Du werzişvanên keç ên Kurd, pileyên qehremanî ya Îranê bi dest xistin

19:56 - 1 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Du keçên werzişvan ên bajarê Seqizê, di 20’mîn gerra kêbirkê yên “Têkwando” ya qehremaniya Îranê, xelatên zêr û boronz wergirtin.

Li gorî nûçeya gehiştî Kurdpayê, di 20’mîn gerra kêbirkê ya Têkwando ya jinan, ya di temenên ciwan û mezinsalan de, 302 werzişvan pişikdar bûn û li ser asta 31 parêzgehên Îranê bi rê ve çû. Tîma Têkwando ya Bajarê Seqizê bi nûneratiya parêzgeha Sinê, karî ku du xelatên Zêr û Boronz bo xwe misoger bike.

Di kêşa 46 kiloyan de “Esra Haşimî” karî piştî serketina bi ser hemû hevrikên xwe de, xelata zêr ji xwe re bibe û, “Rûnak Hesenzade” jî di kêşa 57 kîloyan de karî pileya sêyem ji xwe re misoger bike û xelata boronz ji xwe re bibe.