Du Welatiyên Kurd Dawî bi Jiyana Xwe anîn

15:47 - 3 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Du Welatiyên Xelkê Herêma Deştebêl a bajarê Şinoyê Dawî bi jiyana xwe anîn.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa: Roja Şemiyê berwar 31’ê adara 2013’an ciwanek Kurd ê temen 21 salî binavê “Herkî” kurê Osman û xelkê gundê “Kanî Sipî”a ser bi herêma “Deştebêl”a ser bi bjarê Şinoyê seva pirsgirêkên civakî, dawî bi jiyana xwe anî.

Her wia Roja Duşem berwar 1’ê Nîsana 2013’an kesek binavê “Casim” kurê Hacî Elî û temen 35 salî û xelkê gundê “Sengeser” a herêma “Deştebêl”a ser bi bajarê Şinoyê bi derba gulê dawî bi jiyana xwe anî.

çavkaniyek hayda bi ajansa kurdpa,ê ragehand: Casim, yek ji endamên “Besîc” (Cerdevan)ê Sipaha Pasdaran a dewleta Îranê bû û di mala xwe de bi sedemek nediyar xwe kuştiye.