Ehmed Şehîd:Tepeserkirina rexnegiran li Îranê nayê pejirandin!

16:46 - 7 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Ehmed Şehîd raportêrê taybet ê Neteweyên Yekbûyî di kar û barên Îranê de, girtin, binçavkirin û tepeserkirina rojnamevan û çalakvanên mafên mirovan li Îranê bi karekî narewa destnîşan kir. Wî dilgiraniya xwe ji vê yekê da xuyandin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Ehmed şehîd di daxuyaniyekî de ku li Cenevê belav kir, ragihand: bêdengkirina rojnamevan û çalakvanên, mafên mirovan li Îranê lawaz dike.

Di wê daxuyaniyê de hatiye: Tepeserkirina wan rexnegeran nayê qebûlkirin, ew kar dê derbek mezin bigehîne gotûbêjên giştî û dê gelê Îranî û cîhanê jî, ji agahiyên girîng ên rastîn bêpar bike.

Di beşeke din di vê daxuyaniyê de hatiye, Rojnamevan divê bên destek –kirin û bi sedema kar û xebatên xwe neyên azar û eziyet kirin.

Raportêrê taybet bi NY di vê daxuyaniyê de tevî îşarekirin bi binçavkirina çalakvanên mafên mirovan li Îranê tekez kiriye:Parêzerên mafên mirovan di pêkanîna civakek demokratîk û parastina mafên mirvan, rolek girîng dilîz in.

Madiz Andênaz serpereştê girûpa Lêkolîner a Neteweyên yekbûyî (NY), Mîşêl Forêst (wek parêzerê mafên mirovan), Dêwîd Kêy (di warê azadiya bîr û raman de), Gabrîkla Kinol (serxebûna dadwerî) û Xan Mênzêr jî piştevanî ji daxuyaniya Ehmed Şehîd kirin e.

Karnasên Mafên Mirovan, bi awayekî hevpar ji welatê Îranê xwestin, tevahiya rojnamevan û parêzerên mafên mirovan ku neyasayî û xweser hatine binçavkirin, yan di hepsan de ne, bên azadkirin.