Du xortên Mehabadî li avbenda Dukanê de xeniqîn

17:33 - 10 Îlon 2015
Ajansa Kurdpa: Du xortên Mehabadî ku ji bo dabînkirina bijîva jiyana xwe rû ji Herêma Kurdistanê kiribûn, li yek ji avbendên vê deverê de xendiqîn.

Li gor nûçeya ajansa nûçegihaniya Kurdpa, du xortên xelkê Mehabadê bi navên “Mehdî Îbrahîmî û Helo Îbrahîmî” bi sedema berdana ava avbenda Dukanê li Herêma Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dan.

\"28597.jpg\"
“Mehdî Îbrahîmî û Helo Îbrahîmî”
Çavkaniyên nûçeyan belav kirine ku du hevwelatiyên kurd ku xelkê bajarê Mehabadê ne û û pismamê hev in, midehê çend mehan in ku ji bo dabînkirina bijîva jiyana xwe hatibûne Başûra Kurdistanê, li destpêka vê hefteyê de rastî bûyereke xendiqînê hatin.

Kesên nizîk ji van du kurdên Rojhilatî bi ajansa Kurdpa re ragihandin ku Mehdî Îbrahîmî xwendekar e û ji bo dabînkirina têçûya xwendina xwe wekî karker rû ji Herêma Kurdistanê kiriye.

Di salên derbasbûyî de bi dehan hemwelatiyên kurd ji Rojhilata Kurdistanê ve bi sedema rewşa xirabiya jiyanê rû ji Herêma Kurdistanê Kirine û li awahiyan û kompaniyên taybet wekî karker dixebitin.