Endameke Sipaha pasdaran li devera Mirgewer a bajarê Urmiyê hat kuştin

17:33 - 21 Îlon 2015
Ajansa Kurdpa: endameke çalak ya besîc li devera bajarê Urmiyê li ber deriyê dukanekê ji aliyê çend çekdarên nenas teqe jêre hat kirin u hat kuştin.

Li gor nuçegehaniya Ajansa Kurdpa, êvareya duhnê di kulaneke gundê Dizê de li devera Mirgewer ser bi bajarê Urmiyê endamek besîcî bi nave Husên Pûrî naskirî bi Husên Bêrîvan ji aliyê çend kesên nenas ve ket ber guleyan û di dawiyê de hat kuştin.
Husên Pûrî endamê çalak û naskirî ya Sipaha Pasdaran ya saziya besîcên bajarê Urmiyê bû.
Nuçegehaniya Kurdpa li bajarê Urmiyê ragehand: Husên pûrî di nav xelkê de bi Husên Bêrîvan hatbû naskirin û yek ji serdesteyên besîcên devera Mirgewer ser bi bajarê Urmiyê bû.
Li gor nuçe û zaniyariyên gihiştîne Ajansa nuçegehaniya Kurdpa, ev endame ya sipaha Pasdaran di wan çendsalên derbazbûy de bi awayek sîstimatîk dest di azar u ezyeta xelkê deverê û bixasmanî ciwan û kolberên deverê de hebû û kiryarên navbirî jî ji aliyê ewlehiya hikumetî ve pêşwazî jêre dihat kirin.
Berê Ajansa Nuçegehaniya Kurdpa ragihandibû, aliyê kêm 10 kes ji endamên Sipaha Pasdaran ji aliyê îtlaatê ve bi sedema dizîkirin di enbarên teqemeniyên rejîmê ve hatibûn destbiser kirin.
Berê jî li devera Mirgewer endameke Sipaha Pasdaran bi nave Tîcêr ji aliyê kesên nenas ve hatibû kuştin.
Heya bilavkirina vê nuçeyê tu kes di pêwendî tevî kuştina Husên Pûrî nehatiye destbiser kirin.
Herwisa Ajansa nuçegehaniya Kurdpa bas ji rewşa ewlehî di gundê dizê û deverê kiriye.