Du meh bi ser binçavkirina “Keywan Mînûyî” re derbas dibe

16:32 - 13 Kanûna Paşîn 2022

Piştî derbasbûna du meh ji binçavkirina mamostayek zimanê Kurdî yê bi navê “Keywan Mînûyî” û çalakvanê medenî yê xelkê gundê “Nê” yê ser bi bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên ewlehî ve, ti zanyariyek li derheq qedera navbirî ji ber dest de nîne.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, ew çalakvanê medenî li girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê di bin lêkolînê de ye û di heyama binçavkirinê de ji destpêregihîştina bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatibû bêparkirin

Herwisa wê çavkaniyê got: “Heta niha lipeykevtina malbata “Keywan Mînûyî” bo agehdarbûn ji qedera navbirî, bê encam maye.

Sibêdeha roja Şemî 22ê Xezelwerê, “Keywan Mînûyî” bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Hêzên ewlehî li dema binçavkirina “Keywan Mînûyî”, telefon û hin ji kelûpelên kesî yên navbirî digel xwe biribûn.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî çalakvanê medenî de hatiye sepandin ti zaniyariyek ji ber dest nîne.