Ehmed Şehîd: Rewşa mafên Mirov li Îranê pir xirab e

20:07 - 17 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Raportêrê taybet ê NY di karûbarên mafên mirovan li Îranê îdia kir ku danustandinên navokî dê bandorê li ser pirsa mafên mirovan li Îranê bike.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, bajarê Jinêv ê Swîsrayê duh di konferanseke rojnamevanî de, Ehmed Şehîd bi mêwanî pejirand û wî li ser pirsa mafên mirovan li Îranê daxuyeniyek pêşkêş kir.

Raportêrê taybet ê Neteweyên Yekbûyî di karûbarên Îranê de tevî amaje kirin bi binpêkirina mafên mirovan li welatê Îranê tekez kir: Dewleta Rûhanî bi awayekî sîstematîk mafên morvan li welatê xwe binpê dike.

Ehmed Şehîd di berdewamiya axaftina xwe de got: Xelkê Îranê li porogirama navokî dilgiran in û tirs ji vê yekê hene ku bernameya etomî ya Îranê, bandorek nerênî li ser pirsa mafên mirovan li wî welatî daybine.

Dengê Amerîkayê (VOA) ji zarê Ehmed Şehîd li ser pirsa danûstandinên Îran û welat ên (5+1) herwiha têkiliyên bernameya etomî bi mafên mirvan re ragihand:“Ez hêvîdar im lihevkirina danûstandinên navokî ên Îranê û (5+1), bandorek erênî li ser pirsa mafên mirovan li wî welatî çêbike.”

Gor raporta herî dawîn a Ehmed Şehîd, Karbidestên hikûmeta Îslamiya Îranê ji destpêka sala nû heya niha, zêdeyî 252 kesan daliqandin e.
Navbor herwiha gefên saziyên nefermî, civakên hiqûqî, partiyên siyasî û parêzerên mafên mirvan, nîşaneya xirabbûna rewşa mafên mirovan li serdemê dewleta Rûhanî destnîşan kir.

Ehmed Şehîd di dawîn raporta salane ya xwe bo rêxistina Neteweyên Yekbûyî eva jî bilêv kir:30 rojnamevan li Îranê di girtîgehan de dimîn in. Herwiha divê ew welate sansor kirna Înternetê û parazîtan jî çareser bike.”

Karbidestên hikûmeta Îslamiya Îranê, pêşî ji rêwîtiya Ehmed Şehîd- Raportêrê teybet yê NY li karûbarên Îranê, bo wî welatî girtine.