Ehmed Qazî çû ber dilovaniya Xwedê

20:26 - 7 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Ehmed Qazî nivîskarê navdar ê Kurd û ji hevalên mamoste Hêmin, bi sedema nexweşiya rêviyan li Tehrana paytextê Îranê koça dawî kir.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, îro piştî nîvro nivîskar û wergêrê Kurd li nexweşxaneya Azadî a Tehranê, di temenê 79 salî de xatir ji jiyanê xwest.

Qazî ji nivîskarên binav û bang ê wêjeya Kurdî bû. Wî bo heyamê 20 salan sernivîskariya kovara “Sirwe” bi stû girtibû.

Ew rojnamevanê Kurd, çend hefte bûn tûşî nexweşiyê bibû û li Tehranê bin çavdêriya bijîşkî da bû.

Wergêrê berhemên “Den Kîşot”û Gil Gmêş, di dehikên 40 ên Rojî de bi sedema çalakiyên siyasî, hatibû binçavkirin û 4 sal cezayê hepsê lê hatibû birîn.

Ehmed Qazî pirtûkên wek Rêzmana zimanê Kurdî bi du zimanan, berhevkirina berhemên Sêyfulquzat, Êşa Gel û bijarteya Dîroka Kurdistanê tomar kirine.

Ehmed Qazî ji rûniştvanên taxa Qazîava ya Mahabada Rojhilatê Kurdistanê bû. Ew tax li halê hazir bi sedema çêkirina barajê, di bin avê de maye.