Elewîferd; Helbestvanê Kurd ji Xorasanê

12:35 - 2 Kanûna pêşîn 2012
Unknown Author
Elewîferd

Azad Makûyî / Zimanê helbestê zimanekî taybet e û dikare kul û êşa gellan bîne ser zimên. Helbesta Kurdî jî gellek caran wekî neynikekê rastîyên civaka me tîne holê û nîşan dide. Naveroka helbestên Kurdî ji hemû navçeyan nîşan dide ku zimanê hevbeşê gel e û gotinên dilê wan beyan dike. Li Xorasanê jî helbesta Kurdîya Kurmancî xwedan naverokeka xurt e û heya niha çend kesan jî dîwanên xwe weşandine . Yehya Elwîferd jî yek ji helbestvanên Xorasanê ye ku di karê xwe da serketî ye. Hevpeyvîneka kurt digel wî pêşkêşî we dikim :
 
- Yehya Elewîferd kî ye?
 
Elewîferd : Yehya Elewîferd hîn xwe zarokek dizane ku bi laş mezin bûye lê bi dil mîna zarokan dinihêre û difikire. Ew dilxweş e ku sa zarokan helbestan dinivîse û wan dilşa dike. Ew dilşa ye ku apê gelê zarokan e û zarok wî Emû(Mam) Elewî bang dikin. Ew naxwaze ku ji cihana zelal û şêrînê zarokan bi dûr bimîne. Ew li sala 1973`yan li kelê(gundê) Baxçixê li bajarê Bocnûrdê li bakûra Xorasanê li Îranê hatiye dinê. Ew 20 sal in ku sa piçûkan, zarokan û nûciwanan helbest û çîrokan dinivîse. Ew li Îranê pirr caran hatiye xelat kirin; hem li cejnvareyan hem li cem zarokan.
 
- Tu Kurdê Kurmanc î û te çima biryar da êdî bi Kurmancî ne bi farsî helbestan bibêjî ?
 
Elewîferd : Min got ku  20 sal in helbestan dinivîsim lê 5 sal in bi zimanî kurdîya kurmancî dinivîsim. Min  5 sal berî niha fêm kir ku zimanê kurdîya kurmancî jî xwedan alfebê ye û mirov dikare bi wî zimanî jî binivîse. Em kurdên Xorasanê ji zaroktîya hatinî xapandin ku zimanê kurdîya kurmancî alfebê tinîne û tenê zimanek gotinî ye. Eva xapandina zilmek mezin e ku 200 sal e li kurmancên Xorasanê bûye. Ez niha pirr şa me ku dikarim bi zimanê lorîyên dayîka xwe û duayên dapîra xwe helbestan bibêjim û sa zarokan û xarzîyan û birazîyên xwe bixwînim û ew jî hez bikin. Ez şanazî dikim ku carek din berî 5 salî pêş da hatime dinê. Pes, ez dixwazim ji wî dinyaya teze hez bikim.  
 
- Rewşa zimanê Kurdîya Kurmancî li Xorasanê çawan e ?
 
Elewîferd : Kurdîya kurmancî li Xorasanê niha bi rewşek taybet û rind tê gep kirin(axaftin). Lê berî niha wan nikaribûn binivîsin û bixwînin. Tenê li dawetên kurdî bi taybetî bikar dihat û Bexşîyan û Stranbêjan kilam û stranên kurdî bi refşek taybet dixwendin. Niha hinik xelkên kurd li Xorasanê dikarin bixwînin û binivîsin. Ew niha dizanin ku kurdî zimanek wêjeyî û zanistî û çandî ye û li nav zimanên din da şûnek mezin xwe heye. Xelkên Xorasan li pêşeroj hêvîdar in û jînda(dîsan) nêne xapandin.
 
-Tu li bara çi helbestan dibêjî ?
 
Elewîferd : Ez sa zarokan û nûciwanan ji rindî û başîyê dibêjim. Dixwazim ew bi xwendina helbestên min cûrek din li dinê binêhirin û li bara tiştan şanazî bikin. Helbest tenê sa hezkirinê nîne; helbestek baş e ku fikira mirov vebike û bi wî re rêya fikirkirinê fêr bike. Ez jî dixwazim bi helbestên xwe li hezkirin û fikirên zarokan parek zêde bikim.
 
- Te heya niha çend pirtûk weşandine ?
 
Elewîferd : Min heya niha nîzik 20 pirtûkan weşandine ku pirran bi zimanî farsî ne. Wekî din jî bi zimanên Tacîkî, Erebî û Ingilîsî ne. Hinik ji pirtûkên min bi zimanên Erebî, Ingilîsî û Ispanyolî hatine wergerandin.
Yekemîn pitûka min bi zimanê Kurdîya Kurmancî bi navê Şelpe û Sêv îsal li Îranê hate weşandin. Ez pirr kêfxweş im ku ji kurdên Xorasanê sa min e-name tên. Ew li e-nameyên xwe da dinivîsin ku bi xwendina vê pirtûkê pirr ciwan û nûciwanan li Xorasanê bi fêrbûna zimanî kurmancî işq peyda kirine. Eva nûçeyan min hêvîdar dikin ku helbestên kurdî pirr girîng bizanibim û baştir bibêjm. Sê pitûkên din bi zimanî kurdî jî sa weşandin amade ne û dixwazim biweşînim. Yek ji wan sa piçûkan e duduyên din sa nûciwanan.
 
-Tu heya niha çend caran hatî xelat kirin?
 
Elewîferd : Ez pirtir ji 60 caran li Îranê hatime xelat kirin. Min gelek xelatên mezin li Îranê wergirtine. Hinik ji xelatên wergirtî yê min evan in :
 
Cejnvareya Kovarên Zarokan û Nûciwanan, xelata yekê, 2001
 
Cejnvareya Xwendekaran, Xelata duduyan a beşa helbestê, 2002
 
Baştirîn Nivîskar li IRIB(Radyo û TV`ya Îranê), xelata yekê, 2004
 
Hunerên Asimanî,li Hozeyên Iranê, Xelata yekê, 2009, 2010 û 2011
 
Pirtûka Demsala Iranê, Xelata yekê, 2009
 
Cejnvareya neteweyîya HelbestvanBehar li zanîngehên  Iranê, Xelata yekê ya beşa helbestê, 2009
 
Cejnvareya neteweyîya Seqelêyn li zanîngehên  Iranê, Xelata duduyan, 2009
 
Pirtûka Sal a zarokan Xelata yekê, 2011
 
 
- Pêşeroja zimanê Kurdî li Xorasanê çawan dibînî ?
 
Elewîferd : Heger rewş wiha pêşve biçe, bi nihêrîna min pêşeroja zimanê Kurdî li Xorasnê tav û ronahî ye. Berî çend sal in ku li Xorasamê pirtûkên helbest û çîrok û dîrokî bi zimanên kurdî û farsî tên weşandin lê pirr kim in û kimasî pirr heye. Gerek helbestvan û nivîskarên kurd destpê bikin û pirtûkên baştir û rindtir çap bikin. 
 
- Gelo bernameyên radyoyî û televêzyonî bi Kurmancî li Îranê hene ?
 
Elewîferd : Hem heye hem tune ye; çima ku pirr kim in. mînakî li Xorasanê berî çend salan  saetek bernameya radyoyî sa kurdan hebû niha bûye nîv saet ku gelek zilm e. Wekî din jî gotebêjên bernameya kurdî li Xorasanê nikarin kurmancîya nûjen pirr baş biaxivin û gelek wêjeyên farsî bikartînin. Pirr caran ji alîyê nivîskaran û çalakên çandî name hatine nivîsîn ku wexta bernameyê zêde bikin û gotebêjan haliş bikin; lê radyo û televêzyona Xorasanê guhdanegirt. Em divê ku dîsa nameyan binivîsin û binivîsin û binivîsin heya ku bê guhdagirtin û bihîstin.
 
-Gelek spas ji bo bersivên te; gepa te ya dawîn çi ye?
 
Elewîferd: Ez jî gelek spas dikim ji te hevalê kurdewaz. Bihêle ez gepa xwe yê dawîn bi zimanê helbest bibêjim :
Hikayeta min û te
Hikayeta kanîyan e
Li beyna me çîya ket
Çîya tijî dûman e
 
*
 
Kanî hatine kelînê
Çûn û ji hev dûr ketin
Ji rêçûya çîyan da
Zîne zîne daketin
 
*
 
Dengê avê belav bû
Li nav newal û çîyan
Aram çû û wenda bû
Li nav xicavî mîyan
 
*
 
Çîya sa me dixwînin
Li benda kurdan mane
Dengê  çîyan û kanîyan
Nalîna Kurmancan e.
 
Çavkanî: www.rizgari.com