Endamên malbatekî bi sedama hejariyê xwekuşt in+Wêne

14:18 - 27 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Tevahiya endamên malbatekî li Îlama rojhilatê Kurdistanê, bi sedema xizanî û hejariyê dawî bi jiyana xwe anîn.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, îna borî 24`ê nîsanê, endamên malbatake 3 kesî (bavek û du zarokên wî) bi sedema feqîrî û hejariyê, di taxeke bajarê Îyvana Rojava ya parêzgeha Îlama rojhilatê kurdistanê, biryara xwekuştinê dan û di encama planeke lihevkirî de jiyana xwe jidest dan.

Tê gotin bavê wê malbata hejar, destpêkê jehr bi zarokên xwe daye xwerin û bi dûre bi xwe jî jehr xweriye ku di encamê de hemû bi hev re mirin e.

Herçend birêveberê otopsî (pizîş qanûnî) a bajarê Îlamê, sedema mirina wan kesan belav bûna gaza xwezayî destnîşan dike, lê çavkaniyên herêmî di hevpeyvîn ligel ajansa nûçegihaniya Kurdpa, tevî bi guman bûn li nerîna otopsî ya Îlamê, jehravî bûna endamên wê malbatê zêde nêzî rastiyan dibîn in;heya ku fetisîna bi bîhna gazê.

Girêdayî pirsa jorîn,hejmarek çavkaniyên nûçeyan ragihandi ku Serpereştê wê malbatê beriya xwe kuştinê bi caran li ser pirsgirêkên hejarî û xizanî, serdana navendên hikûmî kirbû lê tu bersiv bi wî nehatibû dayîn.

Hêjayî gotinê ye di wan mehên dawî de, di demekê de ku hejmara xwekuştinên ku mirinan bi pey xwe tînin ber bi zêdebûnê ve diç in, lê karbidestên hikûmeta Îranê tu hengavan bo çareserkirina wan arîşeyan ne tenê ku hilnagrin; belkî bi kiryarên bêbersiv û tundajo yên xwe, hemwelatiyan ber bûyerên xwekujî we jî sewq dikin.
Bêkarî, hejarî, nebûna derfetên kar nermze di deverên rojhilatê Kurdistanê de, ji sedemên sereke yên xwekuştinan tên hesiband in. Beşa Kurdistanê li welatê Îranê zortirîn amara xwekuştinan bi xwe digre.

\"26193.jpg\"