Egera vê heye ku Komara Îslamî bi navê DAÎŞ’ê teqînan lidar bixe

21:25 - 26 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Sekreterê giştî yê PDKÎ di basa xwe ya herî nû de, bas ji lîztina Komara Îslamî bi DAÎŞ’ê dike û dinivîse ku DAÎŞ ne gef e bo ser Komara Îslamî.

Li gorî rapora Ajansa Kurdpayê,rewşa herêmê û lîztina Komara Îslamî bi kart a DAÎŞ’ê, di nivîsandina herî nû ya Mistefa Hicrî de hatiye û bas ji nifûza moreyên Komara îslamî û hevalbendê vê, di nav girûpa terorîstî ya DAÎŞ’ê de dike.

Hicrî dibêje ku kuştina çend rayedarên leşkirî ên Spahê navegere bo şerê li dijî DAÎŞ’ê, Belkî eva sinaryo û fîlmek e ku Komara Îslamî afirandiye û gellek aliyan jî bawerî pê hene.

Navbirî di mijara xwe de bas ji lihevkirina Amerîka û Rûsiyê li ser pêşeroja Sûriyê dike û, Îran jî dixwaze bi qala vê nûçeyê ku di bin gefa DAÎŞ’ê de ye, sengera xwe li kêleka lîstikvanên sereke ên şerê Sûriyê qahîmtir bike û parek zaf ji armancên xwe di wan guherînkariyan de bi dest bixe.

Eva ku heyamek berî niha Wezîrê Karûbarên Derve yê Îraqê ragehand ku Îran armanca êrîşa DAÎŞ’ê ye jî, her bi vê mebestê hat encamdan.

Sekreterê giştî yê PDKÎ dibêje ku dibe em di pêşerojek ne dûr de çavnihêriya jinavbirina hinek girûpên direvîn û wehmî ên ser bi DAÎŞ’ê bin ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve û, yan jî biçavkirina hinek kesan bi tometa têkiliyên tevî DAÎŞ’ê.

Her di vê derheqê de heyamekî berî niha wezîrê Îtila’atê ya Komara Îslamî ragehand ku çendîn kes seba têkiliyên bi girûpên terorîstî ên weke DAÎŞ’ê li Kirmaşan û herêmên Bakûrê Kurdistan Îranê û Sîstan û Belûçistanê, binçav kirine.

Ev nivîsîna Mistefa Hicrî ku roja derbabûyî di malpera Kurdistamedi yê de hate belavkirin, bas ji vê yekê dike ku Komara Îslamî nîgeranê gefên DAÎŞ’ê nine, belkî nîgeranê bidawîhatina DAÎŞ’ê ye. Jiber ku Hicrî li ser vê bawriyê ye ku DAÎŞ sedemek bû ku Komara Îslamî ji rêya hêzeke weke Heşda şe’bî karî armancên xwe bihingive.

Mistefa hicrî di dawiya mijara xwe de bas ji nîgeraniya Komara Îslamî piştî nemana DAÎŞ dike û pirsyar dike, “Niha ku di pêşerojeke ne dûr de diyar e ku şerê DAÎŞ’ê wê bi dawî bê û di encam de guherînên hevkêşeyên siyasî – leşkirî di herêmê de derkevin holê, Komara Îslamî ji wî çaxî pêve wê deshilat û hêza xwe di wan welatan de çawa biparêze?