carekê li Seyr-î Meselê bê lîstin.


Derhênerîya “Êş-Epîlog”ê (navê lîstikê) Baran Demir kirî ye û dramaturgê lîstikê jî Çetoyê Zêdo ye.
Darînê Daryo(Baran Demir) li penaberîyê dijî, birayê wî yî mezin Sadûn (Deniz Sal) ji welêt tê mêvandarîya wî, di serê lîstikê de dengeya dramatîk xera dibe, Sadûn çav li pirtûkên Darîn dikeve û jê re dibê kîjan ji vana pirtûkên te ne. Darîn pê dide zanîn ku ew ne nivîskar e, hew pirtûkan dixwîne. Sadûn wesîyeta dê û bavê xwe, daxwaza apê Gurgîn û meta xweyî ku herdû çavên wê kor in, gotinên Amoja Bafile, xwesteka wanî ji Darînî nivisandina pirtûkeke qelew jê re dibêje. Darîn dixwaze jê re îzah bike ku nivîsandin hûnereke û her meriv nikare binivîse, pêdivî û pîvanên vî karî hen e, lê Sadûn ji ser a xwe danakeve û jê re qala rewşa li welêt dike. Dibê lawê Mala Garût pirtûkek qelew nivîsandîye û dîya wî pirtûk xistiye qewlikekî neqişkirî û ew weke Qûrana pîroz bi dîwarê oda mêvana dalqandîye, xwe pê qurre dike û lawê Mala Garût ji bo her rûpelekî pirtûkê bêjingek pere girtîye û pirtûka wî jî bûye wek xwêya ku tu bavêyî ber pez kes wê peyde nake, ger tu jî pirtûkekê binivîsî da ku eşîra me jî bê em jî xwedî pirtûk in û bi vê yekê serbilind bin, ji xelkê kêm nemînin. Lê dike nake nikare birayê xwe yî ku jê bi hêvîne qanih bike. Sadûn bi hêvîyên şikestî vedigere welêt û Darîn bi wêneyê Celadet Bedirxanî ku di oda wî de daleqandîye diaxive. Derd û kulên xweyî ku dihindirê wî de, di hindirê nivîskarîya gelê wî de zingar girtine ji Mîrê xwe re dibêje.
Bi kinayî lîstik; behsa nêzîkayîya civaka me yî pirtûka û xwendinê, êşa nivîsandin û nivîskarîyê, pozbilindîya hin nivîskarayî ku ji bilî xwe herkesî gundî û ehmeq dibînin û xwe xelaskarê ziman û civakê dibînin dike. Meseleyên mîna nivîsandina çi, bi çi awayî nivîsandin, nivîsende û nivîskar bi rengekî traji-komîk niqaş dike.
Di çîroka Hesenê Metê hatina Sadûn û daxwazên eşîrê bi derbekê dernakevin hemberî Darîn, atmosfer bûyeran hêdî hêdî dikelîne û bêyî ku di çavên me de rabin Darîn li hemberî daxwazên malbatê rû bi rû dimîne. Bi a min di lîstikê de Sadûn berî ku ev atmosfer çê bibe daxwazan bi rêz dike, di sahneya evilBaran Demîr performansek pirr serkeftî şanî me da, lê ji ber kêmasîya atmosferê Deniz Sal di sahneya evil de ez hebekî tirsandim, him bi Kurmancîya xwe him jî bi lîstika xwe. Lê piştî vê sehneyê her dû lîstikvan jî bêhtir vebûn û rih û hestên çîrokê bi temaşevanan jî dan hiskirin. Ji serê lîstikê heta dawîya wê ku em çend pirsgirêkên biçûk nehesibînin Baran Demir bi lîstikvanîyek pirr kemilî li sahneyê bû. Di çîroka Hesenê Metê de jî û di lîstikê de jî derdekî Darînî nivîsandinê heye, di çîrokê de berîya ku Sadûn ji welêt bê, hin ceribandinên Darînî nivîsandinê hen e, lê dike nake nikare binivîse. Di pêş de em ji çîrokê jî û ji lîstikê jî fêm dikin ku Darîn xweş ji edebîyatê fahm dike û bi êşa nivîsandinê dizane. Lê di lîstikê de ceribandinên nivîsandinê yî Darîn hatine derxistin û bûye weke ku bi zora malbatê li ser vî karî difikire, bi a min ku destpêk weke ku di çîrokê de hatîye nivîsandin bibûya wê entelektûelîya Darîn bi watetir bibûna û wê xweştir li cîyê xwe rûniştina.
Di dema dekorgûhertinê de carina dik dereng hat ronîkirin, dekor dereng dihatin gûhertin, ev yek jî wê bibe sebeba acizîya temaşevanan. Dekorvan Dilek Eniş van pirsgirêkan dikare bi hêsanî çareser bike, ji bo dekorgûhertinê çend mirov dikarin alî lîstikvanan bikin. Pirtûkên ku ji bo dekorê di refade cî girtibûn hema hema hemû bi tirkî bûn. Bi a min ji bo ku peyvên lîstikvanan li cî yê xwe rûnên yan hin pirtûkên Kurmancîyî ku puntoyê wan mezinbin di refa de bin yan jî pirtûkên ku ger di hêla pirtûkên Kurmancî de bûna ên bi tirkî nivîsên wan bên girtin wê baştir bibûna. Her wiha ne tiştekî zore ku meriv çend tiştan ji bo hazirîya xwarina ku Darîn ji bo birê xwe datîne ser maseyê lê zê de bike. Erê hazirî bi heneka ye, lê kar karekî cîdî ye. Çay vexwarin qelûn kişandin jî her wilo. Yanî ciddîyeta di diyaloga de ku listikvan bi kedek mezin derdixin holê ger nebe qurbanê meseleyên ku biçûk têne dîtin.
İbrahim Turgay karê ronîkirin û tarîkirinê xweş kirî ye, her wiha Yüksel İnce jî kostûmên xweş neqandin e. Sol, çakêt û pantorê Sadûn gellekî di cî de bûn, di binê pantorê qûmaşî xet xetî sola sporê têgehek xweş bû. Lê şekala Darîn dikare bê gûhertin, şekalek bajarîtir wê çêtir bibûya. Kostûma merivê di xewnereşkê de jî gellekî bi bandor bû, di çûn û hatin û dansê de kumê leheng ji serê wî derket, bi vê yekê bandora kostûmê, heybeta leheng weke ku hebekî kêm bû.

Têkilîya xewna ku Darîn dibîne di nava meseleyê de nayê fahm kirin, hetta nayê fahm kirin ku xewna Darîn e jî. Dansa ku lîstikvan Aysu Öztürk ji bo kabûsa ku Darîn dibîne dike, rengekî xweş dixe lîstikê, lê hew weke rengekî xweş dimîn e, têkilîya vê kabûsê yî bi çîroka ku tê qal kirin çi ye, bersiva vê pirsê ne eşkere ye. Bi a min ger ev xewn, yan ji lîstikê bê derxistin yan jî têkilîkek di navbera meseleyê û vê xewnereşkê bi danîn.
Di çavên Baran Demir (Darîn) min ew êşa nivîsandinê/nenivîsandinê ji serê lîstikê heta dawîya wê xwend, wateyên ku li ser rûyê lîstikvan bûn, bêyî dîyalogan jî her tişt îfade dikirin. Denîz Sal di civîna nivîskar de bi sekna xwe, bi awirên xwe bi karanîna dengê xwe û bi kostûmên xwe karekterekî pirr serkeftî derxist hemberî me.
Ku ez temamê lîstikê bidim ber çavê xwe lîstikek gellekî serkeftî bû, temaşevan têra xwe kenîyan û çepiknî qerase ji bo lîstikê lêxistin.
“De icar anuha em vegerin ser pirsa te û nivîsandina min. Ev çîrokek dirêj e, mîrê min, çawa bibêjim. Dibêjin ku tu keran li ba keran girêdî ji hev hînî tir û fisan dibin. Lê ez bi xwe ne li ba wan bûm, mîrê min, ez ne di nav wan de bûm. Û hîn jî ez û karê nivîsandinê ji hev dûr in…”3

1)
“Zilamek û Zimanek: Nivîseke Mîr Celadet Alî Bedirxan e ku bi navê Herekol Azîzan di Hawara hejmara 40î de çap bûye..” (ji Epîloga Hesenê Metê r.13)

Jêder: netkurd