Êşa karesata Serdeştê diçe ser dikê

21:04 - 23 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Hunermendekî binavbang yê Kurdistan û Îranê, derhêneriya fîlma şanoyî ya karesata Serdeştê bi stû girt. Ew şano êş û birînên kîmyabarana Sedeştê, piştî zêdeyî 20 salan sax dike.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Qutbedîn Sadiqî derhênerê Kurd bi nêt e (nîyet heye) daku şanoya jêr navê “Bête baştir” bi munasibeta 28`emîn salvegera kîmyabarana Serdeştê (bo hevderdîkirin ligel şêniyên wî bajarî) bibe ser dikê.

Wî derhênerê Kurd armanca xwe ji çêkirina fîlmnameya wê şanoyê, hevderd ligel mallbatên cangoriyên karesata Serdeştê destnîşan kir û wiha pêda çû:“Erka ser milê me hemûyan e ku wê rojê bi bîr bîn in û cangoriyên kîmyabaranê jî bîr nekin”.

\"26663.jpg\"
Qutbedîn Sadiqî nivîskar û derhênerê Sînemayê
Di wê şanoyê de çendkes ji xelkên Serdeşt, Mahabad, Nûdşe, Îlam, Kûhdeşt û Eher ku li Termînala rêwiyan a Tehranê de kar dikin, wek yarîgerê teatroyê hatine hilbijartin. Ew kesane ku heryek ji wan xwedî derd û kulên taybet bi xwe ne, di çarçoveya wê şanoyê de dixwazin barê kulê xwe kêm bikin. Yarîgerê serdeştî yê wê fîlma şanoyî ew û malbata wî heya niha jî bandora kîmyabaranê ji ser leşê wan neçûye û her tim ji wî derdî dinal in. Ew dixwaz in bi wê şanoyê; bi qasî serê derziyekî be jî kul û êşên xwe kêm bikin û wê karesatê bi bîr bîn in.

Dr. Qutbedîn Sadiqî xelkê Sineya rojhilatê Kurdistanê ye ku sala1952`an (1331) hatiye dinê û xwedî bawernameya Doktoriya Teatro li zanîngeha “Sorbîn”a Frnsayê ye û mamosteyê wê beşa hunerî di zanîngeha hunera Tehranê de ye jî.

Wî derhênerî heya niha 23 şano û 120 babet nicvîsîm e. Herwiha 10 fîlm jî tomar kirine.

Bajarê Serdeşt a rojhilatê Kurdstanê, 28\'ê Hezîrana 1987\'an di dema şerê navbera Iraq û Îranê bi çekên kîmyayî ji hêla balefirên wê demê yên Iraqê hate bombebaran kirin, li gorî amarên nefermî ji ber wê 110 kes hatin kuştin û 5 hezar kesên din birîndar bûn.