Efsane Bayezîdî hate destbiserkirin

19:46 - 10 Çirriya pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Efsane Bayezîdî keça xwendekar a xelkê bajarê Bokanê ji aliyê hêzên ser bi nawendên ewlehiyê ên hikûmeta Îranê ve, li Bokanê hate destbiserkirin, û bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Li gora nûçeya ku gihaye Ajansa nûçegihaniya Kurdpayê: Roja 16’ê Rezberê (8’ê Çiriya Pêşîn), hêzên ewlekariyê rijiyane mala Efsane Bayezîdî, û bo cara çendê, navbirî destbiser kirin.

\"28785.jpg\"
Efsane Bayezîdî
Li gora van zanyariyan, sê kes ku ser bi Îtila’ata Spaha bajarê Bokanê bûn, çûne mala bavê Efsanê, û ew keça Kurd bi xwe re birin. Hevdem digel destbiserkirina vê keça xwendekar, dest bi ser tewahiya alavên şexsî û kampiyoter, û çendîn pirtûkên wê de girtin. Heya belavbûna vê nûçeyê, tu zanyariyek li ser sedema girtin û cihê ragirtina Efsane Bayezîdî di ber dest de nîne.

Efsane Bayezîdî temen 30 salî, di 05.04.1393 (Hezîrana 2014)’an de, li bajarê Bokanê digel birayê xwe hate girtin, û piştre li ser biryara nawendên ewlekariyê li zankoya Peyama Nûr ya Meraxê de hate derkirin. Ew keça xwendekar sala 1392’an de jî, hatibû destbiserkirin, û piştre ji aliyê dezgeha dadweriyê ya Komara Îslamiya Îranê, hukmê 2 salan girtinê bi ser de hate sepandin, û bona domandina xwendinê ji zankoya Peyama Nûr a Bokanê ve bo zankoya Peyama Nûr ya Meraxeyê hatibû dûrxistin. Şaho Bayezîdî birayê wî jî, şeş meh ceza jê re hatibû birîn. Navbirî di girtîgehê de 19 rojan dest bi girevê kiribû.