Ebola hat Kurdistanê

14:55 - 22 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Hatina muhtemel a nexweşiya şevba Ebola li hejmarek bajarên rojhilatê Kurdistanê, dilgiraniya welatiyên Kurd bi pey xwe hîşt.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya kurdpa, hindek hemwelatiyên Kurd bi serdana navendên dermanî ên Kurdistanê, tirsa xwe ji belavbûna şevba Ebola li rojhilatê Kurdistanê û Îranê dan nîşan dan.

Peyamnêrê Kurdpa Li Sine ya rojhilatê Kurdistanê ragihand: Ciwanekî 23 salî li nexweşaxaneya Tohîd a wî bajarî, bi sedema nexweşiya Ebola jiyana xwe ji dest da.

Herwiha peyamnêrê Kurdpa li Pîranşehrê got: Pîrejinek li nexeşxaneya bajarê navborî tûşî Ebolayê bûye.

Li bajarê Bîcara rojhilatê Kurdistanê jî bi belavbûna raportên cihê reng, şevba Ebolayê wek tirsek bo tendurustî û jinav birina jiyanê hatibû dest nîşan kirin.

Pêştir rojnameyên welatê Îranê nûçeya bûna nexweşiya Ebola li Tehrana paytext belv kiribûn lê paşan ev yek nehat pişt rast kirin.

Hemwelatiyekî Sine ajansa nûçegihaniya Kurdpa re got: Li nav bajarê Sine li her cih û mekanekî qala Ebola tê kirin,. wan rojane li ser kolan û şeqaman behsa wê nexweşiyê tê kirin.
Welatiyekî Pîranşehrî jî ragjhand: Ji tirsa Ebolayê nexweşên bi êşên din nevêrin serî li nexweşxaneyan bidin.

Behsa Ebola li bajarên rojhilatê kurdiastan,bertek (wakoniş) a wezîrê Tendurustî yê dewleta Rûhanî- Dr Sêyîd Hesen Haşimî bi pey xwe hîşt.

Sêyîd Hesen Haşimî belavbûna nexweşiya Ebola li Îranê nemaze bajarêTevrêzê wek dengo û gotegotan da destnîşan kirin û ew yek dur ji rastiyan nirxand.

Zanîngeha zanistên bijîşkî a bajarê Urmiyê jî bi guh nedan bi wê nexweşiyê, mirina welatiyan “Înfluenza” ya cûneya B da zanîn.

Hevceyî gotinê ye; midûrê Navenda Tendururstî a Bîcar- Nebîyullh Mehdewîyan derbareya gotegotên belavbûna Ebola de got: Sedema mirina ew ciwanê Kurd li nexweşxaneya Sine Ebola nebûye; lê wî sebeba nexweşiya ku mirina wî ciwanê Kurd bi pey xwe anî, îlan nekir. Ew gotin di demekê de ne ku navborî gotiye : Dest bi laşê firendeyên mirî (sikitî) nedin.

Ebola vîrûsek e dibe sedema xwînrêjiya bênavber ku di encamê de nexweşê xwe dikûj e. Ew nexweşî navbera Însan û ajalan de hevpar e.