Endamekî xwecihî ê Sipaha Pastaran (caş) li Urmiyê de hat kuştin

16:05 - 12 Tebax 2015
Ajansa Kurdpa: Endamekî xwecihî yê Sipaha Pastaran li devera Mirgewer a Urmiyê de ji aliyê kesên nenas ve hat kuştin.

Li gor ajansa nûçegihaniya Kurdpa, şeva Sêşemî, 11’ê Tebaxa 2015’an, hejmarek ji endamên xwecihî ên Sipaha Pastaran ku bi caş tê naskirin, ketine boseya kesên nenaskirî li gundê “Nuwî” ya ser bi devera Mirgewer a Urmiyê û li encam de yek ji wan hate kuştin.

Nûçegihanê Kurdpa, nasnameya kesê kuştî bi “Têcir Muzdgîr” kurê Xalid, xelkê gundê “Enbê”ya ser bi devera Tirgewer daye zanîn.

Çavkaniyek haydar li vê derheqê de da zanîn ku, ew endamê sipaha Pastaran li dema lêgerîna deverê û sîxoriyê de hatiye kuştin.

Tê gotin ku Têcir Muzdekî, yek ji caşên naskirî ên Sipaha Pstaran bûye.

Li çend rojên derbasbûyî de, pevçûnên leşkirî li navbera hêzên Sipaha Pastaran û hêzên kurdî ên opozîsyona hikûmeta îslamî ya Îranê di Kurdistanê de qewimîne û li van pevçûnan de hejmarek ji endamên Sipaha Pastaran hatine kuştin.