Ehmedê Xanî divê çawa bê pênasekirin?

16:25 - 13 Hezîran 2015
Unknown Author
ECEVÎT OZGUL
 
 Xanî jiyana xwe li herêma otonom a Bazîdê derbas dike. Mîrê vê herêma otonom Mîr Mihemed e.

Kesayeta Mîr Mihemed di giyan û avabûna felsefeya Xanî de risteke sereke dilîze. Ew ji bo Xanî wekî stûna dadgerî û hebûna civaka kurd e 
 
Bi rastî jî dema ku mijar Ehmedê Xanî be, em bi gelek nêrînên cur be cur re rû bi rû dimînin. Nemaze jî ji destpêka sedsala 20’emîn vir ve hin lêkolîn û lêgerîn jî hatin kirin. Kêm zêde li ser fikir û felsefeya Ehmedê Xanî danîheviyeke entelektuelî jî derket holê. Hê dikare were gotin ku li gorî 40-50 sal berê di vê mijarê de ronîbûyînek hebûye. Lê ligel van hewlên nirxdar, gelek nirxandinên afaqî û ne sosyolojîk jî hene. Ji ber van nêrîn û şîroveyên razber rastpenasekirina Ehmedî Xanî hê jî ji bo me wekî problematîkeke entelektuelî û dîrokî ye. Pirsên ku divê werin kirin ev in: “Cih û warê Ehmedê Xanî di dîrok û civaka kurdan de çi ye? Bi awayê gelemperî jî rê û rêçikên wî ramangeriya wî çi ye? Lewma di van mijaran de gelek gotin û argumanên bêser û ber jî hene. Hin lêkolîner, feylezofên wekî Platon û Arîsto wekî peyrevên wî, wî jî wekî peyrevê Descartes û Hegel nîşan didin, Ehmedê Xanî jî wekî teorîsyenî netewe dewletê yê yekemîn derdixin pêş. Hin lêkolîner jî vê nirxandinê wekî palpiştek dinirxînin. Li gorî wan jî Ehmedê Xanî teorîsyenê netewperweriya kurd ê destpêkê ye. Ligel van her du argumanan, nêrîneke ku Ehmedê Xanî bi tenê bi kirûyên ola îslamî dinirxîne jî heye. Ji ber vê jî êdî li gorî atmosfera demî Ehmedê Xanî hin caran bi nasnameya xwe ya olî, hin caran a neteweperwerî û hin caran jî ya wêjeyî derdikeve pêş û tê nasandin.
 
Em dubare bipirsin Ehmedê Xanî kî ye; teorîsyenê neteweperweriyê ye, wêjekarekî dema xwe ye, bawermend e, feylezofekî domdar û xwedî kesayeteke piralî ye. Ji bo ku em bikaribin ramangerî û kesayetiya Ehmedê Xanî bi awayekî objektîf pênase bikin, bersivdayîna wan pirsan ên dahûrandineke sosyolojîk dê me bêhtir nêzî rastiya Ehmedê Xanî bike. Jixwe li ser mijarê ev hatiye gotin: “Her zanyar zarokê dema xwe ye” ev parametre ji bo têgihîştina rast girîng e. Jînenîgariya Ehmedê Xanî Xanî di sala 1602’an de ji dayik dibe û ji malbateke ronakbîr e.

Bavê wî ji mîrê herêma otonom a Bazîdê re katibiyê kiriye. Li gundê ku ji dayik dibe jî li gorî demê cihekî stratejîke û deriyê bacê yê di navbera împaratoriya Osmanî û Saveviyan e. Ev gund 15 km dûrî Bazîdê ye û dikeve rojavayê bajar. Baş tê zanîn ku rista bazirganiyê li ser teşegirtina dîrok û şaristaniyê ji gelek hêlan ve bi bandor e. Danûstandineke çandî û îdeolojîk jî bi xwe re tîne. Ew karwanên bazirganiyê yên ku di gundê Ehmedê Xanî Dîza Sor re derbas dibin, dê dema pêş li ser liv û tevgera wî jî bandorê bike. Jixwe di demeke kurt de Ehmedê Xanî li navendên zanistê Şam, Bexda û hwd. digere û xwe perwerde dike. Pêkereke girîng jî katibiya bavê wî ye.
 
Ev yek têkiliya Ehmedê Xanî ya bi civak, çand û zimanê wî re bêhtir xurt dike û bala wî dikişîne ser mijarên polîtîk û civakî. Em dema berhemên wî bixwîni em ê bibînin ku her tim di çarçoveyeke felsefîk û civakî de ponijiye. Lê ev bi tena serê xwe ne tiştekî teybet e. Lewre ji derveyî Xanî jî feylezofên ku wiha ponijîne hene. Ya girîngtir ew e ku Ehmedê Xanî hem li ser kirûya civakî fikiriye hem jî xwestiye wê ji nû ve saz bike. Cudahî û girîngiya wî ev e. Ehmedê Xanî di heman demê de li navendên zanistê yên welatê xwe jî digere. Bazîd, Bedlîs û Botan xwedî medreseyên bi nav û deng in. Xanî ji van medreseyan jî bingeheke xurt a kurdewar digire. Xanî xemgîniya ji ber wefa ta Mîr Mehemed bi risteyan tîne ziman Tê zanîn ku Xanî jiyana xwe li herêma otonom a Bazîdê derbas dike. Mîrê vê herêma otonom Mîr Mihemed (Pîr-Belo jî tê gotin) di giyan û avabûna felsefeya Xanî de risteke sereke dilîze. Ew ji bo Xanî wekî stûna dadgerî û hebûna civaka kurd e. Dema ku Mîr Mihemed dimire Xanî wiha feryad û figan dike: Kanê padîşahê Serhedan? Kanê mir Mihemed beg Îro ji dil bigirîn kanê padîşahê serhedan? Di berdewama vê helbestê de heman feryad û fîgan heye. Ev vegotina ji dil ji bo derûniya Xanî jî daneyeke girîng e.

Lewre Xanî di demeke kurt de palpişta xwe ya polîtîk winda dike. Ji Osmaniyan mîrekî nû yê bi navê Çolax Evdî tê diyarkirin. Lê ev mîr dûrî hêvî û xeyalên Xanî ye. Mîr Çolax Evdî hevkariya bi Osmaniyan re kûrtir dike û roj bi roj ji civaka xwe qut dibe. Îhtîmaleke mezin Elyas begê bavê Xanî jî ji katibiya mîrtiyê diavêje. Piştî vê rewşê ew jî wekî malbat di nav gel de cihê xwe digirin. Têkiliya wan a bi mîrtiyê re ji holê radibe.
 
Êdî Xanî bi xwe jî di nav civakê de cih digire û bi pirsgirêkên civakî yên heyî re rû bi rû dimîne. Em van pirsgirêkan jî dikarin li ser çar xalan bi rêk û pêk bikin; 1. Rêveberiyeke bêdad û hevkar 2. Pirsgirêkên civaka kurd ên navxweyî û di serî de jî bêtifaqiya civakî 3.

Bawerhişkî û cehaleta civakî… Me diyar kiribû Xanî ligel gera xwe ya li Şam û Bexdayê, li bakurê Kurdistanê jî li navendên mîrtiyên Bedlîs û Botanê digere. Dibîne ku heman pirsgirêk di van navendan jî tê hene. Divê em bêhtir li ser kon teksta polîtîk a ramangeriya Xanî bisekinin Di navbera qirna 15 û 18’an de li Kurdistanê rewşeke polîtîk a balkêş heye. Osmanî û Safevî wekî du hêzên hegemonîk derdikevin pêş û Kurdistan jî dibe qada wan a şer. Di navbera wan sedsalan de Kurdistan heyîna xwe ya polîtîk bi giştî nebe jî winda dike. Di hêla civakî de jî rewşeke wêran çêdibe. Di encamê de bi peymana Qesrî Şirîn ve cih û warên kurdan di navbera Osmaniyan û Safeviyan de tê parçekirin. Ehmedê Xanî vê rewşê di destana Mem û Zînê de wiha pênase dike: “Vê gavê okyanûsa persan û deryaya tirk dipişpişe ya ku di nava xwînê de digevize welatê kurdan e.” Ji ber vê jî ew rewşa kambax di hewl û ramangeriya Xanî de cihekî sereke digire. Kurd çima di rewşeke wiha de ne? Xanî li ser vê rastiyê diponije û dibersivîne:

“Gazî û niyaza me ji Xweda, xwedî bike warê kurdan Sîha serdar li ser we veda, xwezî hemî te wan bida Şa bin dildarên hev bin, miraz, meysed û yek bin Serdar bin xwesalar bin, bi dadî dildar bo hev da Pişteban bin ji bo xwe bin, bira û pismamên hev bin Havî nekin bi hev nekevin, li warê xwe serdar bijîn Bê serwerî çi nabe jîn, li ser birînê jîna jor de Çiqas xurt be xelkê bêser, hêzê bigire ew ê li ber Dibe para gurê ji kêr, azad bikî tu wan kurdan Yekbûn û hemtabûna wan evîn dibû hogiriya wan Digel nebin çekdarê wan êdî naştên zemînê da Xanî gazin dike her çar, çerxa felekê bûye rêbar Kurmanc ji hev re bûne keftar, kezeb dixwar xewabê da”
 
Di vir de jî diyar e ku Xanî rêbaza wejeyê bi tenê wekî amrazekê bi kar aniye. Ya li pêş dahurandinên wî yên sosyolojîk in. Rasteqîniya civaka wê demê bi taybetî jî ya civaka kurd pir kûr û dorfirehî xêz kiriye. Em dikarin çend xalên sereke wiha rêz bikin: Civaknasiya exlaqî û polîtîk Ehmedê Xanî wekî civaknasekî tevgeriyaye, nirxandinên wî yên giranbuha ji bo roja îro jî derbasdar in. Teoriya xwe ya civaknasiyê li ser bingeheke exlaqî û polîtîk honandiye. Bangewaziya wî ji me çi ye?

Dibêje: “Ji bo hev dadwer û dildar bin, bira û pismamên hev bin.” Diyar e, civakê wekî organîzmayekê dibîne û ji bo çareseriyê jî banga jinûvesazkirina civakê ya komunal dike. Em bi gotina Xanî bibêjin dê bêhtir bê fêmkirin: “Yekbûn û hemtabûna wan evîn dibû hogiriya wan” Xanî ji bo civak û têkiliyên civakî, yekitî, wekhevî û hogiriya bi evînî pêşniyar dike. Pênaseya wî ya civakî ne yekalî ye, bi giştî ye. Baş têgihîştiye ku ne yekitî ne jî wekheviya civakê bê hêza polîtîk nabe. Loma jî dubare “Serdar bibin, xwe salar bin” yan jî dibêje “Li ser warê xwe serdar bijîn.” Tê zanîn dema ku Xanî tê de dijî forma civakê li ser bingeha feodalî hatiye sazkirin. Ji ber vê jî têgîna “Serdar” bi qasî ku tê wateya rêvebêr (Mîr) ewqas jî tê wateya kar û barên civakî yên polîtîk.

Di nav vî karê polîtîk de rista xweparastinê jî ji bîr nekiriye. Lewma jî dibêje: “Digel nebin çekdarên wan êdî naştên zemînê da.” Belkî ya herî girîng jî pênase û watedayîna wî ya jiyanê ye. Em dîsa guh bidin, Xanî wiha dibêje: “ Bê serwerî nabe jîn” Xanî gotina “serwerî” di wateya “azadî” û “vînê” de bi kar tîne. Jixwe vîn, azadî û têkildariya wan a bi jiyanê re mijara felsefeyê ye jî…(Dê berdewam bike)

Jêder: A.Welat


Nivîsa han, nerîna nivîskar bi xwe ye û ajansa Kurdpa jê berpirsiyar nine.