Encûmena Kesk a Çiya: Li hember jenosayda kesk bêdeng nebin

15:50 - 15 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Encûmena Keska Çiya a Merîwanê, têkildarî kirîza şewata daristanên Zagrosê, daxuyaniyek belav kir.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurpa, Encûmena Keska Çiyayê Merîwanê bi weşandina daxuyaniyekî, ji hemû berpirsan daxawaz kir bi awayekî lezgîn, di kontirol û vemirandina agir de dest bi kar bin û sedemên wan bûyeran bidin darizandin.

Destpêka daxuyaniyê ji zarê birêveberên wê Encûmenê, wiha hatiye şirovekirin:”Em rexma hemû wan nafermanî, meydanên mayînan û nakokiyan, bi temamî hêza xwe, bo parastina xweza û ekolojî têdikoşin û bo jîngehparêziya Zagrosê fedakarî dikin. Di wî warî de em dê tevahiya hewila xwe bidin ligel wê karesata mezin rû bi rû bin û çi ji destê me bê em qisûr nakin. ”

Di beşek din di wê daxuyaniyê de tevî wesifandina Zagrosê wek, rêzeçiyayên bi kevnariya hezar salî, çavkaniya av û avadanî, meskenê bav û kalan û herwiha cihê wehevîna bi hezaran ajal û caniwiran , ji hemû aliyên hikûmî û xeynî hikûmî xwestiye, pêşî ji holê rabûna xwezaya wê deverê bigrin û bo parastana Zagrosê bibin hevdeng.

Wê Encûmenê xitab bi mediya û alavên ragihandinê jî wiha bilêv kiriye: “Em ji hemû mediya, rojnamevan, nivîskar, hunermend û çalakvanên hezkiriyên xweza û ekolojî, herwiha tevahiya aliyên xwedî bîr û hizrên çadî hunerî û xwezahezkirî dikin, hember wêranbûna xwezaya Kurdistanê bêdeng nemîn in. Em ji wan aliyan hemûyan dixaz in ku hember bêdengiya karbidestên hikûmetê, qaşoyî vê karesatê rexnegir bin. ”

Dawiyê de Encûmena Kesk a Çiyayê Merîwanê ji hemû şêniyên bajar û gundên rojhilatê Kurdistanê, nemaze Merîwan û Serwava daxaz kiriye ku hember şûnvarê bi hezar salan ê xwe bêdeng nemîn in û daristan, çol û xwezaya Zagrosê biparêz in. Ji wan hemûyan xwestiye, bo kontrolkirin û vemirandina agir, bi wê Encûmenê re bibin havdeng.