Du Kolberên Kurd bi teqeya hêzên Întizamî yên dewleta Îranê bûne qurbanî

15:34 - 20 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Kolberek Kurd li sînorê “Kêleşîn”a ser bi bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên Întizamî yên Komara Îslamiya Îranê hat kuştin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa kurdpa, Roja Înê berwar 19’ê Nîsana 2013’an Kolberek Kurd binavê “Ezîz” kurê Eskender û xelkê gundê “Diribke”a ser bi bajarê Pîranşehrê bi teqeya hêzên Întizamî yên komara Îslamiya Îranê hat kuştin.

Ezîz temen 30 salî û xwediyê 3 zarokan û akinciyê gundê “Diribke”a ser bi bajarê pîranşehrê bû.

\"12103.jpg\"
her wiha li encama teqeya hêzên Întizamî de Kolberek din binavê “Mewlûd”kurê Bayîz bi xurtî hat birîndar kirin û jibo çareseriyê bo nexweşxaneyê hat şandin.

Mewlûd temen 40 salî û akinciyê gundê “Taçînavê”a ser bi bajarê Şinoyê bû ku li encama teqeya hêzên Întizamî yên Komara Îslamiya Îranê hatibû birîndar kirin.

div ê bûyerê de çend ser ji hesp û qatirên xelkê bi destên hêzên dewletê hatin kuştin.

li gor a,ara tomar kirî di nawenda amara ajansa kurdpa, li heyamê 1 meha derbas bûyî de 11 Kolberên Kurd bi teqeya hêzên leşkirî yên Komara Îslamiya Îranê hatin kuştin û birîndar kirin, ku ji wan 7 kesan cane xwe ji dest dane û 4 kes jî bi xurtî hatine birîndar kirin.

amara han bi pişt girêdan bi amara ajansa kurdpa tê bilav kirin û dive ku amara rastîn ji vê hindê pitir be.