Dukandarên Pîranşarê nerazîbûna xwe li hemberî veguhastina rêyên ser sînor nîşan dan

20:10 - 7 Adar 2016
Ajansa Kurdpa: Dehan Dukandar û kasibkarên Kurd yên bajarê Pîranşarê, li hember biryara berpirsên hikûmeta wî bajarî dest bi gireva birçîbûnê kirine.

Li gor nûçegihaniya Ajansa Kurdpa, roja derbazbûyî zêdeyî 600 kesî ku piraniya wan dukandar bûne, li ber derê Walîtiya Pîranşarê kom bibûn.

Nerazîbûna wan hemwelatiyan ji ber girtina rêyên sînorî yên wî bajarî ye, ku ev 4 mehên ji aliyê hikûmetê ve hatine giritin.

Girtina wan rêyan bûye sebeba bicihmana sedan ton tiştên tîcarî di aliyê din yê sînor ku egera jinavçûna wan heye.

Derbarê wê gireva birçîbûnê, nûçegihanê Kurdpa ji zarê yekek ji wan kesên ku dest bi girevê kiriye ragehandiye: “ Heyamek e ku dukandarên wî bajarî dibihîzin ku bi biryara berpirsên dewletê, rêya sînorî a Temerçînê, bo bajarê Mihemedyar a girêdayî Bajarê Neqedê wê bê veguhaztin”.

Li gor gotina çavkaniya vê nûçeyê, pêşîgirtina 4 mehan ji wan kelûpelan, her li pêxema cîbicîkirina wê biryarê ye, lêbelê ji ber gellek sedeman bi fermî nehatiye ragehandin.

Di dirêjahiyê de wî hemwelatiyê ragehandiye ku; Anîna nîv milyon ton li gumrika Hacî Omranê ji aliyê çend kesên nêzî berpirsane lê, mixabin Kurd jî li nav de ne.

Di meşa nerazîbûna roja Şemiyê 5’ê Adarê, nûnerê bajarê Pîranşarê û herwiha Waliyê wî bajarî hatine nav kesên ku dest bi gireva birçîbûnê kiribûn, lêbelê tenê soza “vekirina demkî” a berî sala nû de dane xelkê.
Tevî hebûna sînorên navbera welatan digel bajarê Pîranşarê, lêbelê ev bajar di nav bajarên Parêzgeha Azerbaycana Rojava de, zêdeyî hemû bajarên din, xelkê bêkar û destfiroş heye.

Rewşa kelûpelan û herwiha nebûna hewcehiyên rojane yên xelkê di astekî de ye ku, heta malpereke hundir ya girêdayî Caşên Pîranşarê weke “Karesata civakî û aborî” ev rewş aniye ziman.