Du welatiyên Kurd bo îdareya Îtilaata bajarê Sineyê hatine gazîkirin

17:23 - 14 Kanûna Paşîn 2021

Du welatiyên Kurd yên bi navên “Aram Muradiyan û Kamîl Nûrî” xelkê gundê “Tengîser” yê ser bi bahjarê Sineyê, bo îdareya Îtilaata wî bajarî hatine gazîkirin û lêkolîn digel wan hate kirin.

Ew du welatiyên Kurd, du roj beriya niha ji rêya telefonê ve bo wê navenda ewlehî hatibûne gazîkirin.

Hêzên ewlehî ew du welatiyên Kurd xistibûne bin givaşê û daxwaza hevkariyê ji wan kiribûn.

“Aram Muradiyan û Kamîl Nûrî”, her yek ji wan piştî sê demjimêr lêkolîn hatibûne azadkirin.