eger sipaha Îraqê tu şaşîyan li hemberî pêşmerge de bike,emê çekên wan yên niha ji wan bistînin

18:44 - 2 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpaa:Alîkarê wezareta Pêşmergeyên herêmê eger sipaha Îraqê tu şaşîyan li hemberî pêşmerge de bike,emê çekên wan yên niha ji wan bistînin.
Li gor rapora malpera NRT,ê Derheq bi daxûyanîyên Malikî kû gotibû: nabe herêma Kurdistanê xwedîyê wan çekan be ku Sipaha Îraqê hene,Enver Hacî Osman Alîkarê wezareta Pêşmerge ragehand kû malikî xwe bi mîratgerê rejîma Sedam û çekên wan dizane.

Navbirî got: Malikî eger dixwaze bi hêzê wan çekan ji me bistîne,ev çek li çeperên pêşê yên hêza Pêşmerge dane. Bila Malikî bihê û wan çekan ji me bistîne.eger sipaha Îraqê tu şaşîyekê li hember hêza Pêşmerge bike, emê çekên wan yên niha jî, li wan bistînin.çimkû sipaha Îraqê zûr li wê hindê kêmtire kû bixwaze li hember Pêşmerge rawestin.