Elî Yûnisî nakokiyên etnîkî gurtir dike

14:20 - 7 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Axaftinên Elî Yûnisî, alîkarê taybet ê Rûhanî di kar û barên Etnîkî (qewmî) û olî de, ligel bertek dana tunad a nûnerekî li parlamentoya Îranê, rûbirû ma.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, yek ji parlamenterên Urmiyê li parlamentoya Îranê, gotinên çend roj pêş ên Elî Yûnisî di hevdîtinekî ligel çalakvanên siyasî ên Kurd, derxerê nakokiyan wesifand û got: Ew kesa tu elaqa wî bi yek girtinê re nîne.

Di pişkek din ji hevpeyvîna “Nidayê Urmiyê”(dengê Urmiyê) ligel Nadir Qazî pûr de hatiye; sabiqeyek (tawanname) din xeynî nakokî û ajawekarî di karnameya Elî Yûnisî de nayê dîtin.

Bertek dana nûnerê tundajo yê Urmiyê hember gotinên beriya niha bi 2 hefteyan ê Elî Yûnisî ligel endamên Eniya Yekgirtiya Kurd de bûn ku bilêv kiribû: “Azeriyê destpêkê Kurdbûn, piştre bûn Azerî.”

\"24071.jpg\"
Çavpêketina endamên Eniya Yekgiriya Kurd ligel Elî Yûnisî
Qazîpûr her wiha (bi awayekî nezelal) endamên Eniya Yegirtîya Kurd jî ajawekar bi nav kirin û ji alîkarê taybet ê Hesen Rûhanî xwest ku ji karbidest û xelkê Azerbaycana rojava (Urmiyê ) daxwaza lêborînê bike.

Navborî di dirêjeya axaftinên xwe de amaje bi vê yekê jî kir ku şêre mêrdên Azerbaycana rojava, rênadin daku kesên wek Elî Yûnisî nakokiyan navber etnîkan de berfirhtir bike.

Di hevdîtina beriya niha bi 2 hefteyan navbera Elî Yûnisî û Eniya Yekgirtina Kurd de, qala vê yekê hatibû kirin ku sedî 64 ji akinciyên Urmiyê Kurd in.

Berteka tund a nûnerê Azerî ê Urmiyê di demekê de ye ku Eniya Yekgirtî a Kurd, di 4‘ê çileya Paşîn (january) a 2015’an, daxuyaniyek liser şaşfam kirina gotinên wan ligel Elî Yunisî belav kir û şaş fam kirin protisto kir. Wê daxuyaniyê de hatibû: Armanca hevdîtina Eniya Yekgirtina Kurd ligel Elî Yûnisî cî bi cî kirina mafên rewayên wan di çarçoveya beyannameya hejmare 3’e a Hesen Rûhanî de bû ku li hilbijartina (2013’an) de soz dabû. Her wisa armanca wê çavpêketinê, gihandina xwestekên kurd wek endamek ji mala mezin a welatê Îranê, bi karbidestên wê hikûmetê bû.