Ehmed Şehîd bo careke din bû raportêrê NY

15:57 - 28 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Konseye Mafên Mirovan a Neteweyên yekbûyî, careke din Ehmed şehîd wek raportêrê Teybet yê NY di kar û barên Mafên Mirovan li Îranê, dest nîşan kir.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, duh 27’ê adara 2015’an, Şêwra Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, li Cenêva Swîsrayê (bi 20 dengên erênî li welatên cuda yên cîhanê), biryarnameya dirêj kirina berprsayetiya Ehmed Şehîd pejirand in.

Ew çaremîn sal e ku Ehmed Şehîd wek raportêrê taybet ê NY di kar û barên mafên mirovan li Îranê tê hilbijart in.

Ehmed Şehîd di raporta herî dawîn a xwe li ser pirsgirêka mafên mirovan li Îranê ragihandibû: “30 rojnamekar li Îranê hepsê de ne û herwiha ew hikûmet divê sansor kirina Înternet û parazîtan jiholê rake.”

Navborî her wiha di wê raportê de rewşa mafên mirovan li serdemê desthilata Rûhanî li Îranê gellek xirab wesifandibû.

Hêjayî gotinê ye hikûmeta Îslamiya Îranê tu car rê neda Ehmed şehîd bi awayekî rasteqîne rêwîtiya wî welatî bike û pirsa mafên mirovan lêkolînan liser bike.Rexma hemî zordarî, estem, kuştin û darvekirina hemwelatiyan, hikûemeta Îranê dibêje me pêwîstî bi rapotrtêrê NY di kar û barên mafên mirovan de nîne; jiber ku mafên moirovan li welatê me yê Îslamî de hatiye parast in.
Mohemmed Cewad Larîcanî di hevpeywîneke Televizyona hundrîn a Îranê de gotibû: Ehmed Şehîn cihê pêbaweriyê nîne û îşare bi vê yekê jî kirbû ku Saziya Neteweyên Yekbûyî berevaniyê ji Terorîst û Qaçaxçioyan li Îranê dike.

Beriya Ehmed şehîd Morîs Kapîtorn, Rînaldo Galîndopêl û Andiryas Aguwîllar, raportêrên NY di kar û barên mafên Mirovan yên Îranê de bûn.