Edebiyata zarokan di civînekê de hate gengeşekirin

20:25 - 23 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Civînek di bin navê “Gengeşeya wêjeya zarokên Kurd” li bajarê Ciwanroyê de, bi rê ve çû.

Li gora nûçeya gihîştî bi Ajansa Nûçeyan a Kurdpa, êvariya roja Pêncşemiyê 28’ê Xezelwerê civîna “Gengeşeya Edebiyata Zarokên Kurd” bi hewla Civata Edebî ya Xanay Qubadî û nawenda çandî ya “Çiraya Hizrê” bi amadebûna çalakên çandî ên warê edebiyata zarokan di bajarên Ciwanro û Riwanserê de bi rê ve çû.

Di vê civînê de çend helbest û gotar û vekolîn ji aliyê beşdarbûyiyan ve hatin pêşkêşkirin.

\"29048.jpg\"
Di vê civînê de helbestvan û nivîskarên Kurd di doma axivtinên xwe de qala vê çendê kirin ku pêşwazî ji pirtûkên Kurdî ên zarokan nahê kirin û ew yek rexne kirin.

Herwisa reportajeke wêneyî jî li ser çalakiyên girûpa muzîkê ya Dîlanê di warê kar û çalakiya bo zarokan hate nîşan dan, û rêz ji kar û çalakiya vê girûpê bi serperestiya Nasir Kerîmî hate girtin.

Di dawiya civînê de panêlek jib o Dr. Mihyedîn Mihemedxanî, Ebdulnasir Ehmedî û Fereydûn Mîrehmedî bi rê ve çû.

Fereydûn Mîrehmedî yek ji beşdarbûyiyên vê panêlê di gotûbêja digel Ajansa Nûçeyan ya Kurdpa de ragehand ku: Ew civîn taybet bû bi binemayên felsefî ên wêjeya zarokan, û gotarek di vê derheqê de ji aliyê Cebar Şafi’îzade ve hate pêşkêşkirin.