Ehemdî Nejad: Kes nikare bêje kê bihê, kê nehê !

15:59 - 12 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Serokkomarê Îranê Mehmûd Ehmedî Nejad di gera xwe a bo parêzgeha Simnanê got: Hin kes dibêjin bi hizra Rêberê Îranê (Elî Xaminêyî)dibêje filan kes bihê û filan kes nehê,bi ve çi pêywendî heye ?

Ehemdî Nejad di bersiva hin kesan ku dibêjin rêberê Olî yê Îranê Elî Xaminêyî piştîwaniya xwe li berbijêrek taybetî heye û pê başe filan kes bihê, hate bersivdanê û got: Hin kes dibêjin bi hizra Rêberê Îranê (Elî Xaminêyî)dibêje filan kes bihê û filan kes nehê,bi ve çi pêywendî heye ?ewa xelke ku divêt biryarê bidin û hemû kes divêt bihên.

Nêzîkên Xamineyî rêberê Olî yê Îranê ji vê yekê ditirsin ku rêformxwazên dewletî bi awayek micid bihêne naw qada hilbijartinên Serokkomariya Îranê û ji aliyk din ji berbijêr bûna Êsfendiyar Rehîm Meşayî ku Ehemdî Nejad alîgiriyê jê dike ditirsin û li zaf cihan gefan ji Ehemdî Nejad dikin.

Karbidestên dewleta Îranê û bi taybetî raydarên Sipaha Pasdarên Îranê ji kar û kiryarên Ehmedî Nejad ditirsin û zaf caran di medyayn de vê tirsê didin kifşê.

Ehemdî Nejad di tazetirîn gotinên xwe yên li bajarê Simnanê gef ji aligirên Xaminayî xwarin û got: Neke hin kes peyda bin û xwe bi malikê Welat û Xanê xelkê bizanin û batî wan biryarê bidin !

Dvera 11’ê a hilbijartinên Serokkomariya Îranê berwar 14’ê Hizîrana Îsal dê birêve biçe lê heya niha berbijêrên vê diyar nînin û şerek devkî di nava balên rejîma Îranê de di urtê deye.